DÎLOK - Zaroka 15 salî Yardî Yara ya Sûriyeyî ku 5 meh berê bi Fuat Abo yê 21 salî re hat zewicandin, di mitbexa malê de mirî hat dîtin.
Li Dîlokê zaroka binavê Yardî Yara ya 15 salî ku ji Sûriyeyê, berî 5 mehan bi Fuat Abo yê 21 salî re hat zewicandin, di mitbexa malê de mirî hat dîtin. Birayê Yardî Yara yê navê wî nehat ragihandin, ji ber ku heya demekê agahî ji xwişka xwe negirt çû mala wê ya Taxa Goluce. Ji ber ku kesekê derî venekir, birayê Yara mifte ji xwediyê malbatê girt û derî vekir. Piştî derî vekir li mitbexa malê xwişka xwe mirî dît.
Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Yardî Yara jiyana xwe ji dest daye.
Hevjînê Yardî Fuat Abo ji bo îfadeya wî bigirin, birin Midûryeta Polîsan. Cenazeyê Yardî, ji bo rapora otopsiye rakirina Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê.