'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’

  • rojane
  • 11:55 5 Kanûn 2017
  • |
img

EDENE/ MERSÎN - Bavê Ebedîn Aktaş ê girtî ku sewqî Îskenderûnê hat kirin Diyadîn Aktaş bal kişand ser rewşa kurê xwe û got: “Bi darê zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin.”

Rêveberên HDP’ê Halîl Baybarîz, Mahmut Adar, endamên HDP’ê Fîkret Tekîn û Ugur Anuştekîn di nav de, 38 girtî di 23’ê Mijdarê de ji Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûn sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îsekenderûnê hatin kirin. Dema girtî hatin sewqkirin ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin hatibûn derpkirin. Hat zanîn ku dermankirina girtiyan pêk nayê û li girtîgehê binpêkirina mafan dewam dike. 
 
'CIXAREYAN LI SER LAŞÊ WAN VEDIMIRÎNIN’ 
 
Dayika Fîkret Tekîn ê hat derpkirin Gulîzar Tekîn destnîşan kir ku ji ber ku kurê wê “lêgerîna tazî” qebûl nekiriye hat derpkirin û wiha got: “Nêzî 18 mehan e kurê min girtiye û di bin zext û îşkenceya dijwar de dijî. Hefteya bihûrî ez çûm girtîgehê. Laş û bin çavê wî reş û hêşîn bûbû. Kincên wan derdixin û bi awayekî komî îşkenceyê li wan dikin. Cixareyan di laşê wan de vedimirîn in. Bila ev îşkence bi dawî bibe.” 
 
'GELEK BINPÊKIRINA MAFAN HEYE’ 
 
Bavê Tekîn, Fîkrettîn Tekîn jî, diyar kir ku roja yekşemê bi kurê xwe re bi riya têlefonê hevdîtin pêk aniye û tiştên kurê wî jê re aniye ziman, wiha vegot: “Ji ber me lêgerîna tazî qebûl nekir, îşkence li me kirin. Ji ber em pêkanînên wan qebûl nakin hemû pêkûtiyan li ser me ferz dikin. Hemû mafên me binpê dikin. Tiştên em dibêjin hêj kêm in jî. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.” Bav Tekîn xwest ku îşkenceya li girtiyan tê kirin bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: "Jixwe girtî ne, çima îşkenceyê li wan dikin? Ma ev mirovahî ye? Bila ev îşkence bi dawî bibe.” 
 
‘GARDIYENAN XEST GIRTÎ ALÊ MEÇ BIKIN’
 
Bavê Girtiyê bi navê Ebedîn Aktaş ku 7 mehin li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê girtiye Diyadîn Aktaş jî, diyar kir ku di 04’ê Mijdarê  de bi kurê  xwe re di telefonê de axiviye û wiha got: “Kurê min bi 37 hevalên xwe re piştî sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Înkenderûnê hatin kirin, rastî îşkenceya gardiyanan tên.”
 
Aktaş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gava kurê min û hevalên wî dibin girtîgehê, dest datînin ser amûrên wan û dûre pir xerab wan derp dikin. Li vê derê zorê li wan dikin ku li ber ala Tirk rawestin û maç bikin. Bêguman girtî vê pêkanînê qebûl nakin, dûre gardiyan êrîşî wan dikin, şifûtazî dikin, cardin wan derp dikin û yek bi yek dikin hucereyan.”
 
'JI BO ZAROKÊN XWE EM Ê DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN
 
Aktaş, da zanîn ku êrîşên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û wiha domand: “Kurê min ji min re got ‘Sedema êrîşan midûrê nû yê hatiye girtîgehê ye. Gardiyan li gorî fermana wî tevdigerin.’ Kurê min got ewlekariya canê wan li girtîgehê tuneye û ji me xwest ku em serî li parlamenter, rêxistinên civaka sivîl, Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) bidin.” Aktaş, dest nîşan kir ku tiştên bi girtiyan dikin, bi mirovahiyê re tu eleqeya xwe nîne û wiha bi dawî kir: “Heya êrîş û îşkence bi dawî bibin, em ê şopdarê van bûyeran bin. Ger bê xwestin em ê li ber deriyê girtîgehê dest bi greva birçîbûnê bikin. Em bang li hemû kesê dikin ku bila guh bidin qerîna ji girtîgehan bilind dibin.”   
 
‘EWLEKARIYA CANÊ ME TUNEYE'
 
Bavê Lokman Aydimîr ê nêzî salekê girtiye û hat sîrgûn kirin Mehmet Emîn Aydemîr jî, girtîgeh pirtûkan, nameyan û rojanemeyan nadin girtiyan, cardin  niva şeve gardiyan ser qawîşan de digirin û girtiyan derp dikin. Bav Aydemîr, anî ziman ku kurê wî di telefonê de ji wî re gotiye ku, ger tiştên li girtîgehê ji we re bêjim dê telefonê bigirin, lê tenê vê bêjim derfetên heyî pir xirabin û ewlekariya canê girtiyan tuneye. Aydemîr, danîn ku ew ji bo jiyana kurê xwe bi fikare û bang li hemû kesê kir ku bi hestiyar tevbigerin.  
 
Li ser van îdîayan em li girtîgehê geriyan, lê kesekê bersiva telefonê neda. 
 
MA / Ergîn Çaglar - Hamdullah Kesen
 
 
 

Sernavên din

05/12/2017
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane
12:54 HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:45 Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin
12:45 Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir
12:37 Çiyayê Tendurekê bombe dikin: Gundî di talûkeyê de ne
12:37 Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin
12:10 Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye
12:09 Parêzerên Ocalan cara 710’emîn serî li dozgeriyê dan
11:55 'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’
11:51 Rayedarên dewletê daxwaza hevdîtinê ya malbatên Sûrê red kir
11:24 Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin
10:24 Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye
10:14 Walî derketina derve li 11 gundên Bedlîsê qedexe kir
09:29 'Hêza jinê dê serkeftinek mezin bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn'
09:28 ‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’
09:27 Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin
09:26 Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan
09:26 Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin
09:25 Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
09:18 Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir!
09:18 Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin
09:16 Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e
09:14 'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'
09:13 Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN
04/12/2017
19:52 Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan
19:35 Encamên pêşbaziya wêneyan a Veysel Atilgan hatin daxuyandin
17:02 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
16:19 Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin
15:56 Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
15:05 Xwendekara zanîngehê ji dolmîşê daxistin û revandin
14:46 Avahiya HDP'ê dan ber guleyan
14:33 Salek û 15 roj ceza li Yuksekdag birîn
14:31 Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin
14:13 Hevjînê Eylem Tîller hat girtin
13:38 Diz ketin buroya parêzerê Demîrtaş û agahî dizîn
13:29 Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin
13:29 Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin
13:23 ÎRA: 168 rojnameger girtî ne
12:57 Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî
12:43 Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man
12:28 Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin
12:16 Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye
11:51 Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin
11:35 Ji bo doza 4 kesên hatin kuştin banga piştevaniyê
10:52 Redkara wîcdanî Zeynep hat girtin
10:51 Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû
10:46 Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat
10:16 Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike
09:23 ‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’
09:06 Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê
09:05 Rêya qeyûm dê kêngê biqede ne diyar e
09:05 Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê
09:04 Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne
09:04 JES’an ne tehm ne jî bereket hişt
09:04 Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin
09:00 ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN
03/12/2017
20:15 Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
18:13 Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin
17:25 Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin
17:03 Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî
16:38 DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin
16:23 Dozger hewce bi lêpirsîna leşkerên 26 sal berê 7 kes kuştin nedît
15:53 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
15:37 Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
15:31 23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin
15:25 Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin
15:23 Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan
14:54 Derhênera 'Sûr: Ax û Welat’: Bi qedexeyan rastî tune nabe
14:19 ‘Sûr di pêvajoyên herî zor de li ber xwe da’
13:45 Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin
13:25 Dadgeh dê heyeta zanayan bişîne Hevsel û Geliyê Dîcleyê
13:07 ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
12:04 ‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan
12:02 Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike
10:51 Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin
09:47 Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin
09:23 Dêr restorekirin lê...
09:22 Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan
09:21 Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da
09:20 Qeyûma Şaredariya Wanê çi li 30 mîlyon TL kir
09:19 Dadgehê ji bo van dîmenan çi got?
09:19 ‘15 salin bêsîgorta dixebite’
09:18 Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin
09:17 Bi kûçikan di girtîgehê de li bombeyan digerin
09:16 Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt
09:00 ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN
07:17 Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan
02/12/2017
21:21 Jinên çalakger ên Kolikê: Em destûr nadin çêkirina HES'an
18:24 1851 karker mirin
18:23 Muzîka kurdî kirin hincet
16:41 ÎHD: Li Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkence kirin
16:09 Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne