MELETÎ - Bêhna petêxên zivistanê ku wek "petêxên Erebgirê" û "kumê kalo" tên zanîn sûka Meletiyê rapêçaye.
Li Meletiyê petêxê zivistanê bi navên xwe yê dîtir "petêxê Erebgirê" û "dede kulahi" (kumê kalo) ku bi çêj û bêhna xwe petêxekî namdar e, li qadên biqerac ên navçeyên Erebgir, Erxevan û Yazihanê, bê av şîn tên. Ev petêx di biharê de tên çandin û di meha Îlonê de jî tên berhevkirin û di nav kayê de di hundurê kîsên cixcix de bi qasî 3 mehan tên sekinandin û piştî hewa sar dibe tên firotin. Bavê 5 zrokan Salih Akyuz (50) ku ji Erebgirê ye ev petêxên bejî li kamyonê bar kiriye û li Kolana Muccellî ya navçeya navendî Battalgaziyê difiroşe. Akyuz got ku ji ber ku di şert û mercên zivistanê de tiştek bi van petêxan nayê ew wek petêxên zivistanê jî wan bi nav dikin.
JI BER KU BEJÎ YE ÇÊJDAR E
Akyuz, anî ziman ku ev petêx li bajarê wan şîn tê, lê belê hayê gelek kesî jê tune ye û bi şiklê xwe hinekî dişibe kundiran. Akyuz, got ku ev petêx îxracî Stenbol, Enqere, Îzmîr û bajarên din tê kirin. Akyuz got ku piştî ev petêx tên berhevkirin ji bo xera nebin di kîsan di nav kayê de tên veşartin.
Akyuz, diyar kir ku mirov van petêxan çi qasî bide sekinandin ewqasî çêjdar dibin û ev tişt gotin: "Sala çûyîn min heta 20'ê Çileyê jî firotin. Taybetmendiya vî petêxî; di zivistanê de jî tiştek pê nayê û ji ber bê av şîn tên. Bi tu awayî nayên dermankirin. Jixwe çêja petêx ji ber bejîbûna wî ye. Dema petêx avê bixwe tahm tê de namîne. Em kîloya wî bi 2 an jî 2 lîre û nîvan dfiroşin. Li gel vê erzanbûnê jî li van deran pir nayê tercîhkirin. Lê belê li bajarên ku em îxracî wan dikin bî 5 lîreyî wan tê firotin."
MA / Haci Yusuf Topaloglû