NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, êrîşa li ser Mexmurê şermezar û bang li hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên navneteweyî kir.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentere Qersê Ayhen Bîlgen, derbarê êrîşa li ser Qempa Penaberan a Mexmurê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li Qempa Mexmurê ya dibin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Rêveberiya Herêma Kurdistanê, êrîş pêk hat. Di êrîşê de kuştî û birîndar hene. Ev vê êrîşê bi awayek tund şermezar dikin. Em dibêjin serê gel, Meclîsa Gel û Mexmurê û malbatê kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan xas be û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat got: “Qempa penaberan a Mexmurê, qempa kurdên di sala 1990’î de bi darê zorê ji gundên xwe hatin derxistin bûn û penaber bûn. Duh bi şev êrîşî qempê hat kirin. Em êrîşa duh bi şev hat kirin, wekî hewldana gefdayîn û provokatîf binav dikin û mehkûm dikin. Ji bo ev êrîş dubare nebin em bang li rayedarên herêmê û navneteweyî dikin ku bi lezgîn tedbîr bigirin. Divê berpirsên vê êrîşê bên girtin û darizandin.”