ŞENGAL – Di cejna Rojiya Êzî de li ser çiyayên Şengalê malbatên êzidiyên jiyana xwe ji dest dan, silavên xwe li malbata Amed Keywanê ku jiyana xwe ji dest dan kirin. PDK’ê sê caran malbat asteng kiribû ku malbat ji Wêranşêrê were ser gora kurê xwe. Malbatên êzidî ev tişt gotin: “Şehîd Amed ne tenê ye, ew jî kurê me ye.”
Di nav êzidiya de tebeqeya olî ya bi navê Feqîr, piştî sê rojên bi navê “Rojiya Êzî” cejna xwe pîroz kirin. Tebeqeya Feqîra vê heftê rojên sêşem, çarşem û pênşemê bi navê “Rojiya Êzî” sê rojan rojî girtin. Her tebeqayek çi qas rojên wan cuda be jî hemû êzidî rojiya bi navê Êzî digirin. Êzî tê wateya ku civaka êzidî li wir hatiye û Êzî jî Xweda ye.
Piştî van rîtuelên ku van sê rojan tê kirin bi hezar salan e neguhiriyaye. Duh roja înê, êzidî berî roj hilê hatin quba Şebil Qasim û cejna xwe pîroz kirin. Di vê cejnê de bi rojê re duakirin dest pê dike. Hemû êzidî mêr, jin û zarok bi hev re hilatina Rojê silav dikin û ruyê xwe didine rojê û dua dikin. Piştî duakirinê, li ser gorên miriyê xwe êzidî xêratan belav dikin. Di xêratan de fêki, nan, goşt tê belavkirin. Lê ji bilî belavkirina xêrê di nav gorê de her malbatek tepsiyek xêrat bexşî quba Şebil Qasim dike.
LI SER GORAN LI BER MUZÎKÊ LORANDIN
Di vir de jî, her êzidî dema bikevin qubê, pêlavên xwe derdixin û deriyê qubê, destê micêwir û cawên bi rengê kesk, sor û zer maç dikin. Disa li qubê bi sê xeleka cawan girêdidin û duayê xwe dikin. Li ser goran jî bi taybetî jinên malbatên gorê li hev kom dibin û dilorînin. Li ser goran hinek malbat muzîkê vedikin ku behsa demên berê dike û li ber wê muzîkê dilorînin.
PIŞTÎ FERMANA 73’YAN TÊGEHA ‘PAKREWAN’ LI NAV ÊZIDYAN BELAV BÛ
Lê piştî fermana 73’yan tiştekî nû kete nav civaka êzidiyan. Ev jî têgeha “pakrewan”e. Di goristana du Pakrewan Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş de malbatên kesên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane, li ser gorên zarokên xwe civiyan û xêrat li wir belavkirin. Yek jî ji wan hevjîna Xidir Berkatê jiyana xwe ji dest da Neha Şeraf Berket e. Xidir Berkat di rizgarkirana pêngava li DAIŞ'ê de di 28'ê Îlona 2014'an de jiyana xwe ji dest dabû. Hevjîna wî tevî çar zarokên xwe sibeha cejnê xêra wî belav kir. Hevjîna Xidir Berkat Neha Şeraf Berkat anî ziman ku hemû yên ji bo axa xwê jiyana xwe dest dane, "şehîd" in. Neha Şeraf Berkat wiha got: “Şehîdên pîroz in. Yên ji bo axa xwe şehîd ketine serê me ji bo wan bilind e. Xwedê ji wan û hevalan razî be. Xwedê hevalan biparêze.”
‘CIHÊN WAN BIHÛŞT E’
Yek ji wan malbatên ku li ser goran xêratê belav dike jî malbata Bawer Xêro yê jiyana xwe ji dest daye ye. Bawer Xêro ji Gohbelê ye û 17 xwişk û birayên wî hene. Niha jî çar birayên wî di nav refên YBŞ’ê û sê xwîşkên wî jî di nav refên YJŞ’ê de ne û xaka Êzidxanê diparêzin. Îsal di 20'ê Tebaxê de li gundê Xeyalê di teqîneke mayinî de jiyana xwe ji dest dabû. Xêro Xidir, bavê Bawer Xêro, bi sifreyeke mezin amedekariya xêratê kir. Xidir behskir ku beriya fermanê wan xêrateke ku 400 kesî dikaribû lê xwarinê bixwe didan, lê her çiq as êzidî hatibin qetilkirin hîn jî ev xêrat berdewam e. Xidir, hêvi dike ku kurê wî û hemû kesên di ber axa Êzidxanê de jiyan xwe dest dane cihên wan bihûşt be.
SILAV ŞANDÊN DAYIKÊN KESÊN BAKURÎ YÊN JIYANA XWE JI DEST DAN...
Pakiza Celal, dayika Bawer Xêro, jî li ser gorê di destê wê de sûretên kurê wê û dîsa sûretên Amed Keywan ê tevî kurê wê di teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da jî heye. Dayik Pakîza Celal silav ji dayika Amed Keywan silavên xwe şandin û wiha berdewam kir: “Bi taybetî silavên min ji dayik û bavê Amed re hene. Bila dengê min bigihêje malbata Amed li Bakur gundê Wêranşar’ê. Ez dayika Bawer im û dayika Amed im jî. Çi tiştê min bi edetên me ji Bawer re danî min ji Amed re jî danî. Bira dayika Amed bizan be, ferqa Bawer û Amed nîne.
‘ŞEHÎD AMED LI SER ÇIYAYÊ ŞENGALÊ MÎNA KURÊ ME YE’
Dîsa bavê kesekî ku li Şengalê jiyana xwe ji dest da Hemo Bişar jî ji malbata Amed Keywan re silav şandin. Bavê Mansûr, got ku malbata Amed Keywan sê caran hewldan ku werin Şengalê ser gora kurê xwe, lê PDK’ê destûr nedaye malbatê. Bavê Mansûr jî wiha axivî: “Malbata şehîd Amed xwest sê caran were ser gora şehîdê xwe lê hikûmeta PDK’ê nehişt û li ser sînor malbatê zîvirand. Ji wê rojê min sozek li malbata şehîd Amed re. Min got, ew jî weke şehîd Mensûr û weka wan hemû şehîdan ferqa wî cem me nîne. Em niha li ser gora şehîd Amed in. Bila malbata şehîd Amed bizanibe, şehîd Amed li ser çiyayê Şengal’ê mîna kurê me ye.”
MA/ Selami Aslan – Nazim Daştan