Parêzer Eraslan: Ocalan ji bo gelan siûdek e

  • rojane
  • 09:29 7 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL – Parêzer Mûstafa Eraslan ku 14 caran bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin çê kir, anî ziman ku Ocalan ji bo hemû gelan siûdek e û ev tişt gotin: "Dema Ocalan li Romayê bû wiha gotibû 'Bi salan min we di cihê herî kûr ê dilê xwe de veşart. Min we parast.' Wisa difikirim ku divê niha gel jî Ocalan biparêze." 

Parêzer Mûstafa Eraslan ku cara ewil di 16'ê Çileya 2002'yan de bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin çê kir, anî ziman ku ji bo ew bi Ocalan re hevdîtinê çê bike herî kêm 60 carî çûye Îmraliyê lê belê tenê wî 14 caran bi Ocalan re hevdîtin çê kiriye. Herî dawî di sala 2011'an de Eraslan bi Ocalan re hevdîtin çê kir û diyar kir ku hemû hevdîtinên bi Ocalan re di bîra wî de ne. 
 
‘HEMÛ TIŞTÊN RABER KIRIN PÊK HATIN' 
 
Eraslan wiha got: "Herî zêde bîrbiriya Ocalan tesîr li min kir. Hêla wî ya ku herî zêde ez heyirandim jî, pêwendîdayîna navbera gelek bûyer û diyardeyan bû. Bi rastî jî kesekî muhteşem e. Ev kûrbûna wî û pêşbiniyên wî hêlên wî yên bandorker in. Jixwe gelek tiştên ku raber kirin paşê pêk hatin." 
 
'HAFIZEYA WÎ ZAF HÊZDAR E' 
 
Eraslan diyar kir ku ew jî 17 mehan di Girtîgeha Tîpa F'yê de maye û wiha behsa bandora ku Girtîgehên Tîpa F li ser mêjiyê mirovan dikin kir: "Birêz Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve di girtîgehê de ye. Evqas di girtîgehê de ye û di bin şert û şirûtên tecrîdeke giran de ye, lê dîsa jî hafizeya wî zaf hêzdar e. Ev hêla wî ji wan hêlên wî yên bandorker e. Dema hevalekî parêzer didît, di hevdîtina din de digot tu filan kes bûyî ne wisa. Ev hêla wî pir muazam e." 
 
Eraslan diyar kir ku Ocalan tevî peta xwe ya avê dihat cihê serdanê û ev tişt gotin: "Ji ber çavên wî şil dibûn, selpaka xwe jî dianî. Karê ewil ê ku Birêz Ocalan dikir saeta xwe derdixist. Berçavka wî hebû, paşê wê derdixsit. Pênûsa xwe datanî ber xwe. Nîşe digirtin."
 
Eraslan, diyar kir ku hêleke espiriyî ya Ocalan jî heye û bîranînek vegot: "Di hevdîtina me ya piştî bûyera Oremarê, em bi êrîşekê re rû bi rû man. Li hemberî Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê komeke faşîst êrîşî me kir. Di êrîşê de me derb nexwarin. Piştî astengkirina êrîşî em çûn qada serdanê. Wê demê ji me re got 'hûn ê carinan bên carinan jî neyên. Dema hûn bên wê carinan we wisa bitirsînin'. Espiriyên wisa dikir." 
 
‘KAXEZA KU OCALAN DA NEDAN MIN' 
 
Eraslan, anî ziman ku di hevdîtina wan de kaxezên wan ên nîşeyan qediyane û wiha axivî: "Kaxeza ber xwe dirêjî min kir. Min ew kaxez wergirt û nîşe lê nivîsandin. Di hevdîtina me ya berê de nîşeyên ku me digirtin ji me distendin, fotokopiyên wan dikişandin û paşê didan me. Lê di wê hevdîtinê de kaxeza ku ji bo nîşeyan bigirim Ocalan da min nedan min. Dizanim bi zanebûnî ev yek kirin." 
 
Eraslan, di hevdîtinên ku beriya 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de Ocalan Newroza gel pîroz kiriye û wiha domand: "Bi taybetî dipirsî ka 8'ê Adarê çawa derbas dibe. Di wan hevdîtinan de der barê jinan de perspektîfên berfireh berpêş dikir. Dibe ku tam nayê bîra min lê, digot di xeta bîrdoziya azadiya jinê de jina azad civaka azad bi xwe ye, azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan e, jin cinsa çînî ya ewil e ku hatiye xistin û şoreşa jinê Şoreşa Kurdistanê bi xwe ye." 
 
‘OCALAN JI BO GELAN SIÛD E' 
 
Eraslan diyar kir ku Ocalan ji bo kurdan siûdek e û wiha got: "Ocalan ji bo Tirkiye û civakên Tirkiyeyê jî siûdek e. Ya divê bê dîtin ev e. Belkî ji bo kurdan bêtir ji bo gelên din siûdek e. Çimkî gelên din, gelên kêmar ên din wek dewlemendiyeke çandî dibîne û dibê divê hemû gel bi hev re bijîn." 
 
‘BI SALAN MIN WE DI DILÊ XWE DE VEŞART' 
 
Eraslan, dest nîşan kir ku tecrîd sepandineke dermirovahiyî ye û wiha got: "Tecrîd li hemberî kê dibe bila be û dema wê çi qas dibe bila be, tiştekî dermirovahiyiyî ye. Hele hele li dewleteke huqûqî di bin tecrîdê de girtina girtiyekî siyasî qet nayê qebûlkirin. Hem raporên CPT'yê hem jî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî diyar dikin ku ev tecrîd nayê qebûlkirin." Eraslan dest nîşan kir ku ew wisa difikire ku wê bi têkoşîan gelê kurd di demeke nêzde dawî li tecrîdê bê û herî dawî ev tişt gotin: "Ya ku dikeve ser milê me divê em bi hîsgirî tev bigerin, çi parêzerên Ocalan çi jî dildarên Ocalan divê hemû mirov bi hev re tev bigerin. Dema Ocalan li Romayê bû wiha gotibû 'Bi salan min we di cihê herî kûr ê dilê xwe de veşart. Min we parast.' Wisa difikirim ku divê niha gel jî Ocalan biparêze." 
 
