NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrîşa li dijî Mexmûrê şermezar kir û wiha got: "Divê were zanîn ku çawa me heta niha li hemberî êrîşên bi vî rengî li ber xwe da, em dê ji niha û şûnde jî li ber xwe bidin."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildari êrîşa li dijî Kampa Mexmûrê daxuyanî da. KCD'ê di daxuşaniyê de diyar kir ku ew di pêvajoyeke ku her roj bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li hemberî gelê kurd zilm, tundî, faşîzm û komkujî tê meşandin de derbas dibin.,
KCD'ê di daxuyaniyê de wiha got:
Dewleta Tirkiyeyê sedsal in polîtîkayên komku jî, pişaftin, tundî û zextê li ser gelê kurd dimeşîne û di encama van polîtîkayan de bi hezaran gund hatin wêrankirin û şewitandin. Di encama polîtîkaya koçberkirin û wêrankirinê ya di salên 90’î de hat meşandin de bi milyonan kurd ji cih û warên xwe hatin dûrxistin. Bi taybetî bi hezaran kurdên li ser xeta Başûrê Kurdistanê dijîn li hemberî vê polîtîkayê derbasî Başûr bûn û li ser xaka welatê xwe bûn penaber. Gelê kurd di wê demê de li hemberî pêkanînên faşîzan, tundî û kuştinê li ber xwe dan û bi vê berxwedana xwe heta roja me jiyana xwe domandin.
ÊRÎŞ LI DIJÎ GELÊ KURDISTANÊ PÊK HATIYE
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya ku di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye nêzî 15 hezar gelê me yê Bakûrê Kurdistanê dijîn. Gelê me bi salan di bin êrîş û komkujiyên dewleta Tirkiyeyê û hêzên hevkar ên herêmî re rû bir û man. Li hemberî gelê me yê di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ne şevê din seat di 18.45’an de êrîşeke hovane pêk hat. Em diyar dikin ku ev êrîşa li ser bingeha dijminatiya kurdan pêk hatiye, di şexsê gelê me yên wargehê, li hemberî hemê gelê Kurdistanê pêk hatiye. Divê were zanîn ku ev êrîş ji hêla hêzên hegemon û dewletên herêmî yên çeteyên DAIŞ’ê diparêzin ve hatiye kirin.
KCD'ê BANG LI NY'Ê KIR
Her wiha ji ber ku ev êrîş li qada hewayî ya hikûmeta navendî ya Iraqê pêk hatiye û di bin berpirsyariya wê de ye divê demildest derbarê vê êrîşê de daxuyaniyê bide raya giştî. Ji ber gelê me yê sivîl di berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ne bi vê êrîşê re rû bi rû mane, em bang li NY’ê dikin ku demildest derbarê mijarê de daxuyaniyekê bide û li ser vê mijarê rojeva wê hebe.
Di serî de gelê Kurdistanê, çepgir, demokrat û hemû kes li hemberî ev êrîşa di şexsê gelê me de li hemberî Kurdsitanê pêk hatiye yekîtiya xwe ava bikin û bersivê bidin êrîşkaran. Wekî Kongreya Civaka Demokratîk ev êrîşa hovana ya li hemberî gelê me pêk hatiye bi tundî şermezar dikin. Her wiha kesên ku gelê me yê Hewlêrê yên dixwestin ji bo birîndaran xwînê bidin asteng kirin jî bi tundî şermezar dikin û ji rayedarên Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku derbarê van kesan de lêpirsînê bidin destpêkirin. Divê were zanîn ku çawa me heta niha li hemberî êrîşên bi vî rengî li ber xwe dane wê ji niha şûnde jî li ber xwe bidin.