WAN - Ji ber berf û mijê rêya di navbera navçeya Miksê û Wanê xitimî.
Di saetên serê sibehê de li Wanê berfê dest pê kir û di saetên esrê de berfê zêde bû. Ji ber berfê û mijê rêya di navbera navçeya Miksê û Wanê de hat giritn. Ji ber berfa zêde hin ajovan ji neçarî vegeriyan, xebatên ji bo vekirina rê dewam dikin.