AMED - Veysî Aksu yê salek û nîvê girtî ma, çawa hat berdan, li ber deriyê girtîgehê bi heman hincetê hat binçavkirin.
Veysî Akasu, li ser îfadeya şahidê nepen bi îdîaya “Endamê rêxistinê” hat girtin û piştî salek û nîvê li Girtîgah Tîpa D a Amedê girtî ma, derket pêşberî dadgehê. Piştî danişîna doza Veysî Aksu li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê hat dîtin, sebest hat berdan. Aksu, piştî ji girtîgehê derket, bi heman hincetê li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Farqînê, polîsan dîsa ew binçav kirin û birin Midûryeta Polîsan a Amedê. Parêzerê Aksu Muharrem Erbey, diyar kir ku muwekîlê wî bi heman hincetê ev sê care tê binçavkirin û wiha got: "Tevî ku hat tahliyekirin jî dîsa bi heman hincetê hat binçav kirin. Erbey, da zanîn ku tu delîlên sûcdariyê li ser muwekîlê wî nehatine dîtin û ji ber vê yekê hat berdan. Erbey, dest nîşan kir ku ne dîmen, ne şopa tiliyan, ne jî şahidek heye û wiha got: “Ji ber şahidên nepen hincetên girtînê derdixin holê.”
Aksu, hêj li Midûryeta Polîsan a Amedê di bin çavan de tê girtin.