WAN - Li gorî daneyên ÎHD'a Wanê, li bajêr di mehên derbasbûn de, bi giştî 2 hezar û 791 binpêkirinên mafan qewimîne. Di pevçûnên nava salê e 30 kesî jiyana xwe ji dest da, herî kêm 649 kes hatine binçavkirin, ji van 117 kes hatin girtin.
Di navbera 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê e, di çend mehên sala 2017'an a derbas bû de, li Wanê gelek binpêkirinên mafan rû dan û li gorî daneyan, sala herî zêde binpêkirin derketine holê ye. Nêzî salekî ye hemû çalakî û şahî li bajêr hatine qedexekirin. Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Wanê Murat Melet, der barê binpêkirinên mafan ên nêzî salekê de daxuyanî da.
DI SERDEMA OHAL'Ê DE BINPÊKIRIN ZÊDE BÛN
Melet diyar kir ku di gelek qadan de binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha got: "Di vir de para OHAL'ê gelekî zêde ye. Bandora OHAL'ê heta gund û navçeyan jî xwe da nîşan û binpêkirin di asta herî jor de ye."
Melet piştrast kir ku di peçûnên nava salê de li bajêr qewimî ne, 40 mirovan jiyana xwe ji dest dane û ev ji wekî endamên rêxistinê û hêzên dewletê da nîşan. Melet da zanîn ku li gorî lêkolînên wan, li navçe û navenda bajêr, hema her roj bi ser 2 malan de girtine û wiha axivî: "Di nava salê de bi ser 587 malan de girtin. Hem navend û hem jî navçeyên bajêr di bin zextan de ye û ev bandoreke neyînî li ser derûniya mirovan dike. Di serdagirtinan de herî kêm 649 kes hatine binçavkirin. Ji van 117 kes hatine girtin."
Melet got ku "Di çavê wan de her kes sûcdar e" û wiha pê de çû: "Di demeke nêz de 3 kesên çûn karûkan, bi hinceta 'endamên rêxistinê ne' ew îşkence kirin. Pişgre jî gotin 'pardon' ew serbest berdan. Her mirovên li vî bajarî dijî di çavê wan de sûcdar e." Melet aşkera kir ku di vê salê de 4 kes bi awayekî bi fikar hatine kuştin û der barê tacîzên zarok û jinan de jî ev agahî da: "Li bajêr 16 bûyerên tacîzê yên li dijî zarokan pêk hat. Zêdehiya van zarokan di saziyên perwerdeyê yên dewletê de tacîz kirin. 5 jinan dawî li jiyana xwe anî. 3 jinan ji ber şideta di nav malbatê de dawî li jiyana xwe anî.
‘LI GIRTÎGEHAN BI SEDAN BINPÊKIRINÊN MAFAN’
Melet der barê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan de jî agahî dan, aşkera kir ku li gorî demên borî rewşa girtîgehan gelekî xirab e. Melet destnîşan kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin, hêviya jinanê ya mirovan ji holê radikin û ev tişt got: "Li Wanê 4 girtîgeh hene. Tu daxwaz û şertên van girtîgehan li ber çavan nagirin. 19 mirovên ji ber van şertan li mafên xwe digerin, îsal li girtîgehê îşkence li wan kirin. Bi dehan kes sirgûn kirin û ev hêj dewam dike." Melet diyar kir ku li girtîgehan bi sedan kesî ji ber zextan serî li saziya wan daye.
QEYÛMAN 918 KES JI KAR AVÊT
Melet derbirî ku qeyûm tayînî 13 şaredariyên bajêr kirine, qeyûman 918 kes ji kar avêtiye û piştrast kir ku karkerên di karên înşaetê de dixebitin jî 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Melet herî dawî destnîşan kir ku ji bo mexdûryeta mafan pêk neyê, divê têkoşîn bê mezinkirin.