ENQERE - Der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de ji ber hin gotinên di hevpeyvîna ku Suddeutsche Zeitung pê re kiribû fezlekeyeke din jî hat amadekirin. Fezleke li ser giliya "kesê nediyar" bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hat amadekirin.
Der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye fezlekeyeke din jî hat amadekirin û ji Meclîsê re hat şandin. Hat hînbûn ku fezleke ji ber hin gotinên hevpeyvîna ku Süddeutsche Zeitung a li Almanyayê weşana xwe dike bi Demîrtaş re kiriye hatiye amadekirin.
Li ser daxwaznameya "şexsekî navê wî veşarî" ku ji Navenda Ragihandinê ya Serokwezîrtiyê (BÎMER) re şand lêpirsîn hat destpêkirin û paşê fezleke hat amadekirin.
"Kesê navê wî veşarî" di daxwaznameya xwe ku ji dozgeriyê re şand diyar kiriye ku bi gotin û beyanên xwe qesda dewlet û yekîtiya gel dike û "propagandaya rêxistina terorî" dike û ji ber vê ew dixwaze ku dewlet li hemberî van kirinên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de qanûnan têxe dewrê. Li ser vê giliyê dozgerî tev geriye û hin beşên hevpeyvîna rojnameya Süddeutsche Zeitungê ya bi Demîrtaş re kiriye berhev kirin.
Dozgeriyê van gotinên Demîrtaş "Em PKK wek rêxistineke terorî pênase nakin. Lê belê em çalakiyên ku sivîlan hedef digirin wek terorê diwesfînin" û bersiva pirsa "Ji bo çi ji bo HDP'ê tiştekî zehmet e ku mesafeyê têxe navbera PKK û şidetê?": "Ev ne zor e. Bi hezaran carî min got. Em şideta PKK'ê qebûl nakin. Qethiyen em ne milê polîtîk ê PKK'ê ne. Lê belê em ne mecbûr in ku wek pênaseya dewletê ya ji bo PKK'ê wê pênase bikin. Bi sedan sal e gelê kurd bi terora dewletê re rû bi rû maye. PKK jî rêxistineke şidetê ye ku li hemberî vê terora dewletê derketiye holê" wek "propagandayê hesiband.
Dozgeriyê bi daxwaza "destnedayîna" Demîrtaş bê rakirin fezleke amade kir û ji bo berpêşî Meclîsê bê kirin ji Wezareta Dadê re şand.
MA / Hayri Demir