AMED – Haci Alî Erdînç ê 80 salî ku hosteyê qubeyan e ji Elî Herîrî bigire heta Cegerxwîn gelek helbestên klasîk ên helbestvanên kurd jiber dixwîne.
Helbestên klasîk yên helbestvanên kurd Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û heta Şêx Evdirehmanê Axtepeyî ji bo gelek kesan bûye çavkaniya moralê. Hacî Alî Erdînç ê 80 salî ku kevneşopî û berdewamiya helbestên klasîk ên kurdî didomîne. Erdînç bi salan berê ji gundê Xerabreşê ya girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê tê Bismilê û li vir bicih dibe. Erdînç bi salan li bajarên herêmê qubeyên mizgeftan çê dike û hostetiyê dike û li aliyê din jî vegotina helbest û qasîdeyan jî pişt guh nekiriye.
Erdînç da zanîn ku ji 7 saliya xwe meraqa wî li hember helbest û hunerê peyda dibe û got: “Heqîqeta jiyanê helbest û kilam in. Ez ji Seydayê Cegerxwîn bigire heta Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Şêx Evdirehmanê Axtepeyî gelek qasîde û helbestên wan jiber dizanim bixwînim. Li şevbuhêrk û civatan helbestan dixwînim. Helbeta kurdî jî bi min re eşqa hunerê çêkir.”
‘LÊ NIKARIN GOTINÊN WÊ BIÇIRÎNIN BIAVÊJIN’
Erdînç destnîşan kir ku nivîsandin û xwendinê ji seydayên gund hîn bûye û wiha dewam kir: “Ji ber vê min nivîsandinê bi alfabeya erebî dest pê kir. Seydayan ji min re nîşan dide û min jî nivîsand û wisa hîn bûm. Paşê ez hînî kurdî bûm û min nivîsand. Pişt re min helbest û qasîdeyên Seydayê Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Şêx Evdirehman Axtepeyî û gelek kesan xwend û jiber kir.”
Erdînç anî ziman ku hezkirina wî ya herî mezin li leşkeriyê li hember helbest û qasîdeyên kurdî zêde bûye û wiha axivî: “Bi zimanekî qedexekirî me nikaribû têra dilê xwe helbest bixwenda. Fermandar lênûsa helbestên min qelaşt. Piştî wê demê min fêm kir êdî ziman û helbestên me qedexe ne. Min ji fermandar re got lênûsa destê min Qûran e. Lê dîsa jî min ji destê wî rizgar nekir. Piştî ku lênûsa min qetand min fêm kir ku kurd li şûna nivîskî bi devkî vedibêjin. Êdî min girîngiya wê wêje û helbestên devkî fêm kir. Dikarin nivîsê bi qelêşin û biavêjin, lê nikarin gotinên wan helbestan biçirînin û biavêjin.”
Erdînç da zanîn ku ji ber ew êdî extiyar bûye dest ji hostetiya qubeyan berdaye û dê ew ê derd û kûla xwe bi vegotina helbestan û kilaman vêbêje.
MA / Esra Solîn Dal