ŞIRNEX - Ji ber teqîna grîzoyê 3 karkeran li Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn. Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk jî di nav de, heyetek ji HDP û DBP'ê çûn serdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan.
Di kana komirê ya di navbera Gundikê Melê û gundê Kironê ya Şirnexê de, grîzo teqiya bû û 3 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Heyetek ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çû herêmê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dabûn, ziharet kirin.
Di heyetê de Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, wekîlên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez, Wekîlê HDP'ê ya Amedê Îmam Taşcier, alîkara hevserokên giştî yên DBP'ê Seher Tumer jî di nav de, rêveberên HDP û DBP'ê jî cih giritn. Hetey derbasî konê sersaxiyê yê li Gundikê Melê hatibû vekirin û ji malbatan re sersaxî hat xwestin.
Heyetê der barê bûyerê de agahî ji malbatê girt, piştî diayên ku hatin kirin, ji herêmê veqetiyan.