ENQERE - Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin û xwendekarê AU'yê Emrah Bakir, tahliye bû.
Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê û xwendekarê Zanîngeha Enqereyê (AU) Emrah Bakir, parêzerê stajyer Alî Can Sut jî di nav de, 13 kes ji ber dozekî dihatin darizandin. Duyemîn rûniştina dozê li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.
Di rûniştina yekemîn de sut serbest hatibû berdan, di rûniştina îro de jî Bakir hat berdan.
Di çarçoveya dozê de kesên girtî neman, rûniştina taloqî 15'ê Sibatê kirin.