ENQERE – Cihê danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku dê di 7’ê kanûnê de bê dîtin bi hinceta “ewlehiyê” hat guhertin û cihê dozê Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat diyarkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya dosyeya jê tê darizandin dê piştî 399 roj şûn ve di 7’ê kanûnê de derbikeve pêşberî dadgehê. Beriya danişîna dozê dîsa cihê dadgehê hat guhertin. Danişîna ewil ku dê bihata dîtin li bende bû li Edliya Sihhiyê bê dîtin. Lê beriya 2 roj ji danişînê re bimîne ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “ewlehiyê” cih hat guhertin. Cihê danişînê Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat diyarkirin.
Hevweroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku dê sibê danşîna wê bê dîtin jî beriya niha cih hatibû guhertin û doza wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatibû dîtin. Piştî vê biryarê beşdarbûna doza Yuksekdag hatibû astengkirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên kedê ev hefteyeke banga beşdariya doza Demîrtaş dikirin. Tê diyarkirin biryara guhertina cihê doza Demîrtaş bi armanca astengkirina beşdariya dozê hatiye girtin.