STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHP'ê ya Stenbolê, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên meha Mijdarê li girtîgehên herêma Marmarayê qewimî ne, aşkera kir ku piştî OHAL'ê binpêkirin zêde bûn.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) a Stenbolê, der barê binpêkirinên mafa ên li girtîgehên herêma Marmarayê de, rapora meha Mijdarê aşkera kir. Rapor bi nêrînên girtiyan hat amadekirin û balê dikişîn ser şertên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoy, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Bandirma, Girîgeha Tîpa L a Balikesîr, Girtîgeha Tîpa T û F a Bolu, Girîgeha Tîpa F a Edîrne, Girîgeha Jinan a Gebze, Girîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandira, Girtîgeha Hejmar 2 a Kandira, Girîgeha Hejmar 9, 5 û 2 ya SîlîvrÎ, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tîpa F û Tîpa T a Tekîrdagê.
‘ÎŞKENCEYA ZAYENDÎ LI GIRTIYA JIN KIRIN’
Di raporê de astengiya hevdîtinê, lêgerîna tazî, muameleya xirab û îşkenceya li girtîgehan cih girt û ev tişt hat gotin: "Bi lêdana hişk îşkence li girtiyan hat kirin. Ji zextên derûnî bigire, di gelek waran de îşkence û mameleya xirab li dijî girtiyan pêk hat. Lêgerînên ku rûmeta mirovan dişkîne, her ku diçe zêde dibe. Dîsa lêgerîna tazî jî parçeyekê vê yekê ye. Bê ser û ber di koxûşan de lêgerîn pêk tê. Zextên li Girtîgeha Sîlîvriyê li dijî jinên girtî pêk tê, bi dijwarî xwe dide der, li gel vê muameleya xirab zêde ye. Di dema lêgerînê de heqaretê li girtiyan dikin. Koxûşên der û dorê wan bi girtiyên DAIŞ û FETO'yê hatine dagirtin. Girtiyan da zanîn ku ev girtî her dem wan dibînin, tu qadeke wan a taybet nemaye. Ev rewş jî dide nîşan ku îşkenceyeke zayendî dikin."
‘DI DEMA SEWQÊ DE ÎŞKENCE DIKIN’
Li gorî daneyên raporê di cihê hewastandinê ya Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê de, kamera hatine bicihkirin, zextên li Girtîgeha Hejmar 2 a Sîlîvriyê jî zêde bûne û di vê der barê de ev tişt hat gotin: "Piştî hevdîtina girî û parêzeran, lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin, ji ber ku girtî li dijî vê derdikevin, li wan dixin. Dema girtî derdikevin hevdîtinê nîzamiya leşkerî li ser wan ferz dikin; fermanê didin wan ku li ber dîwêr di yek rêzê de bimeşin. Girtiyên bertek nîşanê vê zextê dan, 35-40 roj berî hevdîtnê di hola girtîgehê de qerefîska rûniştin û ev pêkanîn şermezar kirin. Ji ber vê berxwedana girtiyan, memûrên înfazê îşkence li girtiyan kirin. Ji ber îşkenceyê sermila girtiyekî û milê girtiyekî ji ber derbê zerar dît. Girtiyan xwestiye ji revîrê raporê bigirin û der barê berpirsyaran de serlêdana sûc bikin. Lê hêj tu bersiv nedane serlêdana girtiyan."
Di dewama raporê de hat diyarkirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê dimînin, dema wan dibin edliye û nexweşxaneyêi di vegerê de dixwazin cilên xwe bilind bikin û cilên xwe yên binî nîşanî kamerayê bidin. Girtiyên vê yekê qebûl nakin, îşkenceyê li wan dikin.
Li gorî agahiyan berî 3-4 hefteyan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê, 9 kes beyî xwesteka wan hatine sewqkirin û di dema sewqê de îşkence li van girtiyan kirine, bi erdê re hatine kaşkirin, destûr nedane ku kel û pelên xwe jî bigirin.
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DEWAM DIKE’
Di raporê de hat aşkerakirin ku dema tecrîd tê gotin, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li gel Ocalan tên bîra raya giştî û wiha hat gotin: "Girtîgeheke giravî bi tevahî li gorî serê xwe, beyî ku bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk bê, ji her tiştî hatine mehrûmkirin. Di serî de platforma me û gelek saziyên rêxistina sivîl, der barê tenduristiya kesên li giravê dimînin de bi firkar in. Ev binpêkirinên mafan hêj berdewam dikin. Li gel tecrîda Îmraliyê, girtîgehên tipên F, dikarin 3 kes jî li gel hev bihêlin û dikarin kesekî jî bi tena serê wî bihêlin. Ev girtîgeh ji bajaran dûr wekî girtîgehên kampus hatine çêkirin, girtiyan ji malbatên wan gelekî dûr dibim, ev jî rewşa malbatan zehmettir dike. Li girtîgehên tîpên F ên herêma Marmarayê, binpêkirinên mafan gelekî zêde ne. Li girtîgehên Kocaelî (Kandira) ên hejram 1 û 2, girtîgehên Edîrne, Kirikkale, Tekîrdag hejram 1-2 û Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, kes an bi tena serê xwe, an jî 3 kes li gel hev dimînin.
‘DERMANKIRINA BI KELEPÇE DIDOME'
“Bi taybetî girtiyên nexweş tenduristiya wan di bin rîskê de ye. Ev sekna li dijî girtiyên nexweş îşkence ye. Li gorî hiqûqê berpirsiyariya bijîşkan jî heye. Divê bijîşk cudahiyê nexin nava nexweşan û li gorî sinc û sonda bijîşkiyê girtiyan derman bikin. Hêj girtî bi kelepçeyê tên dermankirin. Ji ber girtî bi kelepçe tên dermankirin naxwazin bên dermankirin. Girtiyê vê yekê red dikin rastî gefên mezin tên. Dîsa rewşa kawîş û hucreyan ji tenduristiyê re gelek xerab e û ne guncav e. Milê paqijiyê kêm e. Tavê nabîne. Hewayê nastîne. Ev girtiyên nexweş dixe xeterê.
NASNAMEYAN LI SER GIRTIYAN FERZ DIKIN
“Hem girtiyan dereng dibin nexweşxaneyê û hem jî li ser wan ferz dikin ku nasnameya ‘sucdarê terorê' bi xwe vekin. Girtî ji ber vê yekê qebûl nakin wan nabin nexweşxaneyê. Dîsa li maşîna rîngê hucre ava kirine.
Girtiyê girtîgeha Tîpa F a Edirneyê Yahya Ozmen di 10'ê mijdarê de xwe şewitand û ew şandin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê. Girtî pir dereng birin nexweşxaneyê. Dîsa refaqatvan nebirin cem wî.
‘BI KHK'AN BINPÊKIRIN ZÊDE BÛN'
“Yek ji mafê darizandina adîl mafê parastinê ye. Ev mafê parastinê ji aliyê standartên navneteweyî ve hatine mîsogerkirin. Lê piştî KHK xistin meriyetê gelek mafên girtiyan bi hinceta ewlehiyê ji destê wan derxistin. Bi biryarnameya hêjmar 667'an a OHAL'ê gelek mafên girtiyan hatin bi sînorkirin. Dîsa bi KHK'ya hejmar 676'an zextên li ser girtiyan zêdetir bûn. Parêzer nikarin bi awayekî veşarî bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin. Dîsa nikarin her tiştî aşkere bi axivin û binêkirinê mafan zêde dibe. Bi KHK û OHAL'ê mafê ziyareta girtiyan a bi xizmên xwe re û mafê telefonê hatiye sînorkirin. Girtiyê ku berê mafê wan ê hefteyê carekê bi malbatên xwe re bi axivin hebû niha ji 2 hefteyan carekê dikarin telefon bikin. Pêkanînên piştî mijdara 2016'an li hemû girtîgehan xwe rû dan. Mafê hevdîtinê yê ji mehê carekê derxistin 2 mehan carekê mafê telefonê yê hefteyê carekê derxistin 2 hefteyan. Mafê name, faks, pirtûk û amûrên ragihandinê tev hatin astengkirin. Dîsa alav û amûrên wan hatin bisînorkirin. Mafê wan ê tenduristiyê ji destê wan hat girtin."
