Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin

  • rojane
  • 12:28 4 Kanûn 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Amed Dîcle bal kişand ser hilbijartinên meclisan ên Bakurê Sûriyeyê û wekî qonaxeke nû pênase kir.

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Amed Dîcle di nivîsa xwe ya vê hefteyê de hilbijartina meclisên Bakurê Sûriyeyê nirxand. Dîcle da zanîn ku li tevahiya Bakurê Sûriyeyê, hilbijartinên herêmî pêk hatin û ev tişt got: "Bi qasî ku me şopand, her wiha li gorî daxuyaniyên heyetên hilbijartin şopandî, ev xebat bi awayekî serketî bi dawî bû."
 
'MIXABIN ÇAPEMENIYA KURD NEDÎT'
 
Dîcle aşkera kir ku ji bo şoreşa Rojava ev hilbijartin û her wiha hilbijartinên giştî ku wê meha yekê ya sala pêşiya me pêk werin, pirr girîng in û ev nirxandin kir: "Mixabin, bi qasî girîngiya xwe û bi qasî ku heq dikin, van hilbijartinan di çapemeniyê de, her wiha di çapemeniya kurdan de jî cihê xwe negirt. Lê dîsa jî dinyayê dît ku li Bakurê Sûriyeyê pergalek demokratîk, pergaleke ku xwe dispêre civakê, tê saz kirin."
 
YA GIRÎNG ŞOREŞA CIVAKÎ YE
 
Dîcle diyar kir ku Şoreşa Rojava heta niha zêdetir bi têkoşîn û şerê li hemberî DAIŞ’ê hat naskirin û wiha pê de çû: "Lê belê, şoreşa Rojava ne tenê şoreşeke çekdarî ye. Eger beriya her tiştî ji aliyê civakî ve guhertin nebin, şoreşa civakî pêk neyê, çek, siyaset û dîplomasî nikarin bi ser kevin. Ji ber vê yekê hêza herî sereke civak e. Şoreşa civakî dikare deriyê gelek şoreşên siyasî û çekdarî veke. Lê heger şoreş ji aliyê civakî ve qels bimîne û aliyê siyasî û leşkerî derkeve pêş, wê demê xeter heye. Ji ber ku heger civat ne rêxistinkirî, zane û polîtîk be, wê demê nikare destkeftiyên leşkerî û siyasî biparêze."
 
Dîcle got ku "Sedema sereke ya serketina Şoreşa Rojava rêxistinbûyina civakî ye" û di berdewama nivîsa xwe de ev tişt anî ziman:
 
"Ev jî ne karê çend salên dawî, encama keda bi dehan salan e. Û ev şoreş îro êdî hatiye qonaxeke nû, ango qonaxa herî girîng.
 
Ji ber ku DAIŞ êdî hat şikandin. Er ê dîsa jî xeterî heye, lê belê êdî wekî berê ev komikên çeteyan nikarin bi awayekî giştî êriş bikin. Ew dem çû. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê pergala xweparastinê, pergala parastina leşkerî rûnişt.
 
XETEREYA MEZIN DEWLETA TIRK E
 
Niha xetereya herî mezin a ji bo gelên Bakurê Sûriyeyê dewleta tirk e. Berê jî wisa bû, lê berê bi rêya DAIŞ û El-Nûsrayê ev dikir. Nika hewl dide bi destê xwe, rasterast bike. Xetereya dewleta tirk jî ne leşkerî ye. Zêdetir jî siyasî û dîplomatîk e. Hemû derfetên xwe yên dewletbûnê bi kar tîne û dixwaze li ser maseya çareseriya aloziya li Sûriyeyê, kurd neyên naskirin. Tirkiye ji bo vê yekê dixwaze rêveberiya Şamê jî îqna bike, her wiha bi Îranê re jî ji xwe di nav hevkariyê de ye. Dixwazin qirkirina kurdan a ku di sedsala bihurî de temam nekirin, bidin dewamkirin û temamkirin!
 
Tirkiye û hevkarên wê, ji bo vê yekê niha dixwazin hêzên sereke yên cihanê razî bikin. Ev hewldanên wan, dewam dikin. Mirov dikare bibêje paradîgmaya wan têk çûye, êdî nikarin pergala berê bidin dewamkirin. Lê belê, dîsa jî xeterî heye û ji bo vê xeterey jî tedbîr pêwîst in.
 
BAŞ E, ÇIN EV TEDBÎR?
 
