AYDIN - Zehra Kizilay 23 sal berê ji Farqînê koçî Aydinê kir, 23 salin li dijî bişaftina zimanê zikmakî têkoşîna parastina ziman dide. Kizilay, diyar kir ku zarok û neviyên wê hemû di malê de bi kurdî diaxivin û wiha got: "Heke li dibistanan perwerdehiya bi zimanê kurdî tune be mala me dibistan e. Em dê li mala xwe bi kurdî biaxivin."
Malbata Kizilay di sala 1994'an de ji gundê Sulakê yê navçeya Farqîna Amedê koçî Taxa Ortaklarê ya navçeya Germencîka Aydinê kir. Ji wê rojê heta niha li dijî polîtîkaya bişavtinê têdikoşe. Dayika 7 zarokan Zehra Kizilay destnîşan kir ku ew 23 sal e li dijî polîtîkayên bişavtinê têdikoşe, zarokek wê di girtîgehê de ye û zarokek wê jî nexweşê otîzmê ye.
Malbata Kizilay ji ber zextên dewletê di salên 90'î de koçî Aydinê kiriye. Zarokê wan ê nexweşê otîzmê di kurdî de israr dike û wiha got: "Heta ew min fêm nekin, ez ê bi kurdî biaxivim."
'23 SAL E EZ DIÇIM GIRTÎGEHÊ Û TÊM'
Zehra Kizilay çîroka malbata xwe vegot û da zanîn ku ji ber xizmekî wan tev li PKK'ê bûye, her dem zext li wan hatiye kirin. Kizilay wiha domand: "Xezûrê min wê demê 74 salî bû, leşkeran li wî jî xist. Piştî me koçî Aydinê kir, zext li wir jî dewam kirin. Ji ber xebatên siyasî hevjînê min 3 caran hat girtin. Kurê min Muhammed Kizilay ji ber ku komujiya Roboskiyê şermezar kir, 5 sal berê hat girtin û 12 sal ceza lê hat birîn."
Kizilay destnîşan kir ku ew berê jî ji bo hevjîn û xizmên xwe diçû girtîgehê, piştrast kir ku ji sala 1994'an vir ve her dem çûye girtîgehê û hatiye. Kizilay ev tişt gotin: "Ez herî dawî diçim serdana kurê xwe" û wiha pê de çû: "Roja ku ez çûme girtîgehê, zext û binpêkirinên mafan li ser me dewam kirine. Hemû muameleya xirab li dijî me pêk tê."
'DIBISTAN TUNE BE MALÊ ME HENE'
Kizilay diyar kir ku wan li dijî bişavtinê li ber xwe daye, di mala xwe de ji bilî zimanê kurdî, bi zimanekî din naxivin. Kizilay derbirî ku zarok û nebiyên wê di malê de bi kurdî diaxivin û wiha domand: "Heke dewlet di dibisanan de perwerdeya bi zimanê kurdî nede, em ê jî di malên xwe de xwe bi zimanê xwe perde bikin." Kizilay da zanîn ku ew niha têkoşîna xwe bi laçika spî didomîne. Kizilay dest nîşan kir ku girêdana laçika spî bi tena serê xwe têkoşînek e.