Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin 2017-12-04 12:28:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Amed Dîcle bal kişand ser hilbijartinên meclisan ên Bakurê Sûriyeyê û wekî qonaxeke nû pênase kir. Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Amed Dîcle di nivîsa xwe ya vê hefteyê de hilbijartina meclisên Bakurê Sûriyeyê nirxand. Dîcle da zanîn ku li tevahiya Bakurê Sûriyeyê, hilbijartinên herêmî pêk hatin û ev tişt got: "Bi qasî ku me şopand, her wiha li gorî daxuyaniyên heyetên hilbijartin şopandî, ev xebat bi awayekî serketî bi dawî bû."   'MIXABIN ÇAPEMENIYA KURD NEDÎT'   Dîcle aşkera kir ku ji bo şoreşa Rojava ev hilbijartin û her wiha hilbijartinên giştî ku wê meha yekê ya sala pêşiya me pêk werin, pirr girîng in û ev nirxandin kir: "Mixabin, bi qasî girîngiya xwe û bi qasî ku heq dikin, van hilbijartinan di çapemeniyê de, her wiha di çapemeniya kurdan de jî cihê xwe negirt. Lê dîsa jî dinyayê dît ku li Bakurê Sûriyeyê pergalek demokratîk, pergaleke ku xwe dispêre civakê, tê saz kirin."   YA GIRÎNG ŞOREŞA CIVAKÎ YE   Dîcle diyar kir ku Şoreşa Rojava heta niha zêdetir bi têkoşîn û şerê li hemberî DAIŞ’ê hat naskirin û wiha pê de çû: "Lê belê, şoreşa Rojava ne tenê şoreşeke çekdarî ye. Eger beriya her tiştî ji aliyê civakî ve guhertin nebin, şoreşa civakî pêk neyê, çek, siyaset û dîplomasî nikarin bi ser kevin. Ji ber vê yekê hêza herî sereke civak e. Şoreşa civakî dikare deriyê gelek şoreşên siyasî û çekdarî veke. Lê heger şoreş ji aliyê civakî ve qels bimîne û aliyê siyasî û leşkerî derkeve pêş, wê demê xeter heye. Ji ber ku heger civat ne rêxistinkirî, zane û polîtîk be, wê demê nikare destkeftiyên leşkerî û siyasî biparêze."   Dîcle got ku "Sedema sereke ya serketina Şoreşa Rojava rêxistinbûyina civakî ye" û di berdewama nivîsa xwe de ev tişt anî ziman:   "Ev jî ne karê çend salên dawî, encama keda bi dehan salan e. Û ev şoreş îro êdî hatiye qonaxeke nû, ango qonaxa herî girîng.   Ji ber ku DAIŞ êdî hat şikandin. Er ê dîsa jî xeterî heye, lê belê êdî wekî berê ev komikên çeteyan nikarin bi awayekî giştî êriş bikin. Ew dem çû. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê pergala xweparastinê, pergala parastina leşkerî rûnişt.   XETEREYA MEZIN DEWLETA TIRK E   Niha xetereya herî mezin a ji bo gelên Bakurê Sûriyeyê dewleta tirk e. Berê jî wisa bû, lê berê bi rêya DAIŞ û El-Nûsrayê ev dikir. Nika hewl dide bi destê xwe, rasterast bike. Xetereya dewleta tirk jî ne leşkerî ye. Zêdetir jî siyasî û dîplomatîk e. Hemû derfetên xwe yên dewletbûnê bi kar tîne û dixwaze li ser maseya çareseriya aloziya li Sûriyeyê, kurd neyên naskirin. Tirkiye ji bo vê yekê dixwaze rêveberiya Şamê jî îqna bike, her wiha bi Îranê re jî ji xwe di nav hevkariyê de ye. Dixwazin qirkirina kurdan a ku di sedsala bihurî de temam nekirin, bidin dewamkirin û temamkirin!   Tirkiye û hevkarên wê, ji bo vê yekê niha dixwazin hêzên sereke yên cihanê razî bikin. Ev hewldanên wan, dewam dikin. Mirov dikare bibêje paradîgmaya wan têk çûye, êdî nikarin pergala berê bidin dewamkirin. Lê belê, dîsa jî xeterî heye û ji bo vê xeterey jî tedbîr pêwîst in.   BAŞ E, ÇIN EV TEDBÎR?   Ji bo parastina civakê, ji bo tedbîrên li hemberî dewleta tirk, rêveberiya Şam û Tehranê, tedbîra herî mezin bêguman sazkirina pergala xwe ye. Ango pratîzekirina xeta sêyemîn e. Hevkariya kurd, ereb û hemû gelên li Sûriyeyê ye. Belê heta niha şer hat kirin, dinyayê heta astekê destek da, lê belê garantiya paşerojê nîne. Eger gel bi xwe nebe hêz, li dinyayê kes alîkariyê nade kesî. Garantî gel bi xwe ye. Bendewariya ji Amerîka û Rûsyayê xefleteke mezin e. Pêwîst e, hêza herêmî mezin bibe ku hêzên wekî Amerîka û Rûsya nikaribin wan nebînin. Hilbijartinên roja 1’ê Kanûnê da nîşandan ku gelên Bakurê Sûriyeyê, sazî û dezgeh, rêveberiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê gihiştine vê bîreweriyê, li gorî vê yekê tevdigerin.   Gelên Bakurê Sûriyeyê bi van hilbijartinan ji cihanê re got ku ‘Em hêzên pergala xwe ava dikin û modela ku em pêşkêş dikin, dikare li tevahiya Sûriyeyê bibe mifteya çareseriyê.’ Bawer dikin ku ev helwêst ji aliyê hemû hêzan ve hat dîtin. Civakê îradeya xwe beyan kir, niha jî dem dema xwedîderketina li vê îradeyê ye!"