Ji bo parastina civakê, ji bo tedbîrên li hemberî dewleta tirk, rêveberiya Şam û Tehranê, tedbîra herî mezin bêguman sazkirina pergala xwe ye. Ango pratîzekirina xeta sêyemîn e. Hevkariya kurd, ereb û hemû gelên li Sûriyeyê ye. Belê heta niha şer hat kirin, dinyayê heta astekê destek da, lê belê garantiya paşerojê nîne. Eger gel bi xwe nebe hêz, li dinyayê kes alîkariyê nade kesî. Garantî gel bi xwe ye. Bendewariya ji Amerîka û Rûsyayê xefleteke mezin e. Pêwîst e, hêza herêmî mezin bibe ku hêzên wekî Amerîka û Rûsya nikaribin wan nebînin. Hilbijartinên roja 1’ê Kanûnê da nîşandan ku gelên Bakurê Sûriyeyê, sazî û dezgeh, rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê gihiştine vê bîreweriyê, li gorî vê yekê tevdigerin.
 
Gelên Bakurê Sûriyeyê bi van hilbijartinan ji cihanê re got ku ‘Em hêzên pergala xwe ava dikin û modela ku em pêşkêş dikin, dikare li tevahiya Sûriyeyê bibe mifteya çareseriyê.’ Bawer dikin ku ev helwêst ji aliyê hemû hêzan ve hat dîtin. Civakê îradeya xwe beyan kir, niha jî dem dema xwedîderketina li vê îradeyê ye!"

Sernavên din

05/12/2017
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane
12:54 HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:45 Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin
12:45 Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir
12:37 Çiyayê Tendurekê bombe dikin: Gundî di talûkeyê de ne
12:37 Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin
12:10 Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye
12:09 Parêzerên Ocalan cara 710’emîn serî li dozgeriyê dan
11:55 'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’
11:51 Rayedarên dewletê daxwaza hevdîtinê ya malbatên Sûrê red kir
11:24 Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin
10:24 Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye
10:14 Walî derketina derve li 11 gundên Bedlîsê qedexe kir
09:29 'Hêza jinê dê serkeftinek mezin bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn'
09:28 ‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’
09:27 Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin
09:26 Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan
09:26 Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin
09:25 Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
09:18 Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir!
09:18 Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin
09:16 Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e
09:14 'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'
09:13 Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN
04/12/2017
19:52 Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan
19:35 Encamên pêşbaziya wêneyan a Veysel Atilgan hatin daxuyandin
17:02 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
16:19 Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin
15:56 Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
15:05 Xwendekara zanîngehê ji dolmîşê daxistin û revandin
14:46 Avahiya HDP'ê dan ber guleyan
14:33 Salek û 15 roj ceza li Yuksekdag birîn
14:31 Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin
14:13 Hevjînê Eylem Tîller hat girtin
13:38 Diz ketin buroya parêzerê Demîrtaş û agahî dizîn
13:29 Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin
13:29 Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin
13:23 ÎRA: 168 rojnameger girtî ne
12:57 Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî
12:43 Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man
12:28 Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin
12:16 Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye
11:51 Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin
11:35 Ji bo doza 4 kesên hatin kuştin banga piştevaniyê
10:52 Redkara wîcdanî Zeynep hat girtin
10:51 Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû
10:46 Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat
10:16 Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike
09:23 ‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’
09:06 Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê
09:05 Rêya qeyûm dê kêngê biqede ne diyar e
09:05 Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê
09:04 Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne
09:04 JES’an ne tehm ne jî bereket hişt
09:04 Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin
09:00 ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN
03/12/2017
20:15 Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
18:13 Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin
17:25 Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin
17:03 Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî
16:38 DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin
16:23 Dozger hewce bi lêpirsîna leşkerên 26 sal berê 7 kes kuştin nedît
15:53 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
15:37 Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
15:31 23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin
15:25 Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin
15:23 Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan
14:54 Derhênera 'Sûr: Ax û Welat’: Bi qedexeyan rastî tune nabe
14:19 ‘Sûr di pêvajoyên herî zor de li ber xwe da’
13:45 Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin
13:25 Dadgeh dê heyeta zanayan bişîne Hevsel û Geliyê Dîcleyê
13:07 ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
12:04 ‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan
12:02 Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike
10:51 Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin
09:47 Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin
09:23 Dêr restorekirin lê...
09:22 Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan
09:21 Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da
09:20 Qeyûma Şaredariya Wanê çi li 30 mîlyon TL kir
09:19 Dadgehê ji bo van dîmenan çi got?
09:19 ‘15 salin bêsîgorta dixebite’
09:18 Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin
09:17 Bi kûçikan di girtîgehê de li bombeyan digerin
09:16 Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt
09:00 ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN
07:17 Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan
02/12/2017
21:21 Jinên çalakger ên Kolikê: Em destûr nadin çêkirina HES'an
18:24 1851 karker mirin
18:23 Muzîka kurdî kirin hincet
16:41 ÎHD: Li Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkence kirin
16:09 Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne