Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Azadiya jinê bingehîn azadiya civakê ye

  • rojane
  • 09:13 8 Kanûn 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, der barê geşedanên li Bakûrê Sûriye pêş dikevin û têkoşîna li wir tê dayîn nirxandinên girîng kir. Hesen, diyar kir ku xeta sêyem xwe dispêre fikr û ramanê tevgera azadiya Kurdistanê û hemû nirxên wê yên ehlaqî û wiha got: "Ev alternatîfa han pesendkirina civaka navdewletî jî bi xwe re tîne holê. Nemaze piştî berxwedana Kobaniyê û di heman demê de ev projeya demoqratîk li herêm û cîhanê jî piştgiriya asayîbûn û tebatê dike. Azadiya Jin ê bingeha azadiya Civakê ye û em dibînin nîvê Encumenên Rêveberiya Herêmî ji mafê Jinan ne." 

Li Sûriye 6 salin şerekî dijwar pêş dikeve. Piştî Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an heta niha di pêşengiya tevgera azadiya kurd de xeta sêyemîn a çareseriya demokratîk pêş dikeve û li Rojhilata Navîn û cîhanê dibe model. Der barê geşedanên li Bakurê Sûriye û tevahiya Sûriye Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand. 
 
Hûn dikarin bi kurtasî geşedanên li Rojava pêş dikevin binirxînin?
 
Ji şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an ta niha ku em di qonaxa duyem hilbijartinên Federalîzma Bakurê Sûriyê de ne, em di gelek qonaxên hestiyar û metirsîdar de derbaz bûn. Em dikarin bi kurtî di sê astan de binirxînin. Asta yekem; destpêkirina ku li gorî raman û nirxên felsefî ya neteweya demoqratîk e . Asta duyem; pêşveçûna tevî bergêrîkirina rewa û xweparastina pêkhateyên civakî li Rojavayê Kurdistanê. Asta siyem jî; ew e ku em niha têde berdewam in, qonaxa balansê ye ya veguhestinê ku ji rewabûna şoreşî ji bo rewabûna zagonî. Tabî her qonaxek an jî astek metirsî û rêgiriyên xwe hene. Lê em dikarin bi kurtebêjî  amaje bi vê yekê bidin ku nûnertiya civakbûna şoreşê, ew bergeh e û ew misogertiya li valaderxistina hemû metirsiyan e û garantiyê dide ku hemû lêgefxwarinan bi taybetî yên herêmî ji aliyê rêjîmen totalîtar ve vala derdixe .
 
 Rewş, mîsyona pêkhateyên herêmê hem ji bo Sûriye û hem ji bo Rojhilata Navîn çî ye?
 
Di vir de ya pêwîst ew e ku hemû kes bi berpirsiyartî vê yekê bigire dest ku vebijêrka dewleta netewperest di Rojhilata Navîn de şikestin anî. Em dikarin bêjin ku ew dewlet bi şêwazekî kêm li Ewropa serkeftin bi xwe re anî; dibe ku ew azmûn di qonaxeke taybet de ji Serdema Navîn rast be; lê di Rojhilata Navîn de ew hilbijarte ne serkeftî bû; tersî wê em dikarin bêjin ku dewleta netewperest li dijî berjewendî û hêviyên gelên Rojhilata Navîn bûn. Di Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê de me gelek hengavên serkeftî anîn hole; girîngtirîn hengav ew e ku me fedralîzma demokratîk li ser bingeha coxrafî ku dikare bibe nûnertiya vîna gel û pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê anî.
 
Ev çareserî di nav xwe de kurtkirina krîza Sûriyyê ya ku weke aloziyeke bi girêk bû; û wê çareseriyê dikarî bû ji  herdu aliyên aloziyê re; çi girêdayî bi şerê li dijî terorê û çi jî girêdayî bi rastiya guhertinên demoqrasî ve bibe bersiv . 
 
Kurd û tevgera azadiyê wekî xeta sêyemin tên zanîn. Xeta sêyemîn dê pêşeroja Sûriye û Rojhilata Navîn çawa diyar bike?
 
Girîngiya xeta sêyem ya ku me hilbijart di kirîza Sûriyeyê de gelekî diyar bû; em ne bi rêjîma Sûrî û ne bi rikberiyê re bûn, nemaze ew rikberiya ku armancên wê ji armancên rejîmê ne cuda bûn, armancên rêjîmê yên ku tenê dixwestin bigihên deshilatdariyê. Xeta sêyem xwe dispêre fikr û ramanê tevgera azadiya Kurdistanê û hemû nirxên wê yên ehlaqî; ev ramana han xwe ji dijberiya teror û hemû rêxistinên wê tevî rêjîmên totalîtar guhert ku çi li Suriyeyê û çi li Rojhilata Navîn ji dêvla van rejîmên klasîk bibe alternatîfeke demoqrasiyê. Di baweriya me de, ev alternatîfa han pesendkirina civaka navdewletî jî bi xwe re tîne holê, nemaze piştî berxwedana Kobaniyê û di heman demê de ev projeya demoqratîk li herêm û cîhanê jî piştgiriya asayîbûn û tebatê dike. 
 
Navenda hemû geşedanên li cîhanê îro li Sûriyeyê xwe didin der. Hêzên wekî Rûsya, DYA, Îran û Tirkiye dixwazin Sûriyeyê di nava xwe de parve bikin. Yek bi yek planên wan ên li ser Sûriyeyê û kurdan çi ne? Her çend îro DYA alîkariya çekan bi QSD, YPG'ê re bike jî plan û berjewendiyê wê di vir de çi ne? Sibê dê sekna wê li dijî kurdan çi be? Dîsa Rûsya hem li cem kurdan xuya dike hem li cem Tirkiyeyê. Civînan pêk tîne, lê bêyî kurdan pêk tîne. Mirov dikare sekna Rûsyayê ya li dijî kurdan çawa şirove bike?
 
Her du rejîm, ya Îran û ya Tirkiyê, ji ber ku li dijî vîna gelan in, ji ber wê bi asayiye ku li hember çareseriyeke demokratîk ji bo gelê kurd li Sûriyeyê bisekinin. Tevî di navbera wan de nakokiyên dîrokî û hemdem hene jî, lê belê tên li hev dikin ku ji bo gelê kurd li Sûriyeyê tiştekî bi dest nexe dibin yek.
 
Her du jî ji bo bingeha projeyên xwe yên xweberferehkirinê dixebitin. Rejîma Tirkî li ser Misaqî Milî diaxive, her weha Rejîma Îranê jî pesnê hebûna xwe bi împaratoriyeta Farisan dide. Lê di der barê Rûsya û Amerîkayê de, di herêmê de ecindayên wan yên taybet bi wan hene û têde kar dikin ku rola xwe (Amerîka û Rûsya) di serweriya dosyeyên herîmî û cîhanî de parve bikin. Em ê ne şaş bin ku em bibêjin Rûsiya bi israr e di riya nameyên ku dide de, nişan dide ku sîstema yek Cemserî ya ku bi serkêşiya Amerîka dimeşe êdî ew dikare li şûn xwe bixe û mirov vê yekê di rewşa dawî ya Sûriyeyê de dibîne. Wekî din jî diyar e ku Amerîka û Rûsiya her dem wê yekê destnîşan dikin ku berjewendiya wan herduyan têde hebe. Ew vê yekê bi eşkere dibên em dewlet in û berjewendiyên me hene em ne rêxistinên xêrxwaziyê ne. Ji ber vê yekê em dibêjin ku  şerê lidijî DAIŞ û tunekirina terorê wê li ser destê Yekîneyên Parastina Gel û Jinê û tevahiya HSD û bi hevkariya koalîsyona navnetewî bi serkêşiya Amerîka, bi azadkirina Reqa qaşo Paytexta DAIŞ'ê xwe da nasîn û ew hêzeke Rewa ya Cîhanî derket hole û cihê xwe di asta cîhanî de derxist pêş. Rusya niha dixwaze Tirkiyeyê ji NATO'yê dûr bike bi taybet jî ji Amerîka. Em dibînin ku her dû jî sûdmend in ji têkilkirina Tirkiye di çirava Sûriye de. Piştî rizgarkirina Reqa û îro jî rizagrkirina Dêrezorê ev yek diyar dike ku em di pêvajoya piştî tunebûna DAIŞ'ê de dijîn. Herî kêm mirov dikare vê yekê bibêje ku, di vê pêvajoyê de, mirov hevpeymaniyên nû dibîne yan jî ya rast firehbûna hevpeymaniyê kevin çê dibe, weke hevpeymaniyekî aşkere di navbera Rusya û Emerîka de derdikeve û bi beşdarbûna Federaliya Bakurê Sûriyeyê. Ya ku ji van hevpeymanan herî zêde ziyan bibîne dê rejîma Tirkiyeyê be. Divê ev yek bê dîtin, dûrxistina Tirkiyeyê ya ji bo azadkirina Musil û Reqayê. Hemû rejîmên di herêmê de tevî rejîma Sûriyeyê û ya Îranê hemû beşdarî têkbirina DAIŞ'ê bûbûn. Îran li Musilê û rejîma Esed li herêmên di bin kontrola xwe de. Ya tekane ku hatî dûrxistin Tirkiye bû. Zincîrên guherînan gelek xelekên xwe hene, lê bi hev ve girêdayîne û berdewam in. Kurd di asteke mezin de, bi ramana tevgera azadiya Kurdistanê li hemberî gefên pêşerojê di ewlehiyê de ne. Berovajî yên ku dijî gelê kurd disekinin, jê re nebaşî û xirabiyê dixwazin.  
 
