COLEMÊRG - 2 kes li navçeya Geverê hatin binçavkirin.
Li navçeya Gevera Colemêrgê 2 kes hatin binaçavkirin. Waliyê Colemêrgê, kuştina muxtarê gundê Qadiyan Nurettîn Altun ê di 17’ê Tebaxa 2017’an de li goma Basamak hat kuştin xist situyê Ferhat Şendal û Nezmî Şendal û pişti vê yekê Şendal hatin binçavkirin. 2 kesên ji aliyê Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê ve hatin binçavkirin, birin Midûryeta Polîsan a Navçeyê.