AMED - Welatiyên li taxên Lalebey û Alîpaşa yên Sûrê avê û ceryanên wan hatibûn birîn, bi zorê ji cihên xwe hatibûn kuçberkirin. Platforma Sûrê serlêdana sûc kiribû, der barê serlêdanê de biryara bê şopandinê dan.
Bi biryara "Îstimlaqa bi lezgîn" li navçeya Lalebey û Alîpaşa yên navçeya Sûrê ya Amedê gelek mal hatibûn rûxandin, welatiyên nexwestin ji malên xwe derkevin, DÎSKÎ'yê avên welatiyan birîbû, DEDAŞ'ê jî ceryan li ser wan qut kiribû. Li ser vê Platforma Piştgiriya Sûrê, der barê qutkirina ceryan û avê û bi zorê ji cih koçkirinê de serlêdna sûc kiribû. Serdozgerê Komarê yê Amedê pêwîstî bi lêpirsînê nedît û biryara bê şopandinê da.
Hat diyarkirin ku dê Platforma Sûrê ji biryarê re itiraz bike.