ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-05 09:00:03 *Masîvanên ku îsal cara ewil torên xwe avêtin Gola Wanê, rojê di navbera 120-300 kîloyî de masiyan zevt dikin. Lê belê ji ber ku buhayê masîpankan erzan e û buhayê mazotê zêde ye ruyê masîvanan nakene. *Fîdan Atmaca (70) ku bi Pitikên Demalê navê xwe li cîhanê belav kir, 35 sal in li navçeya Demal a Erdexanê vê çandê berdewam dike û ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din. Atmaca, xwest ku ji bo berdewamiya vê çandê qurs bên vekirin.     *Ûçan Supurge û Fîlmmor ku dê di 2018'an de ji bo jinan mîhrîcana fîlman li dar bixin, wê di 10'ê Adarê de perdeyê vebikin. Endama Fîlmmorê Melek Ozman wiha got: "Wê bi piştevaniya jinan hemû bihar û jiyan bibin mîhrîcan."    * Parlementerê DEP'ê yê berê Nîzamettîn Togûç ku bû Hevserokê HDP a Êlihê wiha got: "Pirsgirêka kurd ne bi şer, wê tenê bi aştî û diyalogê bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bên."    *TKDK ku ji bo pêşketina çandiniyî û belavkirina fonên YE'yê hat avakirin, piştî OHAL'ê dest bi lêpirsînên "ewlehiyê" kir. Derket holê ku ji bo kesên der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin hîbe û kredî nayên dayîn.    *Polîsê bi navê A.V.H. ku di dema avêtina ser malê de dizî kir û dîmenên wî hatin kişandin, xwest ku der barê doza lê hatiye vekirin de biryara "qedexeya weşanê" bê dayîn. Daxwaza polîs hat redkirin.    *Ensafan diyar kir ku êdî şelwar, êleg û şewqeya 8 koşeyî yên aîdî Edeneyê jî nayên tercîhkirin û ji ber nebûna kar ew bi zirarê difiroşin.    *Li Şirnexê di encama teqîna grizûyê de 2 jê bira 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku di sala 2009’an de ji ber hezanekê kekê herdu birayên di teqîna grîzûyê de mirin Ahmet Tunç jî jiyana xwe ji dest daye.    *Parlamentera DSP'ê ya berê Gonul Saray, diyar kir ku piştî îktîdara AKP'ê Tirkiye ji siyaseta demokratîk dûr ketiye û wiha got: "Dema ku em hêza jinê rakin ser piyan, dê Tirkiye û Rojhilata Navîn destkeftiyên mezin bi dest bixe. Ji bo vê yekê barê mezin dikeve ser milê HDP’ê. Divê CHP ezberê xera bike."   *Galerîvanên li Wanê, diyar kirin ku buhayê benzîn, mazot û bacê gelekî zêde bûye û li Wanê di piyaseya maşîneyên kevin de jî krîzeke kûr heye û ev tişt gotin: "Roja pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir. Ji ber ku hemû aborî ji bo şer tê veqetandin."   *Berikên Colemergê yên bi boyaxa xwe, nexşên xwe û bergiriya ku nav û deng in, bi destên jinan zînde dibin. Tevnkerê berikan Enîs Aktaş, diyar kir ku hem ji bo aboriya xwe û hem jî ji bo nirxeke çandiyî ew berikan çê dike.     *Seyarfiroş Selîm Oktay ê bi karê seyarfiroşiyê debara malbata xwe dike bertek nîşanî tundiya zabitayên şaredariyê dan û wiha got: "Kes bi halê kesî nizane. Kes napirse 'ka li mala te tiştekî xwarinê heye yan na?'"    * Danişîna doza 10 akademîsyenên ku îmze avêt danezana aştiyê dê li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)    * 3'emîn Daneşîna doza Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya dê li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Wanê bê dîtin. (10.00)   * 3'emîn Danişîna doza 4 welatiyên li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza cînayetê Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam bike. (10.00)   * 3'emîn danişîna doza zaroka 7 salî ya rastî îstismarê hatibû dê li Dadgeha Cezayê Giran a Erdişê bê ditin. (13.00)   * Danişîna doza 10 endam û rêveberên HDP'ê yên hatibûn girtin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bê dîtin. (13.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 390'an de berdewam bike. (13.30/18.00)