RIHA - Têkildarî komkujiya doza Pirsûsê, piştî der barê Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalial de 7 hezar û 500 TL cezayê pereyan birî, der barê berpirsiyarê TEM û asayişê de doz vekir.
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li ber Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya Pirsûsa Rihayê li dijî endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalist (SGDF) de êrîşa bombeyî pêk hatin. Di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî ciwanan de 33 ciwan hatin kuştin. Serdozgeriya Komarê der barê nûnerê TEM'ê û yê asayişê de doz vekirin. Piştî der barê Midûrê Polîsan ê Pirsûsê de doz vekir, niha jî der barê Amîrê Buroya Xizmetên astengiyê ya Midûriyeta Polîsan Cîgirê Komiserê Ahmet Oguz Davarci polîs Ali Koçak de doz vekir. Îdîaname ji aliyê Dadgeha Asliye Ceza ya Pirsûsê ve hat qebûlkirin. Di rûniştina yekemîn a 13'ê Mijdare de biryar da ku teblîgat teslîmî navnîşanên wan bê kirin. Hat diyar kirin ku piştî doz hat qebûl kirin dê rûniştina dozê di 26'ê Adara 2018'an de bê dîtin.