STENBOL – Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo azadiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksedag ku wekîltiya wê hat xistin û Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş daxuyanî dan û azadiya wan xwestin. HDP'ê diyar kir ku îktîdar ji bo berjewendiyê xwe Tirkiye dixe nava tariyê û tenê HDP dikare Tirkiye ji vê tariyê rizgar bike.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê ku endam û wekîltiya wê hat xistin Figen Yüksedag ya îro li dadgehê ye û Hevserokê Giştî yê HDP'ê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku dê sibê derkeve dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP'ê li ber Dedriyê C yê Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevserokên HDP'ê ya Stenbolê Cengiz Çiçek û Esengul Demir, Hevserokê DBP'ê ya Stenbolê Ali Rıza Bilgili, Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Ji nûnerên xwendekaran ên Kolnê Akademisyen Senta Pineaw û Partiya Çep a Alman Jorg Fefjen amade bûn. Komê bê navber dirûşmeyên "Figen Yuksekdag rûmeta me ye", "HDP hêvî ye, hêvî li ser piyan e" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ye" berz kirin.
5 HEZAR HDP'Î TÊN DARIZANDIN
Endama Meclîsa HDP'ê Mukaddes Erdogdu Çelîk, diyar kirin ku ew li welatekî ku bê dadî wekî dad tê nişandan dijîn û wiha got: "Ji ber ku em wekhevî, azadi û edaletê dixwazin em rastî bê edaletiyê tên. Îro DYA dizan di darizîne. Ger ku îro edalet li welatê me hebûya li şûna DYA me dê ew darizandiya. Niha nêzî 5 hezar endamên HDP’ê tên darizandin. Gelek ji wan wekîl, hevşaredar û hevserokên partiya me ne. Îro doza Figen Yuksekdag sibê jî doza Demîrtaş tê dîtin. Hevseroka me ya jin ku alîgirê vegotina rastiyan e tê darizandin. "
DIVÊ HER KES LI NIRXÊN DEMOKRASIYÊ XWEDÎ DERKEVIN
Nûnerê Partiya Çep a Alman Jorg Fefjen jî wiha got: "Ji ber ez bi were me û piştgiriyê didim we pir kêfxweş im. Ji bo em doza akademisyenan bişopînin em ji Kolnê hatin vir. Em li pişt we ne. Ji ber ku ev karê hemû kesên têkoşîna demokrasiyê dide ye. Em bang li her kesî dikin ku li nirxên demokrasiyê xwedî derkevin. Em dixwazin wekil û endamên HDP'ê tev bên berdan.b
Piştî axaftinan Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr daxuyanî da. Demîr, diyar kir ku pergala kapîtalîst dîsa di nava krîzek din re derbas dibe û wiha got: "Tirkiye raste rast êş û janê vê krîzê dijî. Ji bo Tirkiye ji vê krîzê derkeve divê dest ji pêkanînên dijdemokratîk berde û divê bêtir li demokratikbûnê derkeve. Ger ku pirsgirêka kurd, baweriyên cuda, çandên cuda karibin bi rêya aştî û demokrasiyê bên çareserkirin û ked azad bibe wê demê dê Tirkiye ji van krîzan azad bibe. Ger ku di qada hiqûqê de şikandinek hebe û di serî de li Îmraliyê li gelek girtîgehên din binpêkirina mafan zêde be, dîsa akademisyen bên dûrxistin, bi hezaran kedkarên cemaweriyê bên îxrackirin wê demê pirsgirêk çareser nabe. Li şûna kesên diziyê dikin û neliretîyê dikin bên darizandin, dijberî vê yekê kesên têkoşîna aştî, edalet û wekheviyê dimeşînin tên darizandin. Partiya li vî welatî çareserî û demokrasiyê pêş bixe tenê HDP heye. Heta ku HDP hebe dê hêviyên aştî, azadî, edalet û demokrasiyê jî hebin. Sibê doza hevserokê partiya me Selahattin Demirtaş li Enqere tê dîtin. Em bang li her kesî dikin ku tev li dozê bibin û hestiyar tev bigerin."