GIRÊ SPÎ – Bi dehan şêniyên bajarê Bûkemal a Dêrazorê ji ber topbarana hêzên rêjîma Sûriyê û DAIŞ`ê koçberî navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî ya herêma Firatê, bûn.
Îro di saetên sibehê de bi dehan otobîsên ku her otobîsekê zêdetirî 40 welatiyên bajarê Bûkemalê gihîştin Eyn Îsa. Koçberê bi navê Hemed Îbrahîm der barê sedema koçkirinê de wiha got: "Her roj em têne topbarankirin. Her rojek mîna salan derbas dibe. Em gelekî kêfxweşin em gihîştin cihê bi ewle û ji zorê xelas bûn." Koçbera bi navê Sara Mihemed jî ani ziman ku ji ber êrîşa DAIŞ'ê rizgar bûne kêfxweşin û diyar kirin ku ji ber ew ji zilama DAIŞ`ê xelas bûye bi şens in û wiha got: Dema em li Bûkemalê bûn ji aliyekî çeteyên DAIŞ`ê zulm li me dikir, li aliyekî din ve jî balafirên rejîma Sûriyê em topbaran, dikirn. Ji ber me nikarbû em derkevin derve, zarokên me bê xwarin diman û bê mazot serma perîşan dibûn."
Her wiha koçberê bi navê Mehmûd EL-Eraf li ser zehmetiyên ku didîtin axivî û got ku ew û malbata xwe ji ber topbarana hêzên rêjîmê û çeteyan koçber bûn û got:”Em îro gihan cihên bi ewle ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin, em ji zilm û zorê xelas bûn”.