MÊRDÎN – Hevşaredarê berê yê Qoserê Ferhan Turk ku heta niha gelek caran hatiye girtin û bi salan girtî maye, bi hinceta beşdarî Mîhrîcana Çiyayê Bagokê ya 1'mîn bûye, salek e girtiye.
Ferhan Turk ku di sala 2009’an de bi rêjeyeke zêde ya dengan bû hevşaredarê Qosera Mêrdînê, di 21’ê Mijdara 2016’an de bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” û “Muxalefeta li dijî zagona pêşîgirtina fînansmana terorîzmê kiriye” hat girtin. Heta niha 2 rûniştinên doza Turk pêk hatin û dê di 15’ê Kanûnê de rûniştina 3'yemîn li Dadgeha Cezaya Giran a 3'yemîn a Mêrdînê pêk bê.
Der barê Turk de ku nexweşiyên Guatr, KOAH û astimê lê peyda bûne û nayê tehlieykirin, îdianameyek ji dehan rûpelî pêk tê hat amadekirin. Di îdianmeyê de, beşdarbûyîna wî ya Mîhrîcana Aştiyê ya Bagokê ya 1'emîn ku bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat lidarxistin, sûc hat hesibandin. Di îdianameyê de û di dema mîhrîcanê de tu axaftineke Turk tune ye, lê belê tenê wêneyekî wî yê li qada mîhrîcanê di îdianmeyê de cih girtiye.
ÎMZE Û FERMAN NÎN E LÊ…
Di îdianameyê de hat îdiakirin ku maşîneyên girêdayî şaredariyê goristana bi navê “Goristana Agit Suruç” ê cenazeyên endamên PKK’ê lê hatine veşartin çê kirine. Di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Qoserê de der barê vê îdiayê de beriya niha biryara cihê lêpirsînê nîn e hatibû dayîn. Lê belê dîsa jî ev lêpirsîn careke din hat destpêkirin. Her wiha îmze û fermaneke fermî ya ku ji aliyê Turk ve der barê mijarê de hatibe dayîn jî di îdianameyê de tune ye. Lê dî îdianameyê de hatiye diyarkirin ku hemû maşineyên şaredariyê di berpirsyariya Turk de cih de ne.
‘ÇÊKIRINA GORISTANAN NE KARÊ ŞAREDARIYÊ YE’
Di îdianameyê de li ser çêkirina goristanan jî hin agahî hatine dayîn û tê gotin ku çêkirina goristanan girêdayî biryara sazî û qeymeqamtiyên ne. Ji ber vê yekê jî avakirina goristanan ne karê şaredariyê ye.
Her wiha di îdianameyê de li ser dîroka PKK û KCK’ê hatiye sekinandin û beşdariya merasîmên cenazeyan û avakirina kreşên kurdî jî sûc hatine hesibandin.
FERHAN TURK KÎ YE?
Turk di sal 1951’an de li Dêrika Mêrdînê hat dinê û di sala 1980’an de bi hinceta “endamê rêxistinê” ye 21 sal ceza lê hat birîn. Turk di salên 80 û 90’î de gelek caran hat binçavkirin û cezakirin. Di sala 2009’an de wek Serokê Şaredariya Qoserê hat hilbijartin û piştî 9 mehan di operasyonên bi navê “KCK”ê de hat girtin. Nêzîkê 4 salan di girtîgehê de ma û di 21’ê Mijdara 2016’an de careke din hat girtin.