‘LI GIRTÎGEHAN JI BO HER TIŞTÎ CEZA DIKIN
Di raporê de behsa cezayê dîsîplê yên ji bo girtiyan hat dayîn kirin û wiha birdewam kir: “Li Girtîgeha Hêjmara 2 a Tîpa T a Tekîrdagê, ji ber ku 25 girtiyan bi armanca şermezar kirina pêkanînên tecerîtê yên li girtîgehan dirûşme berz kirin, derbarê wan de lêpîrsîna dîsîplînê ve bû. Li Girtîgeha Hêjmara 2 a Tîpa T a Bandirmayê, girtiyan ji ber ku di nameyên ji Wezareta Dadê re şandi de “Birêz Ocalan nivîsanandin” derbarê wan de bi hinceta propagandaye rêxistinê kirin doz hat kirin û dûre beraet kirin. Li ji ber vê nameye cezayê hucreyê yê di navbera 10 û 20 rojan de ji girtiyan hat dayîn. Ji bo girtiyekê ev cezayê hucereyê hincet dabûn nişandan û înfaza wî şewitan dibûn. Niha li gelek girtîgehan, gelek girtî bi şewitandina înfazê re rû bi rû ne. Li girtîha Hêjmara 1 a Tîpa F a Kandirayê, heta bêje cezayê disîplînê zêde bûne. Mînak ji bo komeke ku 3 rojan ketin greva bîrçîbûnê de, 3 meh cayê faliyetên civakî dan wan. Ji ber kunên di dîwaran de ku demek dirêj hene, lêpirsîna dîsîplînê derbarê 73 girtiyan de dan dest pêkirin. Li Girtîgeha Hejmara Tîpa F a Kandirayê, ji bo 34 girtiyên di 20 û 23’yê Cotmehê de ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê lêpirsîna hat dest pêkirin û heyvek ji faliyetên civakî hatin durxistin. Di 13’ê Cotmehê de ji ber ku meqesa simbêl birînê hat dîtin, rojek cezayê hucreyê dan 3 girtiyan. Ji ber ku girtiyan ser kamerayê girtin cezayê hevdîtine û agahî ji derve girtinê ji bo wan hat dayîn. Li Girtîgeha Tîpa F a Bolu yê jî, ji ber ku hikûmxar ji bo sê rojan ketin greva birçîbûnê 3 meh cezayê ne derketina hevdîtinê li wan hat birîn.”
Di raporê de bal kişand ser sîrgûn kirina girtiyan û wiha hat gotin: “Dinava meha Mijdarê de bi giştî 32 girtî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê sewqî Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Bunyana hatin kirin û ev 32 girtî di 3 demên cuda de û wekî 3 koman hatin sîrgûn kirin. Agahiya sîrgûnê nedane girtiyan û di saetên serê sibê de ser hucereyan de girtine û girtî sîrgûn kirine.”
‘HEMÛ JÎ BI KEYFÎ NE’
Di dawiya raporê de wiha hat gotin: “Li gorî hehmara 2’ê Cotmaha 2017’an 228 hezar û 993 kes girtîne. Ji ber ku hejmar pir zêdeye, bêmafî jî pir zêde tên jiyîn. Sînordar kirinên maf û azadiya bingehîn bi keyfî tane kirin. Di vê çarçoveyê de OHAL û KHK li dijî hiqûqêne. Ev bê hiqûqî bi awayekê herî vekirî li girtîgehan dikare bê dîtin.”