WAN - 5'emîn danişîna doza cînayeta istîsmara pitika 38 rojî hat dîtin. Dozger piştî xwendina rapora ATK'ê ceza xwest. Dozger xwest bersûc F.A û P.T bi muebeta giran bên cezakirin. Ji bersûc Y.G jî xwest ji 15 salan heta 20 salan bê cezakirin.
Li Wanê di meha Çile de zaroka 38 rojî rastî îstismara zayendî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê der barê Kesên îstîsmar kirin F.A, Y.G. û dayika pitikê P.T. de doz hat vekirin. 5'emîn rûniştina doza wan li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Di danişîna dozê de 3 bersûcên ji sucdariya "Îstîsmara bi nîtelîk" u "Kuştina mirovan" tên darizandin F.A û Y.G. li salonê amade bûn. Dayik P.T jî bi riya SEGBİS’ê tev li rûniştina dozê bu. Baroya Wan, Amed û gelek parêzerên din jî tev li dozê bûn. Dozger piştî rapora ATK'ê xwest bi sucdariya "Îstîsmara bi nîtelîk" u "Kuştina mirovan" bersûc F.A û Y.G. dayik P.T., bi muebetê bên cezakirin. Dozger xwest bersûc F.A û P.T bi 2 muebeta giran bên cezakirin. Ji bersûc Y.G jî xwest ji 15 salan heta 20 salan bê cezakirin.
Heyeta dadgehê piştî biryar da doz taloqî 22'ê kanûnê kir.