Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê

  • rojane
  • 09:05 4 Kanûn 2017
  • |
img

ŞENGAL - Di bawerî û ola êzidiyan de cîhên herî pîroz qube ne. Qubêyên pîroz ji bo civaka êzidî hem cîhên baweriyê, hem jî di fermana de bûne cîhên berxwêdanêne. Di fermana 73’yemîn de qube ji bo gelê êzidî bûn parastgehên mezin û heya 12 têkoşer xwe bigihênin wan.

Bawerî û Ola êzidiyan di cihanê de bawerî û ola heri kevn e. Ola êzidiyan ji hêla olên bi pirtûkî yên wekî Îslam, Xiristiyanî, Judaîzmê ve her tim ji derveyê baweriyê hat dîtin û gelek caran artêşên girêdayî van olan êrîşê vê baweriyê kir. Ev êrîşên li dijî civaka êzidî, di dîrokê de wekî "Fermana" li dijî ola êzidiyan hat pênasekirin. Fermana herî dawî jî di 3'yê Tebaxa 2014’an de bi destê DAIŞ’ê çêbû. Ev ferman bû “Fermana 73'yan” a li dijî civaka êzidî. Ruxmê hemû êrîşan jî civaka êzidî tu carî dest ji ola xwe berneda û heta roja îro berxwedanek bêhempa da nîşan.
 
Di ola êzidiyan de 4 tebeqeyên ku bi baweriyên xwe tên naskirin hene. Navê van tebaqan Mirîd, Şêx, Feqîr û Mîr in. Ev tebaqe di nav xwe de beşên cuda ne. Her çemdî di civakê û di warê baweryê de tebaqe çêbin jî her mirovê ku xwe di nav van her çar tebaqeyan de dibîne, ibadetê xwe bi şeklekî dike. Ev cih jî cihên herî pîroz an go qube ne.
 
DI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ DE 20 QUBE HENE
 
Em jî wekî xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê (MA) di qubeyan de geriyan û me xwest em bersiva rola wan a di ola êzidiyan de çi ye, em hîn bin. Qubeyên olî yên êzidiyan, piranî li Çiyayê Şengalê ne. Ev qube jî dikeve bakurê Çiyayê Şengalê. Li Şengalê bi navê Pîrê Ewra, Şêşems, Şêx Berkat, Şerfeddîn, Hacîalî, Nişangeha Êzî, Şebil Qasim, Çilmêra, Pîrexa, Amadîn, Şêx Mend, Xatûna Ferxan, Pîrefat, Deqê Mêra, Şêx Miheme, Mele Xerfeddîn, Şêx Evdilqadirê Geylanî, Şex Hesen, Şehîd û Miheme Reşa jî di nav de, bi giştî 20 qube hene.
 
JI 3 BEŞAN TÊ AVAKIRIN
 
Avahiya qubeyên êzidiyan çiqas cudahî di teşeyê wan de hebe jî çêkirina avahiyên qubeyan nêzikê hev e. Qubeyên êzidiyan xwediyê sê beşan e. Beşa yekem, hol e, ya 2'yemîn navend e, ya 3'yemîn jî barû ye. Di holan de bi taybetî cihê micewirane ye û cihê ji bo amedekariya diayan e. Di beşa navendî de cîhê fitîlan heye. Êzidî bi taybetî rojên Çarşem û Înê tên û ber bi evarê, dema roj diçe ava, fitîlên xwe vêdixin û hêviyên xwe tînin ziman, dia dikin. Dema ketina holê û navendê her du deriyên van beşan tê maçkirin.
 
JI BO HÊVIYÊ STÛNA MIRAZAN
 
Di hinek qubeyan de stûna miraza heye û ev stûna mirazan bi taybetî ciwanên êzidî dema ji bo mirazê xwe hembez bikin, vê stûnê toxaf dikin. Ev ji derveve jî dibe û ji hindirve jî dibe. Mînak Qubeya Şêşems, Qubeya Amadîn de stûna miraza derve ye, di qubeya Şebil Qasim de jî stûna miraza di hundirê qubeyê de û di beşa navendî de ye. Dema ku stûna miraza hat hembêzkirin, milên mirovan bigîhêjin hev wateya wê ew e diayên ku hatin kirin dê qebûl bibe.
 
