WAN - Qeyûmê Şaredariya Artemêtanê, destpêkê navê Kreşa Taybet Înan a cenazeyê wê hefteyekê li nêv kolanê hat hiştin, guherand û paşê jî deriyê wê qufuland.
Piştî qeyûm tayînê şaredariyên DBP'î hatin kirin, navên gelek park, kreş, navendên jinan û ciwanan guherandin û deriyên wan qufulandin. Qeyûman di nava salekê de li bajarên cuda, navên tabeleyên ku li ser navê Mehmet Uzun, Tahîr Elçî, Ehmedê Xanî û Ceylan Onkol hatibûn çêkirin jî jê birin.
NAV GUHERANDIN Û PAŞÊ DERÎ QUFULANDIN
Qeyûmê Şaredariya Artemêtan a Wanê jî heman tişt kirin. Qeyûm, tabeleya kreşa zarokan a bi navê Taybet Înan ku li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê hefteyekê li nêv kuçeyê hat hiştin, daxist û navê wê guherandin.
Sala çûyî navê “Pêşdibistana Taybet Înan" li kreşa Taxa Çîçeklî ya Artemêtanê hatibû kirin. Qeyûm tabela anî xwarê û tabelaya “Mala Alîkariya Malbatê” daliqand û deriyê wê qufuland. Welatiyên taxê bertek nîşanî vê yekê dan û wiha gotin: “Dayîkeke ku bi îşkenceyê hatî kuştin, navê wê li kreşê kirin gelo dê zirarê bide kê?”
MEHMED ÛZÛN, EHMEDÊ XANÎ, TAHIR ELÇÎ, CEYLAN ONKOL…
Navê hin cihên şaredariya DBP’ê lê kirin û qeyûman jêbirin wiha ne:
*Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîra Amedê, tabelaya parka ku navê Mehmet Uzun lê hatibû kirin daxist. Birdariya marşa “Hilbe Agrî” ya bi tîpên kurdî hatî navîsandin a di nava parkê de jî hat rakirin. Li ser bertekan, tabela hat bicihkirin lê belê bia wayekî hîn biçûktir. Lê belê hîn jî birdarî nehatuye bicihkirin.
*Qeyûmê Şaredariya Liceyê ya Amedê, tabelaya parka bi navê Ceylan Onkol a 12 salî ku di 28’ê Îlona 2009’an de bi topa hewanê ya ji qereqolê hat avêtin û jiyana xwe ji dest da jî, rakir.
* Qeyûmê Şaredariya Şaxê ya Wanê, navê parka “Westaniya Parezer Tahir Elçi” guherand û kir “Şehît GK Alî Ogun”.
* Qeyûmê Şaredariya Bazîda Agiriyê, birdariya ramanwerê kurd Ehmedê Xanî rûxand, lê belê hîn jî nehatiye çêkirin û bicihkirin.