ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku piştî 398 rojan şûnde danişîna wî pêk hat nehat tehliyekirin. Dadgehê biryar da ku di danişîna bê de Demîrtaş amade be.
Rûniştina doza yekem a Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtşa piştî 398 rojên girtî li Dadgeha Cezayê Giran a 19'emîn a Enqerê pêk hat. Demîrtaş neanîn rûniştina dozê û di heman demê de destûr nehate dayîn ku çavdêr, parlementer û heyetên biyanî jî dozê bişopînin. Ji bo biryara dadgehê parêzer xistin eywanê. Dadgehê biryar da ku di danişîna bê de Demîrtaş amade be û biryara berdewamiya girtina wî da.
Danişîna din taloqî 14'ê Sibata 2018'an hat kirin.