ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN

*Masîvanên ku îsal cara ewil torên xwe avêtin Gola Wanê, rojê di navbera 120-300 kîloyî de masiyan zevt dikin. Lê belê ji ber ku buhayê masîpankan erzan e û buhayê mazotê zêde ye ruyê masîvanan nakene.

*Fîdan Atmaca (70) ku bi Pitikên Demalê navê xwe li cîhanê belav kir, 35 sal in li navçeya Demal a Erdexanê vê çandê berdewam dike û ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din. Atmaca, xwest ku ji bo berdewamiya vê çandê qurs bên vekirin.  
 
*Ûçan Supurge û Fîlmmor ku dê di 2018'an de ji bo jinan mîhrîcana fîlman li dar bixin, wê di 10'ê Adarê de perdeyê vebikin. Endama Fîlmmorê Melek Ozman wiha got: "Wê bi piştevaniya jinan hemû bihar û jiyan bibin mîhrîcan." 
 
* Parlementerê DEP'ê yê berê Nîzamettîn Togûç ku bû Hevserokê HDP a Êlihê wiha got: "Pirsgirêka kurd ne bi şer, wê tenê bi aştî û diyalogê bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bên." 
 
*TKDK ku ji bo pêşketina çandiniyî û belavkirina fonên YE'yê hat avakirin, piştî OHAL'ê dest bi lêpirsînên "ewlehiyê" kir. Derket holê ku ji bo kesên der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin hîbe û kredî nayên dayîn. 
 
*Polîsê bi navê A.V.H. ku di dema avêtina ser malê de dizî kir û dîmenên wî hatin kişandin, xwest ku der barê doza lê hatiye vekirin de biryara "qedexeya weşanê" bê dayîn. Daxwaza polîs hat redkirin. 
 
*Ensafan diyar kir ku êdî şelwar, êleg û şewqeya 8 koşeyî yên aîdî Edeneyê jî nayên tercîhkirin û ji ber nebûna kar ew bi zirarê difiroşin. 
 
*Li Şirnexê di encama teqîna grizûyê de 2 jê bira 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku di sala 2009’an de ji ber hezanekê kekê herdu birayên di teqîna grîzûyê de mirin Ahmet Tunç jî jiyana xwe ji dest daye. 
 
*Parlamentera DSP'ê ya berê Gonul Saray, diyar kir ku piştî îktîdara AKP'ê Tirkiye ji siyaseta demokratîk dûr ketiye û wiha got: "Dema ku em hêza jinê rakin ser piyan, dê Tirkiye û Rojhilata Navîn destkeftiyên mezin bi dest bixe. Ji bo vê yekê barê mezin dikeve ser milê HDP’ê. Divê CHP ezberê xera bike."
 
*Galerîvanên li Wanê, diyar kirin ku buhayê benzîn, mazot û bacê gelekî zêde bûye û li Wanê di piyaseya maşîneyên kevin de jî krîzeke kûr heye û ev tişt gotin: "Roja pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir. Ji ber ku hemû aborî ji bo şer tê veqetandin."
 
*Berikên Colemergê yên bi boyaxa xwe, nexşên xwe û bergiriya ku nav û deng in, bi destên jinan zînde dibin. Tevnkerê berikan Enîs Aktaş, diyar kir ku hem ji bo aboriya xwe û hem jî ji bo nirxeke çandiyî ew berikan çê dike.  
 
*Seyarfiroş Selîm Oktay ê bi karê seyarfiroşiyê debara malbata xwe dike bertek nîşanî tundiya zabitayên şaredariyê dan û wiha got: "Kes bi halê kesî nizane. Kes napirse 'ka li mala te tiştekî xwarinê heye yan na?'" 
 
* Danişîna doza 10 akademîsyenên ku îmze avêt danezana aştiyê dê li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00) 
 
* 3'emîn Daneşîna doza Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya dê li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Wanê bê dîtin. (10.00)
 
* 3'emîn Danişîna doza 4 welatiyên li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran bê dîtin. (10.00)
 
* Danişîna doza cînayetê Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam bike. (10.00)
 
* 3'emîn danişîna doza zaroka 7 salî ya rastî îstismarê hatibû dê li Dadgeha Cezayê Giran a Erdişê bê ditin. (13.00)
 
* Danişîna doza 10 endam û rêveberên HDP'ê yên hatibûn girtin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bê dîtin. (13.00)
 
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 390'an de berdewam bike. (13.30/18.00)
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/12/2017
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane
12:54 HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:45 Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin
12:45 Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir
12:37 Çiyayê Tendurekê bombe dikin: Gundî di talûkeyê de ne
12:37 Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin
12:10 Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye
12:09 Parêzerên Ocalan cara 710’emîn serî li dozgeriyê dan
11:55 'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’
11:51 Rayedarên dewletê daxwaza hevdîtinê ya malbatên Sûrê red kir
11:24 Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin
10:24 Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye
10:14 Walî derketina derve li 11 gundên Bedlîsê qedexe kir
09:29 'Hêza jinê dê serkeftinek mezin bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn'
09:28 ‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’
09:27 Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin
09:26 Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan
09:26 Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin
09:25 Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
09:18 Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir!
09:18 Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin
09:16 Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e
09:14 'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'
09:13 Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN
04/12/2017
19:52 Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan
19:35 Encamên pêşbaziya wêneyan a Veysel Atilgan hatin daxuyandin
17:02 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
16:19 Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin
15:56 Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
15:05 Xwendekara zanîngehê ji dolmîşê daxistin û revandin
14:46 Avahiya HDP'ê dan ber guleyan
14:33 Salek û 15 roj ceza li Yuksekdag birîn
14:31 Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin
14:13 Hevjînê Eylem Tîller hat girtin
13:38 Diz ketin buroya parêzerê Demîrtaş û agahî dizîn
13:29 Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin
13:29 Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin
13:23 ÎRA: 168 rojnameger girtî ne
12:57 Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî
12:43 Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man
12:28 Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin
12:16 Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye
11:51 Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin
11:35 Ji bo doza 4 kesên hatin kuştin banga piştevaniyê
10:52 Redkara wîcdanî Zeynep hat girtin
10:51 Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû
10:46 Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat
10:16 Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike
09:23 ‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’
09:06 Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê
09:05 Rêya qeyûm dê kêngê biqede ne diyar e
09:05 Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê
09:04 Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne
09:04 JES’an ne tehm ne jî bereket hişt
09:04 Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin
09:00 ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN
03/12/2017
20:15 Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
18:13 Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin
17:25 Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin
17:03 Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî
16:38 DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin
16:23 Dozger hewce bi lêpirsîna leşkerên 26 sal berê 7 kes kuştin nedît
15:53 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
15:37 Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
15:31 23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin
15:25 Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin
15:23 Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan
14:54 Derhênera 'Sûr: Ax û Welat’: Bi qedexeyan rastî tune nabe
14:19 ‘Sûr di pêvajoyên herî zor de li ber xwe da’
13:45 Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin
13:25 Dadgeh dê heyeta zanayan bişîne Hevsel û Geliyê Dîcleyê
13:07 ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
12:04 ‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan
12:02 Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike
10:51 Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin
09:47 Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin
09:23 Dêr restorekirin lê...
09:22 Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan
09:21 Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da
09:20 Qeyûma Şaredariya Wanê çi li 30 mîlyon TL kir
09:19 Dadgehê ji bo van dîmenan çi got?
09:19 ‘15 salin bêsîgorta dixebite’
09:18 Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin
09:17 Bi kûçikan di girtîgehê de li bombeyan digerin
09:16 Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt
09:00 ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN
07:17 Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan
02/12/2017
21:21 Jinên çalakger ên Kolikê: Em destûr nadin çêkirina HES'an
18:24 1851 karker mirin
18:23 Muzîka kurdî kirin hincet
16:41 ÎHD: Li Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkence kirin
16:09 Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne