AMED - Danişina doza Hevsaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî di navde 2 jê girtî 51 kes wekî bersûc tên darizandin hat dîtin. Ji dosyayê kesên girtî neman.
7'emîn danişîna doza Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî di navde 2 jê girtî 51 kesên dihatin darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger der barê 21 kesan de bi îdîaya di 2014'an de li gundê Kurşunlu yê navçeya Pîranê ya Amedê li Goristana Şêx Seîd ji bo avê sondaj kolane doz vekiribû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli ku ji dozê hatibû girtin piştî hatibû girtin, dîsa der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn. Keyayê Gundê Kurşunlu Mehmet Saltabaş ku girtî tê darizandin, hin bersûcên serbest tên darizandin û parêzerên wan amade bûn. Bersûc Mehmet Sidik Kalkan ku ji dozek din li Girtîgeha tîpa T a Tokatê girtî ye, bi riya SEGBİS'ê tev li dozê bû. Bersûc Selehattîn Dîlek jî ji Girîgeha Tîpa D a Amedê bi riya SEGBİS'ê tev li danişinê bû. Di dozê de dozger xwest kesên girtî dîsa girtî bên darizandin.
Parêzerê Hevşaredar Firat Anli, Prz. Cihan Aydin jî parastin kir diyar kir ku piştî muwekilê wî hat berdan dîsa biryara dadgehê ya girtinê hat dayîn û wiha got: "Li ser vê yekê me diba li dadgeha jor îtîraz kir. Me li dijî biryara 9'emîn a Cezayê Giran Amedê serî li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da û biryar îtiraz kir. Lê em hêj nizanin ku îtiraza me bi encam bû ya na. Me îtîraz kir ku ev pêkanîn tenê li Amedê heye û me xwest ev biryar bê betalkirin. Em dibînin ku li vir dijhiqûqiyek heye. Em dixwazin ev dijhiqûqi bi dawî bibe. Li gorî usûlê û rêbaza darazê jî dadgehek jor nikare biryarê bide. Em dixwazin biryara 14'ê Tîrmehê ya 2017'an ku biryara tahliyeya Anli dabû ji nûve bê dayîn."
Bersucê girtî tê darizandin û keyayê Gundê Kurşunlu Mehmet Saltabaş jî parastin kir û diyar kir ku ji ber mexdûr bûye û sûcê wî tune xwest bê berdan.
Piştî parastina bersûc û parêzeran, heyeta dadgehê navber da. Heyetê piştî navberê biryar da ku Mehmet Saltabaş ê girtî tê darizandin bê berdan û dosyaya Selahattin Dilek jî tevî dosyayek din bê kirin. Dadgehê xwest dosya Dîlek li 4'emin Dadgeha Cezayên Giran bê dîtin.
Heyetê dîsa xwest ji 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran re nivis bê şandin û der barê biryara Anli de agahiyekê bide
Disa xwest biryara infaza der barê Aygun Taşkin, Fevziye Arukan û Firat Anli de bê rawestandin.
Danişîna dozê ji bo temamkirina agahiyên dosyayê taloqî adarê kirin.