ENQERE - Beşa Duyemîn a Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), serlêdana ji bo berdana Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş bi biryarê ve girê da. Dadgehê dosya sewqî Lijneya Giştî ya AYM'ê kir. Lijneya Giştî ya AYM'ê dê di rojên pêş de biryarê bide. Demîrtaş ê di 4'ê Mijdara 2016'an de hatibû girtin, 13 meh û 2 rojin girtî ye. Parêzerên Demîrtaş ji bo berdana Demîrtaş serî li AYM'ê dabûn. Lê AMY'ê serlêdana 13 meh berê hêj nû anî rojevê. Dadgeha Qanûna Bingehîn li bendê bû îro der barê Hevserokê Gişti yê HDP'ê de biryarê bide. Dosyaya Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattin Demirtaş sewqî Lijneya Giştî ya AYM'ê kirin û ji bo biryar bê dayîn wext xwest.