AMED - Li Sûrê li hundurê hewşa dibistaneke seretayî trafoyek hat bicihkirin. Malbatan bertek nîşanî kesên trafo bicih kirin dan û diyar kirin ku trafo ewlehiya zarokên wan tehdît dike.
Li Taxa Camî Kebîr a Sûra Amedê li hewşa Dibistana Seretayî ya Îsmet Paşa trafoyekî ceryanê yê bi dirêjahiya xwe 3 metre hat bicihkirin. Malbatên xwendekaran bertek nîşanî vê yekê dan. Malbatan anî ziman ku ev yek ewlehiya zarokên wan tehdît dike û divê dev ji vê şaşitiyê bê berdan. Zarokên 6 taxên Sûrê diçin vê dibistanê û bi giştî 900 xwendekarê wê hene.
‘HEKE TIŞTEK BÊ SERÊ ZAROKÊ MIN WÊ KÎ HESAB BIDE'
Ji malbatên zarokan Ajda Ege, anî ziman ku ji ber rê nebaş in û dibsitan nêzî mala wan e ew zarokê xwe dişîne vê dibsitanê, lê belê ji ber rewşa heyî endîşeyên wê çê bûne. Ege got ku cara ewil ew bûye şahidê tiştekî wisa ku li hewşa dibistanê trafo hatiye bicihkirin û wiha bertek nîşan da: "Heke ev trafo biteqe û tiştek bê serê zarokê min wê kî hesab bide. Ji rayedaran dipirsim, heke zarokên wan li vê dibistanê bûnan wê destûra tiştekî wisa bidanan? Li derdorê gelek qadên vala hene, lê belê çûne li hewşa dibistanê bicihkirine. Em li dijî vî trafoyî ne. Êdî diqilqilim ka zarokê xwe bişînim an na. Ev zarok dilîzin, dibe ku derkevin û derekî vî trafoyî jî bişikînin. Îjar ez ê çawa zarokê xwe bişînim?"
Munnever Ozkaya jî anî ziman ku ew ê li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne û ev tişt gotin: "Zarokê min diçe pola yekemîn. Hîn nizane ka çi çî ye. Niha trafo wek tiştekî pêlîstokî dizane. Hemû wek zarokên min in. Ev yek nayê qebûlkirin. Li hewşa baxçeyekî biçûcik trafoyekî bi dirêjahiya xwe 3 metre hatiye bicihkirin. Ji bo ev yek bê sererastkirin, em malbat çi bikeve ser milê me em ê bikin."
Medîne Efe ya zarokê wê diçe pola duyemîn jî got ku tu ewlehiya zarokên wan tune ye. Efe wiha got: "Zarokên wan çi qas biqîmet bin ên me jî wisa ne. Ne xema wan e, ji xwe zarokên xerîbanan li vir in. Divê rayedarên dibistanê demildest tev bigerin û vî trafoyî ji vir rabikin."