Xebatkarên AFAD'a Şirnexê: Teknîka me têr nake

  • rojane
  • 12:14 7 Kanûn 2017
  • |
img
ŞIRNEX - Xebatkarên midûriyeta AFAD'a Şirnexê têkildarî derxistina cenazeyên 3 karkerên kana komirê ya Şirnexê ku yekîneyên AFAD'a Wanê ji bin hezarê derxistin, diyar kir ku AFAD'a Şirnexê ji aliyê kesên pispor û amûrên pêwist ve ne têr û tije ye. 
 
Di 4'ê kanûnê de di Kana Komirê ya navbera bajaroka Gundikê Melê û gundê Kironê yê Şirnexê, grîzû pêk hatibû. Di teqînê de Abdurrahman Tunç û birayê wî Omer Tunç û Îdrîs Înal ên ji bo alavên xwe bigirin jiyana xwe ji dest dabûn. Li ser vê welatiyan agahî da ekîbên AFAD û 112'an. Yekîneyên AFAD'a Şirnexê ku çûn cihêbûyerê û bi saetan lêgerin kirin nekaribûn karkeran ji binê enkazê derxin. Piştî xebatên demdirêj ên ekîban nebûn çare, yekineyên AFAD'a Wan û Êlihê hatin lêkolin kirin û cenaze derxistin. Ekîbên AFAD'ê dan zanîn ku ew dema peyayê kanê bûne, wan 3 karker di nava avê de dîtine. 
 
Di 17'ê Cotmehê de jî dîsa li Şirnexê hezan pêk hatibû û di kana komirê de 8 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Pişti van bûyeran niqaşên ku yekîneyen pispor ên AFAD’ê li Şirnexê tune û nikare bi lez karkeran rizgar bike pêş ket. 
 
XEBATKARÊN AFADÊ: TEKNÎK KÊM E
 
Xebatkarên Midûriyetae AFAD'ê ya Şirnexê diyar kir ku ji bo lêgerîn û rizgarkirina karkeran têr û tije teknolojî û amûrê wan tune ye. Dîsa di milê personelên pispor de kêmasiyên wan hene. Xebatkarên AFAD'ê diyar kirin ku ji ber nebûna amurên teknîkî û pispor neçar dimînin ku yekîneyan ji derve bixwazin. Xebatkaran anîn ziman ku yekîneyên pispor ên perwerdekirî ku karibin têkevin zikê erdê û lêkolînê bikin tune û ji ber vê yekê nikarin karkeran rizgar bikin. 
 
Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez jî diyar kir ku li Şirnexê ekîbên pispor ên AFAD'ê tune ne û nebûna ekîbên pispor pirsgirêkek mezin e." 
Aycan Îrmez anî ziman ku bi vê yekê dewlet 2 rêyan nîşanî gel dide û wiha got: "Dewlet dibêje an hûn dê her dem birçî bin. An jî hûn dê yek bi yek di kanên komirê de bimirin. Polîtikayên arizîkirinê bandorek neyînî li ser herêmê dike. Niha hemû çavkaniyên xwezayê yên bin zikê erdê tev ji destê dewletê derketine. Hemû ketine destê şîrketên bazirganiyê. Li vir ewlehiya canê welatiyan yekser berpirsiyariya dewletê ye. Divê dewlet tedbîrê vê ewlehiyê bistîne." 
 
‘DIKARÎBÛN NEHÊLIN 3 KES BIMIRIN'
 
Îrmez, destnîşan kir ku kanên komirê yên li Şirnexê li gelek herêman belav bûne û yekîneyên AFAD’ê di vê mijarê de kêm in û di milê personel û teknîkê de têr nakin û wiha berdewam kir: "Zêde qîmetê nadin xurtkirina AFAD'ê. Ev jî nîşan dide ku li vir qîmetê canê mirovan tune ye. Ger ku saziya AFAD'ê li vir hebûya û bi hêz bûya dibû ku 3 canê me jiyana xwe ji dest nedin. Qe nebûya dibû ku Îdris Înan bi saxî xelas bikin. Yê tenê li heviya yekîneyên Wan, Êlih û Mêrdîne rawestiyan. Mixabin niha îktîdara ku tenê bi dewlemendîbûna xwe mijûl dibe heye. Dibêje ez dê çawa berîka xwe tije pere bikim." 
 

Sernavên din

07/12/2017
21:48 Kekê Çekwar Çûbûk hat girtin
18:29 Demîrtaş nehat berdan
17:00 Rojnameger Mevlut Gur serbest hat berdan
16:22 Malbatên Ronoskê: Edalet di binê piyan de ye
15:50 Dadger daxwaza beraeta akademîsyenan red kir
15:25 Dozger qisûr di polîsên Hediye Ataman di xanî de şewitand de nedît
15:24 HDP’ê ji bo êrîşa li Mexmurê bang li Iraq û NY kir
14:32 OHP: Li girtîgehên herêma Marmarayê binpêkirinên mafan zêde bûn
14:31 Polisan 9 çalakgerên Yukselê di roja 394’an de binçav kirin
13:56 KCD'ê êrîşa li dijî Mexmûrê bi tundî şermezar kir
13:55 Rojnameger Gur hat binçavkirin
12:29 Dozger berdewama girtina Demirtaş xwest
12:18 711 car e serlêdana parêzeran tê redkirin
12:17 Akademîsyen li dadgehê ne: Em ê nebin hevkarê vî sûcî
12:14 Xebatkarên AFAD'a Şirnexê: Teknîka me têr nake
12:02 15 rojin cenaze nadin malbatê
11:41 Hezar û 250 parêzeran xwestin Demîrtaş biparêzin
11:05 Girtiyê xwe şewitand, 20 roj şûnde rakirin nexweşxaneyê
11:04 Gundî dikin bazirgan dixwin
10:49 Zaroka 15 salî ku bi mêrê 21 salî re hat zewicandin kuştî hat dîtin
10:37 Polîsan piştevanên Demîrtaş asteng kirin
10:36 Konseya Ewlehiyê ya YN'yê ji bo Qudusê dicive
09:59 Ji ber êm ji sewalên xwe re nedîtin koçî Botanê kirin
09:58 'Bêru'ya Darîo Fo wê bajar bi bajar bigere
09:45 Taşçîer: Yekitiya neteweyî dê her cure êrîşan vala derxe
09:41 Kesê dolmîşê lê da mir
09:35 Desteka ji bo kampanyaya kincan xurtir dibe
09:34 Qeyûm bêyî destûr nahêle şîn jî bên danîn!
09:33 Ji Meletiyê bêhna petêxan bejî tê
09:31 Serokatiya Meclîsê peyva 'Kurdistan'ê esas negirt
09:31 Bi giliyê kesê nediyar fezleke ji Demîrtaş re amade kirin
09:30 Parlementerên HDP'ê yên girtî doza tazmînatê vekirin
09:29 Parêzer Eraslan: Ocalan ji bo gelan siûdek e
09:28 'Wêrekî li dijî tirsê sekna hevpar e'
09:12 Bi destê jinê çêja masiyên di tenûrê de tên biraştin tiştekî cuda ye
09:12 Navê kreşa bi navê Taybet Înan guherandin û derî qufulandin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2017'AN
07:03 Meclîsa Mexmûrê: Hikûmeta Iraqê ji vê êrîşê berpirs e
06/12/2017
22:14 Li Kampa Mexmûrê teqînek pêk hat: Birîndar hene
20:34 Hunermend Sarûhan hat girtin
20:21 Muduriyeta Giştî ya Polisan: Amadebûyîna çekan divêtiyeke peywirê ye
17:02 Dozger pêwîstî bi lêpirsînê nedît
16:49 Dozger ji 2 bersûcên pitika 38 rojî cezayê muebeta giran xwest
16:23 Yuksekdag dîsa nehat berdan
15:47 9 bajaran bang kir: Tev li doza Demirtaş bibin
15:45 Welatiyên El-Bûkemal ji ber êrîşên DAIŞ'ê koçî Eyn-Îsa kirin
15:43 Baluken nehat tahliyekirin
15:42 AYM’ê ji bo Demirtaş biryar neda
15:10 15 roj berê berdan 15 roj şûnde biryara girtinê dan
15:05 Rêya Miks û Wanê hat girtin
14:58 Li santrala termîkê ya Silopiya teqîn: 3 karker birîndar bûn
14:57 Xebatkarê Ozgur Gundemê Emrah Bakir tahliye bû
14:49 HDP'ê ji bo Yuksekdag û Demîrtaş azadî xwest
14:40 Yuksekdag: Kesê mudaxaleyê dadgehê kir, xwe venaşêre
14:23 6 kes li Mereşê hatin girtin
14:09 Ramangêr û siyasetvanên navdar: Zû wekîlên HDP’ê berdin
14:07 Rojnameger Ogreten û Kanaat hatin berdan
14:01 Îşkenceya lêgerîna tazî û hêjmara li ser piyan
13:40 Girtiyê nexwşe tedawî nekirin, sewq kirin
13:20 Ji doza Anli tê darizandin de kesên girtî neman
12:44 Tum Bel Sen: Qeyûm Atîlla wekî berdevkê Memur Senê dixebite
12:36 Unsal: Berî Trump, Erdogan Qudus wekî paytexta Îsraîlê nas kir
12:22 Cenevre - 8
11:41 Di doza Yuksekdag de heyetên biyanî nexistin salonê
11:21 Kalê 80 salî, hezkiriyê helbesta klasîk a kurdî
11:18 Dîmenê maşîna zirxî nişan dide ku sivîl kirine hedef
10:49 Penaberên di konan de dijîn: Me ji vir jî diqewirînin
10:26 ‘Divê nîjadperestên tirk jî Ocalan fêm bike’
10:13 Zarokê 10 salî bi îstismara zayendî re rû bi rû ma
09:38 Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin
09:37 Avahiyên mezin ên li Îzmîrê yek bi yek bilind dibin
09:36 Ji ber beşdarî mîhrîcana aştiyê bû, zêdeyî salekê ye di girtîgehê de ye
09:36 'Êrîşa li dijî elewiyan, li dijî hemû civakê pêk hatiye'
09:35 33 sal in bêsîgorta karê malan dike
09:34 'Em her roj nanê tisî jî bixwin em ê nikaribin debara xwe bikin'
09:33 Heqê wan ne meaşê kêmtirîn e jî!
09:32 Di sektora înşeatê de krîzeke nebinavkirî
09:31 Li dor girtîgehkê qorek bariyerên din jî hatin bicihkirin
09:31 Piştî 398 rojan şûnde doza Demîrtaş dest pê dike
09:30 Bêhna behrê û pirtûkan bi hev re bû
09:29 Rojnamegerê îngilîz: Kurd bi lîstikeke din a îngilîzan re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNAN 2017'AN
05/12/2017
17:37 Serlêdana parêzerên Ocalan a 710’emîn hat redkirin
16:37 Têkildarî komkujiya Pirsûsê li 2 polîsan doz vebû
16:20 Rêxistinên kurd çûn serdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan
15:56 Dersên Akademiya Mafê Mirovan a Îzmîrê dest pê dikin
15:40 Platforma Sûrê ji Meclîsê bang li partî û saziyan kir
15:32 Kemalbay: Qesr û AKP herî zêde êrîşî axa kurdan dike
15:12 Jinan bertek nîşanî tundiya zilaman dan
14:59 Maşîneya zirxî ya 4 sivîl kuştin kameraya wê tune!
14:58 Li Yalovayê katiba zabit: Xwedê bela xwe bide kurdan
14:45 Yuksekdag dê sibê derkeve pêşberî dadger
14:28 Jinekê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
14:27 Dadgehê daxwaza Akademisyenan red kir
14:15 Dadgehê 15 meh ceza li rojnameger Altan birî
14:07 Kiliç 23 rojin ji bo parastina mafê de xwe di grevê de ye
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin