ŞIRNEX – Li Silopiya di santrala termîkê ya girêdayî Holdînga Cîner de teqîn pêk hat û 3 karker birîndar bûn.
Li santrala termîkê ya girêdayî Holdînga Cîner ku nêzî bajarokê Bêspîn a bi ser navçeya Silopiya Şirnexê ve teqîn pêk hat. Hat zanîn ku teqîn dema komir dihat derxistin ji ber dînamîta hat bikaranîn pêk hatiye. Di teqînê de endezyarê madene Zeynel Tugargol û karkerên bi navê Musa Yelboga û Mustafa Yurukbaş birîndar bûn. Her sê birîndar jî bi ambûlansên çûn cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya.
Hat zanîn ku dermankirina 3 kesan didome.