* Israra di polîtîkayên ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd de, tevî mirin û hilweşandinan bi hezaran malbatî di navbera çiya û girtîgehan de asê kiriye. Yek ji van çîrokan jî ya malbata Tekînê ye ku çîroka wan di salên 90'î de dest pê dike û niha tesîrê li ser 3 nifşan dike.
*Cîgira Hevşaredariya Şaredariya Akdenîzê ya berê Sebahat Gençtarîh diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re gelek xebat û plansaziyên jinan hatine rawestandin û wiha got: "Bi tayînkirina qeyûm re ew bostanên ku me ji bo jinan plansaziya wan dikir hatin hişkkirin."
*Derûnas Tolga Nasûh Aran, der barê pêlîstokên ku bûkanî li wan hatiye kirin û li her derî tên firotin û tesîra wan a li ser zarokan nirxand û got ku pêlîstokên bi vî rengî wek tiştekî asayî be dibin sedema zewicandina di temenên zarokatiyê de.
* Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez pêşniyaznameyek berpêşî Serokatiya Meclîsê kir û xwest Komkujiya Roboskiyê bê lêkolînkirin. Lê belê, Serokatiya Meclîsê peyva "komkujiyê" ya di pêşniyaznameyê de wek peyveke "qebe" û "tehl" nirxand û der barê wê de tu muamele nekirin.
*Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gullu, diyar kir ku dûrxistina jinan a siyasetê ji bo Tirkiyeyê windahiyeke mezin e. Gullu bang li hemû jinan kir û wiha got. "Heke em bibin yek em ê bi ser kevin."
* Jinên li gundê Bogatepe yê Qersê piştî komele ava kirin bi berhemên alternatîf yên tibê şîfayê belav dikin. Jinan bi vê xebata xwe rûpelek nû li dîrokê vekirin. Jinên ku komele avakirin li kargeriya xwe gihayan kom dikin û ji bo nexweşiyan dikin dermanê bi şîfa. Gundiyên nexweş dikevin li şûna biçin nexweşxaneyê tên derman ji van jinan distînin.
*Dozgeriyê der barê Cem Koç ku di 17'ê Çileyê de li Stenbolê hatibû binçavkirin îdianame amade kir. Koç li muduriyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîbû, lê belê dozgeriyê ev yek wek "tewrekî rêxistinî" wesifandin.
*Mudurê Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ku li girtîgehê sepandina kincên yektîpî ceriband, derpêş kir ku dê Bolû ji bo sepandina kincên yektîpî bibe girtîgeha pîlot. Her wiha girtî li mazgal û deriyên qawîşan didin û vê rewşê protesto dikin.
*Li Sûrê li hundurê hewşa dibistaneke seretayî trafoyek hat bicihkirin. Malbatan bertek nîşanî vî trafoyê ku ewlehiya zarokên wan tehdît dike dan.
*Di cejna Rojiya Êzî de li ser çiyayên Şengal’ê malbatên êzidiyên jiyana xwe ji dest dan, silavên xwe li malbata Amed Keywanê ku jiyana xwe ji dest dan kirin. PDK’ê sê caran malbat asteng kiribû ku malbat ji Wêranşêrê were ser gora kurê xwe. Malbatên êzidî ev tişt gotin: “Şehîd Amed ne tenê ye, ew jî kurê me ye.”
* Rêxistina DBP'ê ya Wanê dê kongreya xwe li Salona Dawetê ya Beyaz pêk bîne. (10.00)
* Partiya Karkerên Sosyalîst a Şoreşger (DSİP), bi armanca xebatkarê weşana înternetê ya solyayin.com Emîn Şakîr hat girtin dê li qada Galatasarayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (10.00)
* Parazvanên mafên mirovan ÎHD, TÎHV, Babora Amedê, Odeya Tabîban, Înîsiyatifa Mafan a Amedê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên mirovan dê li avahiya ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.30 )
* Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê dê bi minasebeta Hefteya Mafên mirovan 10 - 17'ê Kanûnê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)
* ÎHD û Xizmên windayan bi silogana "bila winda bên dîtin kujer bên darizandin dê di hefteya 461'an de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna xwe berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê, bi dirûşmeya "Kujer diyar in, winda li kune?" dê di hefteya 663'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa Genel Îş'ê ya girêdayî DÎSK'ê dê der barê kadroyên pale û hemal de li Parka Zarokên Azad a Mêrsînê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan bi armanca balê bikişîne ser girtiyên nexweş û windayan dê dê di hefteya 410'an de çalaktiya xwe berdewam bikin. (13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê bi armanca 10 - 17'ê Kanûnê hefteya mafên mirovan dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskin û Sekretera GişTî ya ÎHOP'ê Feray Salman li Parka Ataturk a Edeneyê çalatiyê pêk bîne. (13.00)
* Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê pêk bîne. (13.30)
* Xebatkarên TV10’ê dê li dijî girtina televîzyonê di hefteya 62’an de çalakiya xwe berdewam bikin. (14.00)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 396’an de berdewam bike. (13.30/18.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê cara 173’an li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakiyê pêk bîne. (18:00)