AMED - Li navçeya Rezanê kesekî 19-20 salî êrîşê zarokê 10 salî kir. Hat diyarkirin ku zarok bi îstismara zayendî re rû bi rû maye.
Li navçeya Rezanê ya Amedê zarokê 10 salî E.T., bi îstismara zayendî ya kesekî temenê wî 19-20 salî re rû bi rû ma. Hat gotin ku bûyer berî mehekî pêk hatiye. Zarokê ji dibistanê vedigere malê, rêya wî tê birîn û bi êrîşa zayendî re rû bi rû dimîne. Hat diyarkirin ku kesê êrîşa zayendî pêk hanî hêj nehatiye girtin.
Li gorî agahiyan dema E.T. ji dibistanê vedigere malê, ez zilama xwe wekî mamosteyê rehberê dide nasîn, 5 lîreyî dirêjê zarok dike û dixwaze nan bistîne. Zarokê nan distîne, ev kes êrîşê zarok dike û îstismara zayendî pêk tîne. Piştî E.T. qîr dike, zilamê êrîşkar ji cihê bûyerê direve. Zarok bûyerê ji malbata xwe re parve dike û malbatê serî li Şaxa Zarokan a Amedê da. Li ser giliyê malbatê der barê êrîşkar de lêpirsîn hat destpêkirin. Lê mehek bi ser bûyerê re derbas bû hêj êrîşkar nehatiye giritn. Şêniyên taxê destnîşan kirin ku kesê îstismar pêk aniye, hê li dora dibistanê diger û jinên taxê ji vê rewşê gelek bi tirs in.