Tirkiye her dem Kurdên Rojava û rêxistinên kurdan ên wekî PYD, YPG yên li Rojava ji bo xwe wekî gef dibîne. Her dem hewl dide êrîş bike û aloziyan derxîne. Lê heta niha ji milê Rojava guleyek jî nehatiye teqandin. Çima Tirkiye Rojava ji bo xwe wekî gef dibîne? Ger ku sibê êrîşeke Tirkiyeyê li dijî Efrîn, ango bajarekî din pêk bê wekî PYD helwesta we dê çi be? DYA û Rûsya dê çawa nêzîk bibin?
 
Rêjîma Tirkiyeyê heta radeyeke mezin berpirsiyar e di berfirehbûna rêxistinên selefî û terorîzimê de; hebûna Daîşê ku du salan li ser sînora wê li Girê Spî, ji bo rejîma AK Partiyê cihê dilxweşiyê bû û di heman demê de bi dehan nîşanên pêwendiyên bazirganiyî di navber wan de hene; DAIŞ petrola Sûriyeyê bi qaçaxî derbazî Sînorê Tirkiyeyê dikir. Her wiha mîmarên dîrokî û kevnar ji Tedmurê derbazî Tirkiyeyê dikirin, derbaskirina çeteyên ku bi eslê xwe tirk û di heman demê de veguhastina bi sedan fabrîka, ji Helebê ber bi Dîlokê; her wiha palpiştiya AKP'ê ji bo hemû komên Birayên Misilman li Sûriye û Misirê û Lîbiya û Tûnisê .
 
Rêjîma Tirkiyeyê xwe dike pêşbergeheke siyasî ji rêxistina El-kaîdeyê re yan tê çi wateyê ku artêşa Tirkiyeyê mil bi mil tev Nûsrayê li Idlibê cumûcolê dike? Her wiha kî bûyê peymana çar bajarên aram berawvajo kiriye; tevî hemû veguhertinên demografî yên ku bi rê ve diçin li Sûriyyê û Bakurê Sûriyêyê.
Rêjîma AKP'ê ji çareseriya demokrasiyê ya ji bo krîza Sûriyeyê ditirse û lê temaşe dike, weke plangêriyeke ku gefan li berjewendiyên wê dixwe û wek tê zanîn ku me çarenûsa demokrasiyê ji xwe re kiriye armanc û ber bi milê pesendkirinê ve diçe. Ji dêvla ku Tirkiye bi çareseriyeke demokrasî ji bo doza kurdî mijûl bibe; berê xwe dide dewletên dirawsî û destdirêjî û destêwerdanê dike û gava ku babet girêdayî maf û vîna gelê kurd be hemû nirxên serweriya dewletan bin pê dike.
 
