NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên girtin, di bin gefa "weremê" de ne. Li girtîgehê hezar û 500 girtî hene, lê li girtîgehê bijîşk tune ye.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimînin, der barê binpêkirinên mafan de agahî dan malbatên xwe. Girtiyan aşkera kir ku Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, bi hinceta "Ewlehiya girtîgehê dixe xetereyê" û "Wekî amûreke ragihandinê dixebitînin" nadin wan û zextên heyî wiha rêz kirin:
* Bi taybetî radyoyên pîlên wan kin nadin. Radyoyên ku li girtîgehên cuda tên kirîn dest datînin ser. Dixwazin radyoyên ku kanalên FM'yê dikişînin bi me bidin standin.
* Hevrêyên me yên ji girtîgehên cuda sirgûnê vir dikin, lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin. Yên vê yekê qebûl nakin îşenceyê li wan dikin. Kesên dixwazin rapora derbkirinê û nexweşiyê bigire, wan nabin doktor.
* Hejmara girtiyan hezar û 500 e, lê bijîşk tune. Di rewşên lezgîn de an ambulans nayê, an jî dereng tê. Dermanan gelekî dereng didin. Hin dermanan em bi pereyê xwe dikirin.
* Bersivê nadin daxwaznameyên me. Serlêdanên me yên sûc radestî dozgeriyê nakin.
* Nameyên ku em der barê binpêkirinên mafan de ji ÎHD û CÎSST'ê re dişînin, dest didin ser. Ji derveyê nameyên bitaahhut nameyan nadim girtiyan. Nameyan jî gelekî dereng dişînin.
* Wêneyên me yên ku bi cilên gelerî hatine kişandin, diqelişînin û davêjin.
* Bêyî ku biryara berhevkirinê hebe, pirtûkên me tên desteserkirin. Hin kovaran nadin. Serê kesekî tenê 7 pirtûkan didin.
* Di lêgerînên rûtîn de, lêgerînek berfireh tê kirin. Leşkeran jî tev li lêgerînê dikin û nêzikatiyên provokatîf derdikevin holê. Dixwazin girtî û leşkeran bînin hemberi hev.
* Berdêla îaşeya me nayê dayîn. Xwarinên ku didin, kaloriya wan gelekî kêm e, aliyê wê yê hêjayî pir xirab û di warê paqijiyê de pirsgirêk hene. Dixwazin bi birçîbûnê me terbiye bikin.
* Hevrêyên me yên nexweşiyên wan giran û hevrêyên me yên din nabin nexweşxaneyê.
* Em ji tu mafên civakî sûdê nagirin. Mafên me yên nîqaş, atolyeya wêneyan, werzîş û hwd. tên xespkirin.
* Di hin girtyan de fikara dibe ku bi weremê ketibin heye. Van girtiyan nabin bijîşk û dermankirina wan tê astengkirin. Girtiyan nabin revîrê. Ji ber ku ava germ tune, di warê paqijiyê de xetereya weremê zêdetir dibe.
KONTROLA PEDÊ DIKIN
Li Panosê tenê zextan li girtiyan nakin, di heman demê de malbat jî di bin zextan de ne. Xizmên girtiyan ên diçin hevdîtinê, kesên bi montên nepixandî, cilên lacîwert tên nagirin girtîgehê. Nexweş û jinên bi zarok bi saetan li ser piyan radiwestînin. Guharên di guhê zarokan de jî derdixin. Ji ber ku bêrîka xizmê girtiyekî çiriya bû, nehiştin bikeve girtîgehê. Pirsên wekî "peda we heye?" li jinan dikin, heke hebe dixwazin nîşan bikin.
Der barê "fikara weremê" de em li rayedarên girtîgehê geriyan û rayedaran îdia kir ku di vê der barê de tu tişt tune.
LI GIRTÎGEHA AGIRIYÊ ÇALAKÎ
Hat diyarkirin ku ji ber zextan 6 girtî li Girtîgeha Agiriyê ketine greva birçîbûnê. Şaxa ÎHD'ê ya Agiriyê, aşkera kir ku çalakiya greva biçîbûnê 45 rojan dewam kiriye û hefteya çûyî bi dawî bûye. Girtiyên li Agiriyê dimînin, bi rêya malbatên xwe ev agahî dan: "Tenduristiya girtiyan her ku diçe xirab dibe. Her dem lêgerîn tên kirin. Bi riya hutik û hwd. her dem li şibekeyan didin. Her roj bi dehan caran li girtiyan mêze dikin. Rojnameyên rojane nadin girtîgehê. 6 girtî bi komî di qawîşan de tên tecrîdkirin. Hemû ji mafên xwe yên civakî bê parin."
LI GIRTÎGEHA XARPÊTÊ CEZAYÊ HUCREYÊ
Ji hêla din ve li Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê, nasnameyê li ser girtiyan ferz dikin, girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan li deriyan daye û ev pêkanîn şermezar kirine. Li ser çalakiya girtiyan, êrîşê wan kirine û bi lêdanê ew avêtin hucreyan.