AMED - Mînîbusek li ser rêya Kolana Emek a Rezanê li welatiyê binavê Beşîr Ardinç xist û jiyana xwe ji dest da.
Li goşeya bin girtîgehê ya Kolana Emek a navçeya Rezana Amedê saet 07.40 ‘an de, mînîbusa plakaya 21 H 0011 a hat gotin bi sûret pêşde diçû li kesekê xist. Di encama qezayê de Beşîr Ardinç ê 30 salî li erdê ket û ji serê xwe birindar bû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Li ser agahî dayînê, ekîba tenduristiyê ambulans hat cihê bûyerê û piştî kontrolê, diyar kirin ku Ardinç jiyana xwe ji dest daye.
Gelek maşineyên zirxî cihê bûyerê dorpêç kirin û polîsan lêpirsîn kirin. Ji ber lêpirsînê rêya trafîkê ji çûn û hatinê re hat girtin. Ji ber ku dozger dereng hat, demek dirêj cenaze hat rawestandin. Malbata Ardinç piştî agahî girtinê, hatin cihê bûyerê. Derbarê aqûbeta ajokarê mînîbusê yê navê wî nehat zanîn de, tu agahî nehat bidest xistin.