KESK, SOR Û ZER…
 
Dîsa di hundirê qubeyan di beşa navendî de caw hene. Cawên esasî yên di her qubeyekî de hatine daliqandin, rengên wan kesk, sor û zer e. Ev renk li gorî baweriya êzidîtiyayê rengên ku dema cîhan hatiye avakirin, bingehiya hemû jiyanê ye. Ji bilî van rengan gel bi xwesteka xwe bi rengên din jî cawan dadiliqîne. Êzidî 3 caran vê cawê girê didin, her girêka ku tê avêtin, dia tê dubarekirin.
 
XIZMETKARÊN QUBEYAN MICÊWIRIN
 
Di qubeyan de her dem malbetek xizmetê dike. Di malbatê de jî kesek derdikeve û her 3 salan carek jî rolê xwe dide yekî din. Di vê xizmetê de jin jî cihê xwe digirin. Navê xizmetkaran micêwir e. Micêwir her roj li qubeyan dimîne û tê de jiyan dike. Gelên ku ji bo ibadetê tê, çiqas pare bixwaze dide micêwir. Perên ji bo xêrê tên dayîn jî di ketina beşa navendî ya qubeyê de kortik ji bo wê hatiye çêkirin û pereyan davêjin hundirê wê kortikê. Dîsa di holên qubeyê de sûretên micêwirên ku xizmet kirine tên daliqandin. Pereyên ji xêrê tê, Micêwir wî pereyî ji bo pêwîstiyên qubeyan xerç dike. Yê dimîne jî ji bo pêdiviyên xwe hildide.
 
QUBE BÛN PARAZGEHÊN HERÎ MEZIN
 
Qubeyên êzidiya piranî li Çiyayê Şengalê ne. Di fermana 73’yan de roleke mezin a qubeyan derketiye pêş. Der barê vê mijarê de micêwirên Qubeya Pîrê Ewra Şêx Mirad Xwedêda Hesen (65) û ji Qubeya Şêx Mend Xêrî Mirad Huseyîn (48), agahî dan. Micewiran diyar kir ku di dema fermanê de bi hezar êzidî ber bi qubeyan de meşiya ne û heta korîdora mirovahiyê tê vekirin, gel di wan qubeyan de ji komujiyê xilaz dibin. Li gorî agahiyên welatiyan, bi hezaran êzidî bi saya Qubeya Şerfeddîn ji komkujiyê rizgar dibin. Dema fermana li dijî êzidiyan dest pê dike, gerîlayên HPG'ê (12 şervanên azadiyê) bi hewara wan diçin, gel di wan qubeyan de bi çekên ferdî di dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin. Ev qubeyan di "Fermanaa 73’yan" de ji bo civaka êzidî bûn cihên parastin û berxwedanê.
 
Hinek Qubeyên civaka êzidî û taybetmendiyên wan:
 
Qubeya Amadîn: Dikeve rojavayê bakurê Çiyayê Şengalê. Gelê herêmê vê derê wekî Geliyê Şêx Mend pênase dike. Ji ber ku li vê herêmê karxezal pir in, li rexê qubeyê peykerê karxezalê hatiye çêkirin. Li gorî baweriya êzidiyan, di nav civakê de kî/ê dizîyê bike, wî dibin ber Qubeya Amadîn û sondê bi wan kesan didin xwarin ku careke din dîsa vî sûcî neke. Tê gotin ku yên dizî dikirin, dikare ji hêla Amadîn ve bê kuştin jî. Di fermana 73’yan de ev qube ji bo gel bû parastgehek mezin.
 
Qubeya Şêx Mend: Qubeya Şêx Mend jî dikeve rojavayê bakur ê Çiyayê Şengalê. Ev herêm jî di nav Geliyê Şêx Mend de cih digire. Li gorî baweriya êzidiyan, Şêx Mend stûna cîhanê ye. Ev stûn jî di navbera esîman û erdê de wekî zelqê ye. Qube bi hezar sal e li cîhê xwe ye. Lê dîroka çêkirina wê bi teşedayîna niha re wekî 1955 hatiye diyarkirin. Di hundirê hola qubeyê de peykera mar heye. Li gorî baweriya êzidiyan eşîra Hewêtin dixwaze bibe misilman, lê Şêx Mend bi teşêya mar hatiye ser rûyê erdê û nehiştiye ev eşîr bibe misilman. Ev qube jî di fermana 73’yan de ji bo gelê êzidî bo parazgehek mezin.
 
Qubeya Pîrê Ewra: Dikeve rojhilatê başûr yê Çiyayê Şengalê. Piştî gundê li ser rêya Zorava, li gundê Zêrwayê ye. Di sala 1989’an de hatiye sererastkirin. Di baweriya êzidiyan de Pîrê Ewra milyakete ku ewra qontrol dike ye. Li gorî micêwirê qubeyê ê bi navê Şêx Mirad Xwedêda Hesen, di fermana 73’yan de DAİŞ xwe negihandiye qubeyê. Di vê qubeyê de jî bi hezar mirovan xwe parastiye û beya korîdora mirovahiyê ji bo wan hatiye vekirin û ji fermanê rizgar bûne.
 
MA/Selamî Aslan- Nazim Daştan

Sernavên din

05/12/2017
13:35 Di pêvajoya çareseriya Sûriye de çapemeniya dijber li ser kar e
13:23 Cihê doza Demîrtaş hat guhertin
13:22 Encama hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê diyar bûn
13:16 Bi hinceta 'Di telefonê de remzên PKK'ê hene' hat binçavkirin
13:15 Hawara seyarfiroşekî: Kes bi halê kesî nizane
12:54 HDP encamên Meclisa Partiyê aşkera kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:45 Hevserokê HDP’a Sîweregê hat binçavkirin
12:45 Hevşaredarê Wanê Kaya beraet kir
12:37 Çiyayê Tendurekê bombe dikin: Gundî di talûkeyê de ne
12:37 Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin
12:10 Akademisyen: Îro dora gotina aştiyê ye
12:09 Parêzerên Ocalan cara 710’emîn serî li dozgeriyê dan
11:55 'Bi zorê bi girtiyan ala tirk didin maçîkirin’
11:51 Rayedarên dewletê daxwaza hevdîtinê ya malbatên Sûrê red kir
11:24 Ozturk: Li Rojava wêneya yekitiya neteweyî hat kişandin
10:24 Altinors: Tirkiye di krîza 2001'an de ye
10:14 Walî derketina derve li 11 gundên Bedlîsê qedexe kir
09:29 'Hêza jinê dê serkeftinek mezin bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn'
09:28 ‘Pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir’
09:27 Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin
09:26 Kana komirê ji 3 birayan re bû goristan
09:26 Eleqeya ji bo şelwar jî kêm bû: Em bi zirarê difiroşin
09:25 Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
09:18 Polîsê ku dema dizî kir li kamerayan aliqî doza tiştekî ecêb kir!
09:18 Kesên ji bo hîbeyên Ewropayê serî lê didin, bi lêprisîna 'ewlehiyê' re rû bi rû dimînin
09:16 Siyasetmedar Togûç: Ji bo çareseriyê hevdîtina bi Ocalan re şert e
09:14 'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'
09:13 Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2017'AN
04/12/2017
19:52 Leşkerê ku pisîk îşkence kir hat berdan
19:35 Encamên pêşbaziya wêneyan a Veysel Atilgan hatin daxuyandin
17:02 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
16:19 Ji bo karkeran ji Zonguldak û Êlihê ekîb xwestin
15:56 Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
15:05 Xwendekara zanîngehê ji dolmîşê daxistin û revandin
14:46 Avahiya HDP'ê dan ber guleyan
14:33 Salek û 15 roj ceza li Yuksekdag birîn
14:31 Di çalakiya Yukselê de 5 kes hatin binçavkirin
14:23 ÎHD: Bi cilên yek reng civakê ceza dikin
14:13 Hevjînê Eylem Tîller hat girtin
13:38 Diz ketin buroya parêzerê Demîrtaş û agahî dizîn
13:29 Banga hevpar: Em di doza Demîrtaş û Yuksekdag de li gel hev bin
13:29 Derbarê 19 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kirin
13:23 ÎRA: 168 rojnameger girtî ne
12:57 Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî
12:43 Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man
12:28 Li Bakurê Sûriyeyê qonaxeke nû: Hilbijartin
12:16 Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye
11:51 Wezîrê Gumrukê: Em OHAL'ê rakin hin xalên nû bînin
11:35 Ji bo doza 4 kesên hatin kuştin banga piştevaniyê
10:52 Redkara wîcdanî Zeynep hat girtin
10:51 Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû
10:46 Yildirim: Li Sûriye yekem car hilbijartinek demokratîk pêk hat
10:16 Buhayê daran zêde bû gel xwe bi kapeka daran germ dike
09:23 ‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’
09:06 Meha Kanûnê dê bibe meha çand û hunerê
09:05 Rêya qeyûm dê kêngê biqede ne diyar e
09:05 Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê
09:04 Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne
09:04 JES’an ne tehm ne jî bereket hişt
09:04 Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin
09:00 ROJEVA 04'E KANÛNA 2017'AN
03/12/2017
20:15 Rojhilatê Dêra Zor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
18:13 Li Kolana Yukselê vê êvarê 6 kes hatin binçavkirin
17:25 Koçyîgît: Em li dijî eniya neteweyî eniya demokrasiyê ava bikin
17:03 Berdevkê HDP'ê Bîlgen: Dixwazin resaleta Zerrab bikin lehengî
16:38 DBP’a Şirnexê kongreya xwe pêk anî: Dîrok ji nû ve nivîsandin
16:23 Dozger hewce bi lêpirsîna leşkerên 26 sal berê 7 kes kuştin nedît
15:53 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
15:37 Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
15:31 23 salin Ozgur Ulke nehat ji bîrkirin: Em qed dest jê bernadin
15:25 Di 2 mehan de 3 caran sewq kirin
15:23 Bertek nîşanî koda ‘Şervanên Terorîst ên Bîyanî’ dan
14:54 Derhênera 'Sûr: Ax û Welat’: Bi qedexeyan rastî tune nabe
14:19 ‘Sûr di pêvajoyên herî zor de li ber xwe da’
13:45 Bîlgen: AKP hilbijartinên pêşwext biceribîne jî divê em muxalefetê xurt bikin
13:25 Dadgeh dê heyeta zanayan bişîne Hevsel û Geliyê Dîcleyê
13:07 ‘Tu qîmeta nûçeyên AA li ser erdnîgariya me tune'
12:04 ‘Mala Bernarda Alba’ derdikeve pêşberî şanohezan
12:02 Temellî: Krîzê aborî zêdetir bandorê li kedkarên kurd û tirk dike
10:51 Koroya Hevdeng dê klamên Serhedê geş bikin
09:47 Civaka Êzidî êdî bi çanda xwe perwerde dibin
09:23 Dêr restorekirin lê...
09:22 Darên zeytûnên Aydinê dibin qurbana febriqeyan
09:21 Dadgehê li Êlihê cuda li Eskîşehîrê cuda biryar da
09:20 Qeyûma Şaredariya Wanê çi li 30 mîlyon TL kir
09:19 Dadgehê ji bo van dîmenan çi got?
09:19 ‘15 salin bêsîgorta dixebite’
09:18 Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin
09:17 Bi kûçikan di girtîgehê de li bombeyan digerin
09:16 Qeyûm di roja astengdaran de deriyê pirtûkxaneya zarokên astengdar girt
09:00 ROJEVA 03'E KANÛNA 2017'AN
07:17 Şandeya Başûr bi partiyên li Rojava re civiyan
02/12/2017
21:21 Jinên çalakger ên Kolikê: Em destûr nadin çêkirina HES'an
18:24 1851 karker mirin
18:23 Muzîka kurdî kirin hincet
16:41 ÎHD: Li Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkence kirin
16:09 Şandeya Hilbijartinê: Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn dibe mînak
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne