'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’ 2017-12-05 11:55:27 EDENE/ MERSÎN - Bavê Ebedîn Aktaş ê girtî ku sewqî Îskenderûnê hat kirin Diyadîn Aktaş bal kişand ser rewşa kurê xwe û got: “Bi darê zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin.” Rêveberên HDP’ê Halîl Baybarîz, Mahmut Adar, endamên HDP’ê Fîkret Tekîn û Ugur Anuştekîn di nav de, 38 girtî di 23’ê Mijdarê de ji Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûn sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îsekenderûnê hatin kirin. Dema girtî hatin sewqkirin ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin hatibûn derpkirin. Hat zanîn ku dermankirina girtiyan pêk nayê û li girtîgehê binpêkirina mafan dewam dike.    'CIXAREYAN LI SER LAŞÊ WAN VEDIMIRÎNIN’    Dayika Fîkret Tekîn ê hat derpkirin Gulîzar Tekîn destnîşan kir ku ji ber ku kurê wê “lêgerîna tazî” qebûl nekiriye hat derpkirin û wiha got: “Nêzî 18 mehan e kurê min girtiye û di bin zext û îşkenceya dijwar de dijî. Hefteya bihûrî ez çûm girtîgehê. Laş û bin çavê wî reş û hêşîn bûbû. Kincên wan derdixin û bi awayekî komî îşkenceyê li wan dikin. Cixareyan di laşê wan de vedimirîn in. Bila ev îşkence bi dawî bibe.”    'GELEK BINPÊKIRINA MAFAN HEYE’    Bavê Tekîn, Fîkrettîn Tekîn jî, diyar kir ku roja yekşemê bi kurê xwe re bi riya têlefonê hevdîtin pêk aniye û tiştên kurê wî jê re aniye ziman, wiha vegot: “Ji ber me lêgerîna tazî qebûl nekir, îşkence li me kirin. Ji ber em pêkanînên wan qebûl nakin hemû pêkûtiyan li ser me ferz dikin. Hemû mafên me binpê dikin. Tiştên em dibêjin hêj kêm in jî. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.” Bav Tekîn xwest ku îşkenceya li girtiyan tê kirin bi dawî bibe û wiha bi dawî kir: "Jixwe girtî ne, çima îşkenceyê li wan dikin? Ma ev mirovahî ye? Bila ev îşkence bi dawî bibe.”    ‘GARDIYENAN XEST GIRTÎ ALÊ MEÇ BIKIN’   Bavê Girtiyê bi navê Ebedîn Aktaş ku 7 mehin li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê girtiye Diyadîn Aktaş jî, diyar kir ku di 04’ê Mijdarê  de bi kurê  xwe re di telefonê de axiviye û wiha got: “Kurê min bi 37 hevalên xwe re piştî sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Înkenderûnê hatin kirin, rastî îşkenceya gardiyanan tên.”   Aktaş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gava kurê min û hevalên wî dibin girtîgehê, dest datînin ser amûrên wan û dûre pir xerab wan derp dikin. Li vê derê zorê li wan dikin ku li ber ala Tirk rawestin û maç bikin. Bêguman girtî vê pêkanînê qebûl nakin, dûre gardiyan êrîşî wan dikin, şifûtazî dikin, cardin wan derp dikin û yek bi yek dikin hucereyan.”   'JI BO ZAROKÊN XWE EM Ê DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN   Aktaş, da zanîn ku êrîşên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û wiha domand: “Kurê min ji min re got ‘Sedema êrîşan midûrê nû yê hatiye girtîgehê ye. Gardiyan li gorî fermana wî tevdigerin.’ Kurê min got ewlekariya canê wan li girtîgehê tuneye û ji me xwest ku em serî li parlamenter, rêxistinên civaka sivîl, Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) bidin.” Aktaş, dest nîşan kir ku tiştên bi girtiyan dikin, bi mirovahiyê re tu eleqeya xwe nîne û wiha bi dawî kir: “Heya êrîş û îşkence bi dawî bibin, em ê şopdarê van bûyeran bin. Ger bê xwestin em ê li ber deriyê girtîgehê dest bi greva birçîbûnê bikin. Em bang li hemû kesê dikin ku bila guh bidin qerîna ji girtîgehan bilind dibin.”      ‘EWLEKARIYA CANÊ ME TUNEYE'   Bavê Lokman Aydimîr ê nêzî salekê girtiye û hat sîrgûn kirin Mehmet Emîn Aydemîr jî, girtîgeh pirtûkan, nameyan û rojanemeyan nadin girtiyan, cardin  niva şeve gardiyan ser qawîşan de digirin û girtiyan derp dikin. Bav Aydemîr, anî ziman ku kurê wî di telefonê de ji wî re gotiye ku, ger tiştên li girtîgehê ji we re bêjim dê telefonê bigirin, lê tenê vê bêjim derfetên heyî pir xirabin û ewlekariya canê girtiyan tuneye. Aydemîr, danîn ku ew ji bo jiyana kurê xwe bi fikare û bang li hemû kesê kir ku bi hestiyar tevbigerin.     Li ser van îdîayan em li girtîgehê geriyan, lê kesekê bersiva telefonê neda.    MA / Ergîn Çaglar - Hamdullah Kesen