Cenazeyên 5 parazvanên Mexmûrê bi merasimekê oxir kirin

  • rojane
  • 07:01 8 Kanûn 2017
  • |
img
 
MEXMÛR - Bi hezaran welatiyên Wargeha Mexmûrê ji heft salî heta heftê salî ji bo merasîma 5 parazvanên Mexmûrê li NCHM’ê kom bûn û bi dirûşmên "Şehîd namirin" cenazeyên parazvanên wargehê bi rê kirin.
 
Bi hezaran welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo merasîma Şehîdan li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) wêneyên parazvanên wargeha Mexmûrê, alên PKK’ê YPG’ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildan, bênavber dirûşma "Şehîd namirin" qîr kirin.
 
Darbesta parazvanên Mexmûrê ji Saziya Malbatên Şehîdan li ser milan kirin û heta NÇHM’ê meşiyan û di kesayeta cangoriyên Mexmûrê de ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li qadê gel bi hêrseke mezin dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Bimre Îxanet” Şehîd Namirin” berz kirin. Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Meclîsa Gel Daxuyaniyek hate xwendin û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 6’ê Kanûnê saet di 18:45’an de li êrîşek li dijî wargeha şehîd Rustem cûdî pêk hat. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev êrîşa namerd, bêbext a li ser Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê pêk hatî, di nava wargeha me de cihê avahiya Yekîneyên Parastina Cewherî ya Mexmûr kiriye hedef. Di vê êrîşê de ji endamên Yekîneyên Parstina Cewherî yên Mexmûrê Botan, Baz, Çekdar, Bager û Devran şehîd bûne. Her wiha 3 kes jî birîndar in. Ev êrîş li ser gelê wargeha me di şexsê gelê wargeha me de, li ser gelê Kurdistanê hatiye pêkanîn.”
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser berxwedana Hêzên Parastina Cewherî ya li wargehê û wiha gotin: “Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Mûsilê pêk hatin de, ji bo amadekariya parastina wargehê ev Hêza Parastina Cewherî ji gelê Mexmûrê ava bû. Dema çete ji Mûsilê ber bi Mexmûrê ve hatin û hemû dever dagirkirin li Wargeha Mexmûr ya Şehîd Rustem Cûdî tenê ev hêza Parastina Cewherî guleya yekem avêtin û çeteyên DAIŞ’ê li vê wargehê rawestadin. Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê bi vê berxwedana xwe ya dîrokî tenê ne Mexmûr parastin heman demê pêşveçûna terorîstên DAIŞ’ê ya li ser Hewlêrê û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê jî dan rawestandin. Weke tê zanîn piştî wê demdirêj li hemberî çeteyan vê hêzê parastinê berxwedaneke qehremanî raber kir û di şikandina çeteyên DAIŞ’ê bûn xwedî rol.
 
Ev hêz di dema xwe de li dijî DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirî, îro hate hedefkirin. Bêguman ev êrîş dagirkeriya Tirk a di pêşengtiya Erdogan de pêk aniye. Lê ev herêm axa Başûrê Kurdisan û Iraqê ye. Bi sed kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye. Em weke gelê wargehê dixwazin fêm bikin ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hêzên din ên peywendîdar çawa rê dan ku ev êrîş li ser wargeh me pêk bê? Em divê derheqê de di serî de ji hikûmeta Iraqê ya Federal, hikûmeta Başûrê Kurdistan û hêzên din ên peywendîdar li benda daxuyanî û helwestên wan in. Eşkereye ku ev êrîş xizmeta DAIŞ’ê dike û dixwaze tola DAIŞ’ê rake.”
 
Di dewama daxuyaniyê de wiha bang kirin: “Em wek gelê Wargeha Mexmûrê, bang li Neteweyên Yekbûyî dikin û dibêjin; Wargeha Mexmûr kampekey ya penaberane, ewlehî û parastina vê wargehê di rêza yekem de di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye. Li gorî zagonên navneteweyî ya der barê koçberan de ev êrîş dibe binpêkirina hemû yasayên navneteweyî û sûceke li dijî mirovahiyê ye. Di derbarê vê êrîşa hovane de em jî NY li benda helwestekî zelal in û ji wan dixwazin ku li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin. Em weke meclîsa Meclîsa wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi navê tevahî gelê Wargehê vê êrîş bi tundî şermezar dikin û dibêjin; li himberî van êrîşan emê ti caran gav bi şûnd navêjin û emê hîn zêdetir li hemberî destdirêjiya Tirkiyeyê û hevalbendên wan piştevaniya şoreşê xurt bikin û weke gelê mexmûrê bi sekna xwe ya xwedî îrade bersiva pêwîst bidin hemû neyaran.”
 
Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, Rêzan Rojhilat axivî û diyar kir ku di dijî navenda Hêzên Parastina Cewherî ya Wargehê êrîşe pêk hatiye. Di vê êrîşê de 5 endamên Parastina Cewherî ya Mexmûrê şehîd bûne û 3 jî birîndar in.
 
Rojhilat  wiha berdewam kir: “Hêzên Parastina Mexmûrê, ji Tebaxa 2014’an û pê ve li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên sivîl ên Kampa Mexmûrê biparêzin hatibû avakirin. Ev yekîneyên parastinê yên ku xwe dispêrin hêzên xweser ên gelê wargehê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê welatiyên sivîl ên li kampê bi awayekî aktîf parastibûn. Li aliyê din cihê ku bûyer lê qewimî di bin kontrola Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraqê bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirsyar in. Li herêma ku êrîş lê pêk hatiye, qada hewayî ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê parastin. Divê têkildarî vê êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyek bide.
 
Di demeke wiha de êrîşekî bi vî awayî raste rast dewleta Tirk tê bîra me. Di vê êrîşê de destê dewleta Tirk heye. Bila her kes baş bizen em ê li hemberî van êrîşan serî netewînin. Emê li ber xwe bidin. Sekna vî miletî diyar e. Herî dawî em bang li hemû gelê Kurd û raya giştî dikin ku li hemberî êrîşan serî natewînin heta dawî em ê li ber xwe bidin. Em dibêjin serê malbatên şehîdê me saxbe.”
 
Merasîm bi dirûşmên "Şehîd Namirin" "Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/12/2017
16:14 Danezana Gerdûnî 69 salî ye: Ne OHAL mafên mirovan
16:03 Raportora HRW'ê Webb: Mafê mirovan bi keyfî tê binpêkirin
15:42 2 zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû man
15:41 Çalakavanên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
15:27 8’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê dê bê lidarxistin
15:20 Fîlma ‘Heft roj û heft şev’ layîqî xelat hat dîtin
14:46 5 kesên pankart bi pira Bogazîçî ve kirin hatin binçavkirin
14:33 Danişîna HDP’iyên Manîsa sibe dest pê dike
12:30 Doza komkujiya Reina sibê dest pê dike
12:26 Înşaet hilweşiya 3 karker birîndar bûn
12:20 Endamê Partiya Karkeran: Hemû rêberên otokratik bi dawî ne
11:27 Waliyê Mêrdîn çoltarên Kerboran û Nisêbînê qedexe kir
11:08 Av li Qersê qerizî
10:22 Rojnameger Alayumat dê 2'ê Sibatê derkeve pêşberî dadger
09:56 Saleke îdianameya du hevserokên jin nehatiye amadekirin
09:26 Lozan: Ocalan netewa demokratik, Erdogan desthilatdariyê dixwaze
09:15 TÎHV: Berê veşarî îro aşkere tundiyê dikin
09:14 Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket
09:13 Navenda penaberan e an girtîgeh e
09:12 Ji ber milê qutbûyî bi 2 îdîayên cuda hat darizandin
09:10 Bi makîneyekê ji 35 jinan re kar ava kir
09:09 Meleyê KÎD'ê: Di definkirinê de bi çekê li ser serê me disekinin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN
09/12/2017
22:42 Rêveberê HDP'ê yên Artvînê hatin berdan
21:23 Prof. Dr. Aksu: Baş bû ku min îmze avêt û hatim îxrackirin
17:56 Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îfadeya wî negirtin û şandin girtîgehê
17:28 'Bila qanal û rojnameyên dibin dengê me bên vekirin'
16:56 Ji bo Kirboga şîn danîn
16:37 ‘Girtiyên nexweş demildest serbest berdin’
16:08 ÎHD: Girtiyê nexweş Taniş berdin
15:43 Çalakiyên Rêxistinên Demokratîk: Kuştin û tundî zêde bû
14:48 Di çalakiaya li Kolana Yukselê de 6 kes hatin binçavkirin
14:47 Tabloya herî tarî ya binpêkirinan
14:36 Arslan: Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî aştiyê ye
14:25 Xizmên windayan aqubeta Haci Şîlî pirsî
14:18 Dayikên Şemiyê: Dewlet lîstika ker û lalan dilîze
14:05 Di serdagirtina malê de li ser nimêjê rakirin
13:43 Rojnameger Ogreten: Tenê hewşa girtîgeha derve mezin e
13:42 ‘Divê ji rapora TUBÎTAK'ê baldar bin, wan maşînên zirxî ji herêmê vekişînin’
12:59 Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin
12:48 Li Sûrê dîrok jî binax kirin
12:47 Qeyûm şertê ‘ultrason’ û ‘beravêtinê’ danî pêşiya goştfiroşan
12:18 Wekîla yewnanî: Hikumeta wê demê ji mijara Ocalan berpirsyar e
11:55 Ekonomist Altintaş: Aramî di aştiyê de ye
11:35 HDP'iyên tahliye bûn qala Girtîgeha Tarsusê kirin
11:10 '18 hezar karker mirin'
10:59 Elîaçik: Meseleya Qudusê dozên Girava Manê û Zarrab nuxamt
09:55 DBP 11'ê kanûnê rapora qayûman aşkere dike
09:47 Ji HDP û CHP’ê şerh: Ev butçeya şer e
09:46 Endezyarên madenê: Ketina kanên komirê ya bê tedbîr mirin e
09:44 Trafo li hewşa dibistanê bi cih kirin
09:43 Federasyona Komeleyên Jinan: Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin
09:42 Meclîsê pêşniyaznameya Komkujiya Roboskiyê 'qebe' û 'tahl' dît
09:42 'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'
09:26 Jinên vî gundî şîfayê belav dikin
09:24 Qeyûm bostan jî hişk kir
09:23 Çîroka 3 nifşên di navbera çiyê û zindanê de mayî
09:22 Dozger 'mafê bêdengiyê' helwesta rêxistinî binav kir
09:22 Midûrê Girtgeha Bolu dixwaze bibe 'pîlot'ê cilên yek tîp
09:21 Ji Çiyayê Şengalê dayikên Bakurî silav kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2017'AN
08/12/2017
16:07 Di bîranîna Elçî de banga tevlîbûna çalakiyan kirin
15:58 Şaxa SES'ê ya Wanê: Em vê budceyê qebûl nakin
15:43 Karkerên Kargoyê: Em ê bi serkevin
15:26 ‘275 rojin edalet birçî ye'
15:18 Binpêkirinên mafan ji hemû salên borî derbas kir
15:15 ‘Polîs ji bo şopa îşkenceyê winda bikin merhemê dide'
15:14 Çawa ji girtîgehê derket dîsa binçavkirin
14:47 Rêveberê HDP’ê hat binçavkirin
14:23 Midurê girtîgehê: Em ê cenazeyê te bişînin malê!
14:00 Welatî ji lêpirsîna GBT’ê bêzar in
13:36 TUBÎTAK: Her dem îhtîmala ku kobra mirovan bikuje heye
13:23 DÎSK: Divê heqdestiya herî kêm 2 hezar û 300 TL be
12:58 ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'
12:55 Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû
12:26 Dixwazin li Sûriyeyê agirê şerekî nû gur bikin
12:13 Şahidên komkujiya Dîgorê: Êşên me hêj jan didin
12:09 2 kes li Geverê binçav kirin
12:08 Êzidî û komên îşkencekar li heman qadê tên hiştin
11:53 NY hêj bêdeng e
11:43 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:13 Amed ji sempozyuma mafê mirovan re amade ye
10:41 Karkerên Sûriye bi erzanî di avahiyên TOKÎ de dixebitînin
10:30 Rektorî ye yan daraz e?
10:29 Xebatkarên Radyo 14 meh in li benda îdianameyê ne
10:27 Ji ber nameya ji girtîgehê 90 sal ceza dixwaz in
10:24 Mele Arkan: Wek mizgeftan malên şînê jî yên gel in
10:22 Serokê VANTSO'yê îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert
10:12 Prz.Yolerî: NY û DMME'ê mafên mirovan neparastin
10:11 Li Girtîgehê werem heye lê bijîşk tune
10:09 Li dijî 'taciz'ê derket 3 mehan dernexistin hevdîtinê
10:00 Dikandarê bajar bi bajar ketiye pêyî şopa dengbêjan
09:58 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan xeta sor a kurdan e, ji bo Tirkiye yê jî fersende
09:38 Pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû ye
09:35 23 salin li dijî bişavtinê têdikoşe
09:13 Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Azadiya jinê bingehîn azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017'AN
08:46 Walî derketina derve ya 51 gundên Amedê qedexe kir
07:01 Cenazeyên 5 parazvanên Mexmûrê bi merasimekê oxir kirin
07/12/2017
21:48 Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin