AMED - Cenazeyê Cebraîl Karçi yê HPG’î ku li Çinarê di serdegirtina malekê de hat kuştin, 15 rojin nadin malbatê. Di serdegirtinê de Mehmet Ozdemîr ê hat binçavkirin jî hat girtin.
Li gundê Hucetî yê navçeya Çinara Amedê, di 23’ê Mijdarê di serdegirtina malekê de, Cebraîl Karçi (Roj) yê HPG’î ku li ser nifûsa Şemrexa Mêrdînê qeyd kiriye hat kuştin. Cenazeyê Karçi yê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl tê rawestandin, ligel ku nasnameya wî ji aliye Waliyê Amedê ve hat eşkere kirin jî, 15 rojin nadin malbatê. Malbatê piştî daxuyaniya Walîtiyê ji bo cezanyê teşhîs bikin û teslîm bigirin serî li Serdozgeriya Komarê da, lê ligel ku nasnameya Karçi diyar bû jî bi rojane cenaze nadin malbatê. Dozger mînak xwînê ji malbata Karçi girt û li benda enmên DNA yê ne.
KESEK HAT GIRTIN
Polîsan piştî bi ser malê de girtin, ji heman malbatê Mhemet Ozdemîr, Hacîre Ozdemîr û Talat Ozdemîr binçav kirin. 3 kesên hatin binçavkirin piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan derxistin sozgerê Edliya Bismilê. Piştî îfadeya 3 kesan hat girtin, dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Mehemt Ozdemîr ê derxistin dadgehê, bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Hacîre Ozdemîr û Talat Ozdemîr bi şertê “Kontrola Edlî” hatin berdan.