ENQERE – Gelek nivîskar, ramangêr û siyasetmedarên li cîhanê tên nasîn ji bo piştgiriya wekîlên HDP’ê metnek îmze kirin û xwestin wekîlên HDP’ê demildest bên berdan.
Noam Chomsky, Slavoj Zizek, Antonio Negri, Nancy Fraser, Elfriede Jelinek di nav de hene gelek ramangêr, nivîskar û siyasetmedarên bi nav û deng ên li cîhanê tên nasîn piştgiriya ji bo wekîlên girtî yên girtî aşkere kirin. Navdaran beriya doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş sibê bê dîtin metnek piştevaniyê îmze kirin. Di metne de hat destnîşankirin ku girtina wekîlên HDP’ê nayê qebûlkirin û hat daxwazkirin ku siyasetmedarên HDP’ê demildest ji girtîgehên Tirkiyeyê bên berdan.
ÎMZEVAN
Navê îmzeya wan li metnê ye ev in: Noam Chomsky, Antonio Negri, Michael Hardt, Chantal Mouffe, Slavoj Zizek, Colin Crouch, Elfriede Jelinek, Axel Honneth, Hito Steyerl, Joseph Vogl, Nancy Fraser, Rebecca Harms, Wolfgang Tillmans, Yanis Varoufakis, Gabriele Zimmer, Takis Hadjigeorgiou, Jean-Paul Denanot, Costas Mavrides, Marek Plura, Tiny Kox, Marietta Tidei, Sergei Stanishev, Monica Frassoni, Konstatin Woinoff, Pablo Iglesias Turrión, Pierre Laurent , Garry Adams, Jonas Sjöstedt, Pernille Skipper, Katja Kipping, Bernd Riexinger, Eric Coquerel, Danielle Simonnet, Jean-Luc Mélenchon, Evelyne Huytebroeck, Lena Rådström Baastad.