Rêjîmên totalîtar û di serî de rêjîma Tirkiye berdewam dibîne ku kurdê baş ew kurdê mirî ye; lê striya faşîzma rêjîma AKP'ê wê bişkê, eger gavekê ber bi Efrîn an jî devereke din a Rojavayê Kurdistanê de bê. 
 
Em di wê baweriyê de ne ku hêzên demokrasîxwaz li Tirkiyeyê wê bi me re bin. Her wiha bi milyonan gelê me yê kurd li Bakurê Kurdistanê wê palpişt bin ji vîna gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê. Hemû kes dizane ku berxwedanek heye û li her bostek Rojavayê Kurdistanê nimûneyên berxwedanên mezin yên gelê me li dijî terorîzmê û zordariyê hene.
 
Ger ku Tirkiye êrîşî Rojavayê bike fêda wê çiye zirara wê çi ye. Çima di nava hewldanek wisa de ye?
 
Dema li hemberî Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê êrîş çê bibin wê mieletê tirk dibin bikevin û her wiha gelên Tirkiyeyê baş dizanin ku serkeftinên dîrokî di Rojhilata Navîn de di rêya hevgirtina biratiya gelên Rojhilata Navîn de hate çêkirin û di nav de gelên kurd û tirk jî hebûn. Kî bû yê ku di dema êrîşa Sedam Husên a li Kuwêtê di 2'yê Tebaxa 1990'an de dibin ket? Ta niha em dibînin ku gelên Iraqê buhayên pir mezin didin û nizanin ku wê pêşeroj di demeke nêz de ji wê hingavê xilas be. Rejîma faşîst li Tirkiyeyê dê bibe sedemek ku Tirkiya dewletek bê bandor di nêrînên Civaka Navnetewî de, ji ber ku ew bi xwe agirê irîzên cîranê xwe gur dike.
 
Hilbijartin pêk hat. Ev modela hilbijartinê dê encamek çawa bi xwe re bîne. Dê bandora vê hilbijartinê li ser Sûriye çibe. PYD weki partiya gelan tê zanîn. Hûn wekî PYD'ê pêkhate û gelên din yên li Bakurê Sûriyeya Demokratîk çiqasî temsîl dikin. An ew çiqas xwe di bin vê sîwanê de dibînin?
 
Li gorî raman û felsefeya ku em bi wan bawerin, em nûnertiya zêdetirî 70 % di giştîbûna gelên Sûriyê de dikin. Gelên ku bi bîr û têgihiştiyek pir mezin bi têkiliyên dîrokî yên derbasbûyî ve girêdayîne. Gel tu şer li dijî hev rû nadin, lê belê rejîmên desthiladar (Netewperest, oldar, Ilmanî û Niştimanperstî) li dijî îradeya gelan şer li dar dixin. Zêdeyî milyon û nîv kes ji gelên Bakurê Sûriyê berî dan hilbijartinên ku di asta Komîn û Encumenên Rêveberiya Xweser hatibûn li darxistin û bûn hevparê vê gavê. Û herkesî dizanîbû ku rewşa heyî ji şer, dorpêçkirin, tevlihevî û hewildanên rûreşiyê li dijî deskeftiyên ku bi xwîna xort û keçên Rojava/ Bakurê Sûriyê hatin qezenckirin çî ye.  Çanda partiya me ya ku bi ramanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatiye girêdan di rewşeke pêşketî de ye.  Û bi rastî û bêyî xweşkirin û bi kurtasî ez dikarim bibêjim ku gelên Kurd di rêya felsefeya Netewa Demoqrat de rêveberiya şoreşa guhartinek bingehîn di Rojhilata Navîn de dike
 
PYD, projeyên we ji bo Bakurê Sûriye di milê siyasî, aborî, rêveberî, ciwan, jin, perwerde çand, darazê de çine. Ji bo hûn projeyên xwe têxin meriyetê şert guncav in an divê çi bê kirin. Ger ku hûn van projeyên xwe texin meriyetê pêşerojek çawa li pêş Sûriye ye?
 
Peymana civakî ya Federaliya Demoqratik li Bakurê Sûriyê /Rojava ya ku em beşek ji wê ne bi rengekî diyar û zelalkirî hate dayîn. 
Hemî biriyar di civîna damezirandina duyemîn ya Federaliya Demoqratik de li Bakurê Suriyê hatin tesbît kirin di dîroka 26-27-28 Kanûna 2016'an de. Azadiya Jin ê bingeha azadiya Civakê ye û em dibînin nîvê Encumenên Rêveberiya Herêmî ji (Şaredarî, Tar û Encumenên Kantonan) ji mafê Jinan ne. Û hilgirtina sîstema serokatiya hevbeş li ser hemû komîte û Rêveberiyan.  Herwiha rêjeyek ji îradeya ciwanan re ji hemû pêkhateyên gelên Bakurê Sûriyê. Û bi awayekî sîstematîk perwerdeyên li ser zimanên sereke  (Kurdî, Erebî û Siryanî) ji rola yekemîn (1) ta rola neha (9) bi biryar hatiyê çêkirin. Li gorî komîteya perwerdehiyê di be ku asta duyemîn bi temamî di sala nû de bê qedandin. Ji bilîbûna hebûna sazgeh û zanîngehên li herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê. 
 
Herwiha hebûna karmendên mamosteyan li ser asta hemî herêman yên ku zêdeyî 75% ji wan Jin in. Li ser asta aborî, li gorî navendî û li ser peymana civakî ya federaliya Demoqratik de, aboriya li ser prensîbê xwe bi xweşbînî û pirsa herî zêde û monopolyiyê girêdayî ye. Û ew modela aborî ya tevlîbûna bingehîn li ser bazara sosyal e ku bêhtir baş e. Tevî dorpêçkirin û şer , gelek projeyên piçûk û navendî hatine qedandin. Herwiha pêşveçûna pirsgirêka aboriya civakê li ser rojan ji bo hemû hêz û partiyên sîyasî yên ku sîstema federal ya bakurê Sûriyeyê qebûl kir. Heta ku di çareseriya demokratîk de çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê digerin û ji ber pêvajoya aboriyê di gel pêwendiya gelên Sûriyê de destpêdike.
 
 

Sernavên din

10/12/2017
16:14 Danezana Gerdûnî 69 salî ye: Ne OHAL mafên mirovan
16:03 Raportora HRW'ê Webb: Mafê mirovan bi keyfî tê binpêkirin
15:42 2 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man
15:41 Çalakavanên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
15:27 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê dê bê lidarxistin
15:20 Fîlma ‘Heft roj û heft şev’ layîqî xelat hat dîtin
14:46 5 kesên pankart bi pira Bogazîçî ve kirin hatin binçavkirin
14:33 Danişîna HDP’iyên Manîsa sibe dest pê dike
12:30 Doza komkujiya Reina sibê dest pê dike
12:26 Înşaet hilweşiya 3 karker birîndar bûn
12:20 Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne
11:27 Waliyê Mêrdîn çoltarên Kerboran û Nisêbînê qedexe kir
11:08 Av li Qersê qerizî
10:22 Rojnameger Alayumat dê 2'ê Sibatê derkeve pêşberî dadger
09:56 Saleke îdianameya du hevserokên jin nehatiye amadekirin
09:26 Lozan: Ocalan netewa demokratik, Erdogan desthilatdariyê dixwaze
09:15 TÎHV: Berê veşarî îro aşkere tundiyê dikin
09:14 Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket
09:13 Navenda penaberan e an girtîgeh e
09:12 Ji ber milê qutbûyî bi 2 îdîayên cuda hat darizandin
09:10 Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir
09:09 Meleyê KÎD'ê: Di definkirinê de bi çekê li ser serê me disekinin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN
09/12/2017
22:42 Rêveberê HDP'ê yên Artvînê hatin berdan
21:23 Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin
17:56 Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îfadeya wî negirtin û şandin girtîgehê
17:28 'Bila qanal û rojnameyên dibin dengê me bên vekirin'
16:56 Ji bo Kirboga şîn danîn
16:37 ‘Girtiyên nexweş demildest serbest berdin’
16:08 ÎHD: Girtiyê nexweş Taniş berdin
15:43 Çalakiyên Rêxistinên Demokratîk: Kuştin û tundî zêde bû
14:48 Di çalakiaya li Kolana Yukselê de 6 kes hatin binçavkirin
14:47 Tabloya herî tarî ya binpêkirinan
14:36 Arslan: Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî aştiyê ye
14:25 Xizmên windayan aqubeta Haci Şîlî pirsî
14:18 Dayikên Şemiyê: Dewlet lîstika ker û lalan dilîze
14:05 Di serdagirtina malê de li ser nimêjê rakirin
13:43 Rojnameger Ogreten: Tenê hewşa girtîgeha derve mezin e
13:42 ‘Divê ji rapora TUBÎTAK'ê baldar bin, wan maşînên zirxî ji herêmê vekişînin’
12:59 Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin
12:48 Li Sûrê dîrok jî binax kirin
12:47 Qeyûm şertê ‘ultrason’ û ‘beravêtinê’ danî pêşiya goştfiroşan
12:18 Wekîla yewnanî: Hikumeta wê demê ji mijara Ocalan berpirsyar e
11:55 Ekonomist Altintaş: Aramî di aştiyê de ye
11:35 HDP'iyên tahliye bûn qala Girtîgeha Tarsusê kirin
11:10 '18 hezar karker mirin'
10:59 Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt
09:55 DBP 11'ê kanûnê rapora qayûman aşkere dike
09:47 Ji HDP û CHP’ê şerh: Ev butçeya şer e
09:46 Endezyarên madenê: Ketina kanên komirê ya bê tedbîr mirin e
09:44 Trafo li hewşa dibistanê bi cih kirin
09:43 Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin
09:42 Meclîsê pêşniyaznameya Komkujiya Roboskiyê 'qebe' û 'tahl' dît
09:42 'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'
09:26 Jinên vî gundî şîfayê belav dikin
09:24 Qeyûm bostan jî hişk kir
09:23 Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî
09:22 Dozger 'mafê bêdengiyê' helwesta rêxistinî binav kir
09:22 Midûrê Girtgeha Bolu dixwaze bibe 'pîlot'ê cilên yek tîp
09:21 Ji Çiyayê Şengalê dayikên Bakurî silav kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2017'AN
08/12/2017
16:07 Di bîranîna Elçî de banga tevlîbûna çalakiyan kirin
15:58 Şaxa SES'ê ya Wanê: Em vê budceyê qebûl nakin
15:43 Karkerên Kargoyê: Em ê bi serkevin
15:26 ‘275 rojin edalet birçî ye'
15:18 Binpêkirinên mafan ji hemû salên borî derbas kir
15:15 ‘Polîs ji bo şopa îşkenceyê winda bikin merhemê dide'
15:14 Çawa ji girtîgehê derket dîsa binçavkirin
14:47 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
14:23 Midurê girtîgehê: Em ê cenazeyê te bişînin malê!
14:00 Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bêzar in
13:36 TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye
13:23 DÎSK: Divê heqdestiya herî kêm 2 hezar û 300 TL be
12:58 ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'
12:55 Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû
12:26 Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin
12:13 Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin
12:09 2 kes li Geverê binçav kirin
12:08 Êzidî û komên îşkencekar li heman qadê tên hiştin
11:53 NY hêj bêdeng e
11:43 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:13 Amed ji sempozyuma mafê mirovan re amade ye
10:41 Karkerên Sûriye bi erzanî di avahiyên TOKÎ de dixebitînin
10:30 Rektorî ye yan daraz e?
10:29 Xebatkarên Radyo 14 meh in li benda îdianameyê ne
10:27 Ji ber nameya ji girtîgehê 90 sal ceza dixwaz in
10:24 Mele Arkan: Wek mizgeftan malên şînê jî yên gel in
10:22 Serokê VANTSO'yê îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
10:12 Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin
10:11 Li Girtîgehê werem heye lê bijîşk tune
10:09 Li dijî 'taciz'ê derket 3 mehan dernexistin hevdîtinê
10:00 Dikandarê bajar bi bajar ketiye pêyî şopa dengbêjan
09:58 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende
09:38 Pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû ye
09:35 23 salin li dijî bişavtinê têdikoşe
09:13 Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Azadiya jinê bingehîn azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017'AN
08:46 Walî derketina derve ya 51 gundên Amedê qedexe kir
07:01 Cenazeyên 5 parazvanên Mexmûrê bi merasimekê oxir kirin
07/12/2017
21:48 Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin