WAN - Serokê VANTSO Necdet Takva ku di doza Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya û 10 xebatkarên şaredariyê de wek şahid hat guhdarîkirin berê wiha îfade dabû: "Şaredariyê bi tu awayî mudaxile nekir." Takva li dadgehê vê îfadeya xwe guherand û wiha got: "Di îfadeya min a ewilîn de hin kêmasî û şaşî hene. Ez bi xwe nebûme şahid."
Bi hinceta di dema bûyerên Kobaniyê de wesayîtên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê mudaxileyî şewatên li Wanê xwe dane der nekirine der barê Hevaşeradarê Wanê Bekir Kaya û 10 xebatkarên şaredariyê de doz hatibû vekirin û di vê dozê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (VANTSO) Necdet Takva wek şahid hatibû guhdarkirin. Lê belê Takva li dadgehê îfadeya xwe guherand. Takva di îfadeya xwe ya ewilîn de diyar kiribû ku di dema bûyeran de şaredariyê tu mudaxile nekirine, lê belê li dadgehê îfadeya xwe guherand û wiha got: "Em nikaribûn ji malên xwe derkevein. Min bi çavê xwe nedîtiya ka wê demê çawa mudaxileyî bûyeran kirine yan na."
'GOTIBÛ ŞAREDARIYÊ MUDAXILE NEKIRIYE'
Dozger îdianameya ku amade kir piranî spart şahidiya Necdet Takva û Serokê Yekîtiya Esnaf û Sinhetkaran (ESOB) Farûk Alparslan ku di dema hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji AKP'ê namzet bû. Di îdianameyê de van gotinên Takva cih girtin: "Di dema bûyeran de me tu mduaxileyeke şaredariyê nedît. Ne îtfaiye, ne paqijî, ne xizmeta gihaniyê. Esnaf û kardêrên me neçar û bi tena serê xwe hatin hiştin."
'NEBÛME ŞAHID'
Lê belê Takva li dadgehê îfadeya xwe ya ewil guherand û di îfadeya xwe ya li dadgehê de diyar kir ku dema bûyer qewimîn ew derneketiye derve. Takva wiha îfadeya xwe guherand: "Ji ber Bekir Kaya hevşaredar e wî nas dikim, lê bersûcên din nas nakim. Di 6-7'ê Cotmehê de çawa li tevahiya welat bûyer qewimîn, bi heman awayî li Wanê jî qewimîn. Wê demê gelek çalakiyên ku can û malê her kesî tehdît dikirin dihatin lidarxistin. Têkildarî vê 150 kargehên girêdayî odeya me xisirîn. Di dema bûyeran de hem walîtî, hem emniyet di warê mudaxileyê de tam tev negeriyan. Her wiha şaredarî jî. Min berê îfade dabû mufetîşên mulkiyeyê, lê belê min dît ku di wê îfadeya min de hin kêmasî û şaşî hene. Wek ku rayedarên şaredariya bi qesdî mudaxile nekiribin çê bûye. Wê demê min hewl da xwe bigihînim hevşaredar, lê belê min nikaribû xwe bigihînimê. Bi heman awayî min nikaribû xwe bigihîne walîtî û rayedarên emniyetê jî. Em nikaribûn ji malê derkevin. Min bi çavê xwe nedîtiye ka wê demê çawa mudaxileyî bûyeran kirine yan na. Wisa difikirim ku ji ber bûyer mezin bûn sazî tam nikaribûne mudaxile bikin. Lê nikarim bêjim bi qesdî mudaxile nekirine."
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Bekir Kaya, Amîrê Koma Îtfaiyeyê Selahaddîn Tûran, Cîgirê Sekreterê Giştî Erhan Aksoy, Sekreterê Giştî Sedat Tore, Serokê Daîreya Îtfaiyeyê Osman Acar, Wekîlê Gerînendeyê Şaxa AKOM'ê Lokman Tûran, Gerînendeyê Şaxa Astengkirina Şewatê Serhat Pûlat, Wekîlê Gerînendeyê Şaxa Mudaxileya Îtfaiyeyê Bedreddîn Aslan û AMîrê Nobedar ê Gerînendetiya Îtfaiyeyê Necat Varol, Seracettîn Aksû û Hasan Keyfî bi hinceta "peywira xwe xirab bi kar anîne" tên tawanbarakirin û der barê wan de ji 6 mehan heta 2 salan ceza tê xwestin.
MA / Nimet Olmez