AMED - Şaredariya Farqînê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, bêyî destûr nahêle kes şînên xwe li malên şînê deyne. Endamê KÎD'ê Abdûllah Arkan bertek nîşanî vê rewşê da. Arkan dest nîşan kir ku malên şînê jî wek mizgeftan malên gel in û wiha got: "Tu eleqeya van tiştan bi îslamiyetê re tune ye."
Şaredariya Farqînê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, nahêle malbatên HPG'yiyên ku jiyana xwe ji dest dane li malên şînê şîna xwe deynin. Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) Mele Abdûllah Arkan bertek nîşanî vê rewşê da û ev tişt gotin: "Tu eleqeya van tiştan bi îslamiyetê re tune ye."
‘KESÊN ÊRÎŞÎ CENAZEYAN DIKIN BILA BEHSA MISILMANTIYÊ NEKIN'
Arkan diyar kir ku di ola îslamê de li hemberî cenazeyan rêzgiriyek heye û dema kesek bimire baweriya wî çi dibe bila bibe, hemû berpirsiyariyên wî ji holê radibin û li nêrîna wî ya siyasî nayê pirsîn. Arkan got ku dema cenazeyek di ber pêxember re dihat derbaskirin pêxember radibû ser piya û rêz nîşan dida. Arkan wiha got: "Ola îslamê vî tiştî emir dike. Lê belê kesên îro êrîşî cenazeyan dikin, cenazeyan îşkence dikin bila behsa misilmantiyê nekin."
Arkan, dest nîşan kir ku di Qur'anê de tê fermankirin ku divê qedr û qîmet ji bo mirov bê nîşandan û wiha got: "Xwedê Teala, di ayeteke Sûreya Îsrayê de dibêje min mirov bi awayê herî xweşik û bişeref afirandine. Behsa tu baweriyê nake, dibêje mirov. Ji ber vê ye ku pêxember rêzê nîşanî hemû cenazeyan dida."
'CENAZEYAN DI TORBEYAN DE DIDIN'
Arkan got ku ew tev li gelek şîn û karên definkirinê bûye û wiha axivî: "Mixabin îro em li Kurdistanê di torbeyan de cenazeyan teslîm digirin. Ev delîla herî mezin a îşkenceyê ye. Resûlê Xwedê divê dema yek bê kuştin jî divê îşkence lê neyê kirin. Xwedê Teala di ayetekê de wiha diferme; 'Mirovan nekujin.' Ji Adem heta Muhammed tu ol îşkencekirina miriyan qebûl nake."
‘MALÊN ŞÎNÊ JÎ WEK MIZGEFTAN E'
Arkan ev tişt gotin: "Nedayîna cihê şînê îşkence ye. Nêzîkatiyeke wisa ancax li deverên dîktator lê hebin tê dîtin. Îro li Farqînê qeyûmê ku ji aliyê dewletê hatiye tayînkirin ferqiyetê dixe navbera mirovan û cihê şînê nade hinekan. Beriya her tiştî malên şînê bi keda mirovan hatine çêkirin. Wek mizgeftan malên şînê jî cihê hevpar ên gel in."
‘DIVÊ QEYÛM DEMILDEST DEV JI VAN PÊKANÎNÊN XWE BERDE'
Arkan, dest nîşan kir ku divê qeyûm demildest dev ji van sepandinên xwe berde û herî dawî ev tişt gotin: "Ji vir qeyûm hişyar dikim. Tu eleqeya van kirinên te û olê bi hevdu re tune ye. Hikûmeta ku îro Tirkiyeyê bi rê ve dibe, dînê îslamê bi kar anî û hatiye vê astê. Di ola îslamê de sepandineke wisa tune ye."