MA/Sadiye Eser
 

Sernavên din

07/12/2017
18:29 Demîrtaş nehat berdan
17:00 Rojnameger Mevlut Gur serbest hat berdan
16:22 Malbatên Ronoskê: Edalet di binê piyan de ye
15:50 Dadger daxwaza beraeta akademîsyenan red kir
15:25 Dozger qisûr di polîsên Hediye Ataman di xanî de şewitand de nedît
15:24 HDP’ê ji bo êrîşa li Mexmurê bang li Iraq û NY kir
14:32 OHP: Li girtîgehên herêma Marmarayê binpêkirinên mafan zêde bûn
14:31 Polisan 9 çalakgerên Yukselê di roja 394’an de binçav kirin
13:56 KCD'ê êrîşa li dijî Mexmûrê bi tundî şermezar kir
13:55 Rojnameger Gur hat binçavkirin
12:29 Dozger berdewama girtina Demirtaş xwest
12:18 711 car e serlêdana parêzeran tê redkirin
12:17 Akademîsyen li dadgehê ne: Em ê nebin hevkarê vî sûcî
12:14 Xebatkarên AFAD'a Şirnexê: Teknîka me têr nake
12:02 15 rojin cenaze nadin malbatê
11:41 Hezar û 250 parêzeran xwestin Demîrtaş biparêzin
11:05 Girtiyê xwe şewitand, 20 roj şûnde rakirin nexweşxaneyê
11:04 Gundî dikin bazirgan dixwin
10:49 Zaroka 15 salî ku bi mêrê 21 salî re hat zewicandin kuştî hat dîtin
10:37 Polîsan piştevanên Demîrtaş asteng kirin
10:36 Konseya Ewlehiyê ya YN'yê ji bo Qudusê dicive
09:59 Ji ber êm ji sewalên xwe re nedîtin koçî Botanê kirin
09:58 'Bêru'ya Darîo Fo wê bajar bi bajar bigere
09:45 Taşçîer: Yekitiya neteweyî dê her cure êrîşan vala derxe
09:41 Kesê dolmîşê lê da mir
09:35 Desteka ji bo kampanyaya kincan xurtir dibe
09:34 Qeyûm bêyî destûr nahêle şîn jî bên danîn!
09:33 Ji Meletiyê bêhna petêxan bejî tê
09:31 Serokatiya Meclîsê peyva 'Kurdistan'ê esas negirt
09:31 Bi giliyê kesê nediyar fezleke ji Demîrtaş re amade kirin
09:30 Parlementerên HDP'ê yên girtî doza tazmînatê vekirin
09:29 Parêzer Eraslan: Ocalan ji bo gelan siûdek e
09:28 'Wêrekî li dijî tirsê sekna hevpar e'
09:12 Bi destê jinê çêja masiyên di tenûrê de tên biraştin tiştekî cuda ye
09:12 Navê kreşa bi navê Taybet Înan guherandin û derî qufulandin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2017'AN
07:03 Meclîsa Mexmûrê: Hikûmeta Iraqê ji vê êrîşê berpirs e
06/12/2017
22:14 Li Kampa Mexmûrê teqînek pêk hat: Birîndar hene
20:34 Hunermend Sarûhan hat girtin
20:21 Muduriyeta Giştî ya Polisan: Amadebûyîna çekan divêtiyeke peywirê ye
17:02 Dozger pêwîstî bi lêpirsînê nedît
16:49 Dozger ji 2 bersûcên pitika 38 rojî cezayê muebeta giran xwest
16:23 Yuksekdag dîsa nehat berdan
15:47 9 bajaran bang kir: Tev li doza Demirtaş bibin
15:45 Welatiyên El-Bûkemal ji ber êrîşên DAIŞ'ê koçî Eyn-Îsa kirin
15:43 Baluken nehat tahliyekirin
15:42 AYM’ê ji bo Demirtaş biryar neda
15:10 15 roj berê berdan 15 roj şûnde biryara girtinê dan
15:05 Rêya Miks û Wanê hat girtin
14:58 Li santrala termîkê ya Silopiya teqîn: 3 karker birîndar bûn
14:57 Xebatkarê Ozgur Gundemê Emrah Bakir tahliye bû
14:49 HDP'ê ji bo Yuksekdag û Demîrtaş azadî xwest
14:40 Yuksekdag: Kesê mudaxaleyê dadgehê kir, xwe venaşêre
14:23 6 kes li Mereşê hatin girtin
14:09 Ramangêr û siyasetvanên navdar: Zû wekîlên HDP’ê berdin
14:07 Rojnameger Ogreten û Kanaat hatin berdan
14:01 Îşkenceya lêgerîna tazî û hêjmara li ser piyan
13:40 Girtiyê nexwşe tedawî nekirin, sewq kirin
13:20 Ji doza Anli tê darizandin de kesên girtî neman
12:44 Tum Bel Sen: Qeyûm Atîlla wekî berdevkê Memur Senê dixebite
12:36 Unsal: Berî Trump, Erdogan Qudus wekî paytexta Îsraîlê nas kir
12:22 Cenevre - 8
11:41 Di doza Yuksekdag de heyetên biyanî nexistin salonê
11:21 Kalê 80 salî, hezkiriyê helbesta klasîk a kurdî
11:18 Dîmenê maşîna zirxî nişan dide ku sivîl kirine hedef
10:49 Penaberên di konan de dijîn: Me ji vir jî diqewirînin
10:26 ‘Divê nîjadperestên tirk jî Ocalan fêm bike’
10:13 Zarokê 10 salî bi îstismara zayendî re rû bi rû ma
09:38 Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin
09:37 Avahiyên mezin ên li Îzmîrê yek bi yek bilind dibin
09:36 Ji ber beşdarî mîhrîcana aştiyê bû, zêdeyî salekê ye di girtîgehê de ye
09:36 'Êrîşa li dijî elewiyan, li dijî hemû civakê pêk hatiye'
09:35 33 sal in bêsîgorta karê malan dike
09:34 'Em her roj nanê tisî jî bixwin em ê nikaribin debara xwe bikin'
09:33 Heqê wan ne meaşê kêmtirîn e jî!
09:32 Di sektora înşeatê de krîzeke nebinavkirî
09:31 Li dor girtîgehkê qorek bariyerên din jî hatin bicihkirin
09:31 Piştî 398 rojan şûnde doza Demîrtaş dest pê dike
09:30 Bêhna behrê û pirtûkan bi hev re bû
09:29 Rojnamegerê îngilîz: Kurd bi lîstikeke din a îngilîzan re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNAN 2017'AN
05/12/2017
17:37 Serlêdana parêzerên Ocalan a 710’emîn hat redkirin
16:37 Têkildarî komkujiya Pirsûsê li 2 polîsan doz vebû
16:20 Rêxistinên kurd çûn serdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan
15:56 Dersên Akademiya Mafê Mirovan a Îzmîrê dest pê dikin
15:40 Platforma Sûrê ji Meclîsê bang li partî û saziyan kir
15:32 Kemalbay: Qesr û AKP herî zêde êrîşî axa kurdan dike
15:12 Jinan bertek nîşanî tundiya zilaman dan
14:59 Maşîneya zirxî ya 4 sivîl kuştin kameraya wê tune!
14:58 Li Yalovayê katiba zabit: Xwedê bela xwe bide kurdan
14:45 Yuksekdag dê sibê derkeve pêşberî dadger
14:28 Jinekê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
14:27 Dadgehê daxwaza Akademisyenan red kir
14:15 Dadgehê 15 meh ceza li rojnameger Altan birî
14:07 Kiliç 23 rojin ji bo parastina mafê de xwe di grevê de ye
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane