ENQERE - Çalakiya Kolana Yukselê di roja 394’an de berdewam kir. Polîsan dîsa êrîşî çalakgeran kir û 9 kes binçav kirin.
Çalakgerên Kolana Yukselê yên ji bo piştgiriyê bidin Akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin û 274 rojin di greva birçîbûnê dene, di roja 394’an de çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" berdewam kirin. Çalakgerên xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bidin rastî êrişa polîsan hatin. Çalakgeran di roja 394’an de li Kolana Konurê pankarta "Bila Nûriye û Semîh dîsa li karê xwe vegerin" vekirin û daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî çalakgeran kirin. Polîsan di muduxaleyê de Serdar Başçetîn, Deniz Aydin, Simge Aksan, Ceren Oztemiz, Acun Karadag, Îlker Işik, Mehmet Dersulu, Nazan Bozkurt û Perihan Pulat binçav kirin.