* Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin diyar kir ku tecrîd li dijî tewahiya kurdan e. Ozturk, hikûmeta AKP’ê hişyar kir û got: “Ocalan xeta sor a gelê kurd e. Ji bo Tirkiye yê û rojhilatanavîn ji fersend e. Heger tecrîd wisa bidome tu kes nikare pêşerojê bibîne.”
* Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, der barê geşedanên li Bakûrê Sûriye pêş dikevin û têkoşîna li wir tê dayîn nirxandinên girîng kir. Hiso, diyar kir ku xeta sêyem xwe dispêre fikr û ramanê tevgera azadiya Kurdistanê û hemû nirxên wê yên ehlaqî û wiha got: "Ev alternatîfa han pesendkirina civaka navdewletî jî bi xwe re tîne holê. Nemaze piştî berxwedana Kobaniyê û di heman demê de ev projeya demoqratîk li herêm û cîhanê jî piştgiriya asayîbûn û tebatê dike."
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, li ser Êzidyên li gundê Efşê ya Nisêbîna Mêrdînê rastê gefên koçberiyê tên axivî û got ku tiştek bi serê Êzidiyan were berpirsyarê wê hikûmeta AKP’ê ye. Uca, destnîşankir ku ev salek û 3 mehin agahî ji Êzidiyên li Qampa AFAD’ê dimînin nayên girtin û Êzidî bi komên îşkencekar re bi heman qampê dimîn in.
* Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî berî 10'ê Mijdarê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, der barê rewşa li Tirkiyeyê de axivî. Yolerî aşkera kir ku ji xwe binpêkirinên mafan zêde bûn, bi OHAL'ê re ev derketiye asta herî jor û ev tişt got: "Saziyên navneteweyî yên wekî NY, DMME û CPT, li dijî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê bê deng man û tu helwest nedan nîşan."
*Hecî Omer Ekîn ku ji ber axûn û dildariya xwe ya ji bo dîwanên dengbêjan bajar bi bajar geriyaye û deng tomar kirine, niha li Sûrê li dikaneke biçûk li wan dengên tomarkirî guhdar dike û dema guhdar dike aram û hêmîniyek xwe lê radipêçe.
*Zehra Kizilay 23 sal berê ji Farqînê koçî Aydinê kir û bi van gotinên wê liv û tevgera xwe ya li dijî bişavtnê vegot: "Zarok û neviyên min hemû di malê de bi kurdî diaxivin. Heke li dibistanê perwerdeya bi zimanê kurdî tune be, em ê di malê de bi kurdî biaxivin."
*HDP dê di meha Sibatê de Kongraye Xwe ya Mezin a Awarte ya 3'yemîn li dar bixe. Berî kongreyê dê di nava 2 mehan de konferansên du rojî li 10 navendên cuda yên herêm û Enqerê li dar bixe. Sezaî Temellî yê HDP’î, diyar kir ku kongre dê pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû be.
*Dema Betul Ozdemîr ji bo hevdîtinê bi hevjînê xwe re çê bike û çû Girtîgeha Tîpa L a Jimare 2'yan a Sîlîvriyeyê, li têketina girtîgehê bi lêgerîneke tacizîyî re rû bi rû me û ji ber li divî vê yekê derket rayedarên girtîgehê bi hinceta "Ji ber ewlekarî û pergala saziya înfazê ya ceza xerab kiriye" 3 mehan hevdîtin lê qedexe kirin.
*Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên girtin, di bin gefa "weremê" de ne. Li girtîgehê hezar û 500 girtî hene, lê li girtîgehê bijîşk tune ye.
*Serokê VANTSO Necdet Takva ku di doza Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya û 10 xebatkarên şaredariyê de wek şahid hat guhdarîkirin berê wiha îfade dabû: "Şaredariyê bi tu awayî mudaxile nekir." Takva li dadgehê vê îfadeya xwe guherand û wiha got: "Di îfadeya min a ewilîn de hin kêmasî û şaşî hene. Ez bi xwe nebûme şahid."
*Şaredariya Farqînê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, bêyî destûr nahêle kes şînên xwe li malên şînê deyne. Endamê KÎD'ê Abdûllah Arkan bertek nîşanî vê rewşê da. Arkan dest nîşan kir ku malên şînê jî wek mizgeftan malên gel in û wiha got: "Tu eleqeya van tiştan bi îslamiyetê re tune ye."
*Li Bûcayê, di meha Adarê de 3 kes di avêtina ser malê de hatibûn girtin. Îdianameya der barê Vahdettîn Yalçinerê ji 1995'an ve di girtîgehê de ye û 3 kesên din de hat amadekirin. Di îdianameyê de nameya ku Yalçiner ji xwarzîkê xwe re nivîsandibû û li ser Rizgar Ridvan Yakût ku beriya operasona avêtina ser malê 2 roj berê ji girtîgehê derketibû, wek delîl hat hesibandin û ji ber vê nameyê ji her 4 kesan re bi giştî 90 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
*14 meh in îdianameya der barê 3 xebatakrên girtî yên Radyoya Karacadagê ku bi KHK'ê hat girtin nehatiye amadekirin.
*Li Wanê xwendekarê pola dawîn ê Fakulteya Tibê Vedat Kaplan 14 meh berê hatibû girtin. Hîn îdianameya der barê Kaplan de nehatiye amadekirin, lê belê derket holê ku ji zanîngehê hatiye avêtin.
*Li Cizîra ku li gor hejmarên fermî rêjeya betaliyê ji sedî 29 e, di avahiyên TOKÎ'yê de koçberên sûriyeyî bi heqdesteke kêm û bê sîgorte tên xebitandin.
* Sendîkaya DİSK'ê dê têkildarî mûça karkeran a kêm li navenda Giştî ya Beşiktaşê civîna çapemeniyê pêk bîne.
(11.00)
* Şaxa Tum Bel-Senê ya Wanê dê têkildarî pêşnûmeya butçeya li meclîsê tê niqaşkirin li avahiya Egîtîm Sen'ê ya Wanê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê binpêkirina mafên mirovan a meha Mijdarê bi raya giştî re parve bike. (13.30)
* Baroya Amedê dê ji bo bîranina Tahîr Elçî li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)