Qube ji bo êzidiya bûn cîhên berxwêdanê 2017-12-04 09:05:26 ŞENGAL - Di bawerî û ola êzidiyan de cîhên herî pîroz qube ne. Qubêyên pîroz ji bo civaka êzidî hem cîhên baweriyê, hem jî di fermana de bûne cîhên berxwêdanêne. Di fermana 73’yemîn de qube ji bo gelê êzidî bûn parastgehên mezin û heya 12 têkoşer xwe bigihênin wan. Bawerî û Ola êzidiyan di cihanê de bawerî û ola heri kevn e. Ola êzidiyan ji hêla olên bi pirtûkî yên wekî Îslam, Xiristiyanî, Judaîzmê ve her tim ji derveyê baweriyê hat dîtin û gelek caran artêşên girêdayî van olan êrîşê vê baweriyê kir. Ev êrîşên li dijî civaka êzidî, di dîrokê de wekî "Fermana" li dijî ola êzidiyan hat pênasekirin. Fermana herî dawî jî di 3'yê Tebaxa 2014’an de bi destê DAIŞ’ê çêbû. Ev ferman bû “Fermana 73'yan” a li dijî civaka êzidî. Ruxmê hemû êrîşan jî civaka êzidî tu carî dest ji ola xwe berneda û heta roja îro berxwedanek bêhempa da nîşan.   Di ola êzidiyan de 4 tebeqeyên ku bi baweriyên xwe tên naskirin hene. Navê van tebaqan Mirîd, Şêx, Feqîr û Mîr in. Ev tebaqe di nav xwe de beşên cuda ne. Her çemdî di civakê û di warê baweryê de tebaqe çêbin jî her mirovê ku xwe di nav van her çar tebaqeyan de dibîne, ibadetê xwe bi şeklekî dike. Ev cih jî cihên herî pîroz an go qube ne.   DI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ DE 20 QUBE HENE   Em jî wekî xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê (MA) di qubeyan de geriyan û me xwest em bersiva rola wan a di ola êzidiyan de çi ye, em hîn bin. Qubeyên olî yên êzidiyan, piranî li Çiyayê Şengalê ne. Ev qube jî dikeve bakurê Çiyayê Şengalê. Li Şengalê bi navê Pîrê Ewra, Şêşems, Şêx Berkat, Şerfeddîn, Hacîalî, Nişangeha Êzî, Şebil Qasim, Çilmêra, Pîrexa, Amadîn, Şêx Mend, Xatûna Ferxan, Pîrefat, Deqê Mêra, Şêx Miheme, Mele Xerfeddîn, Şêx Evdilqadirê Geylanî, Şex Hesen, Şehîd û Miheme Reşa jî di nav de, bi giştî 20 qube hene.   JI 3 BEŞAN TÊ AVAKIRIN   Avahiya qubeyên êzidiyan çiqas cudahî di teşeyê wan de hebe jî çêkirina avahiyên qubeyan nêzikê hev e. Qubeyên êzidiyan xwediyê sê beşan e. Beşa yekem, hol e, ya 2'yemîn navend e, ya 3'yemîn jî barû ye. Di holan de bi taybetî cihê micewirane ye û cihê ji bo amedekariya diayan e. Di beşa navendî de cîhê fitîlan heye. Êzidî bi taybetî rojên Çarşem û Înê tên û ber bi evarê, dema roj diçe ava, fitîlên xwe vêdixin û hêviyên xwe tînin ziman, dia dikin. Dema ketina holê û navendê her du deriyên van beşan tê maçkirin.   JI BO HÊVIYÊ STÛNA MIRAZAN   Di hinek qubeyan de stûna miraza heye û ev stûna mirazan bi taybetî ciwanên êzidî dema ji bo mirazê xwe hembez bikin, vê stûnê toxaf dikin. Ev ji derveve jî dibe û ji hindirve jî dibe. Mînak Qubeya Şêşems, Qubeya Amadîn de stûna miraza derve ye, di qubeya Şebil Qasim de jî stûna miraza di hundirê qubeyê de û di beşa navendî de ye. Dema ku stûna miraza hat hembêzkirin, milên mirovan bigîhêjin hev wateya wê ew e diayên ku hatin kirin dê qebûl bibe.   KESK, SOR Û ZER…   Dîsa di hundirê qubeyan di beşa navendî de caw hene. Cawên esasî yên di her qubeyekî de hatine daliqandin, rengên wan kesk, sor û zer e. Ev renk li gorî baweriya êzidîtiyayê rengên ku dema cîhan hatiye avakirin, bingehiya hemû jiyanê ye. Ji bilî van rengan gel bi xwesteka xwe bi rengên din jî cawan dadiliqîne. Êzidî 3 caran vê cawê girê didin, her girêka ku tê avêtin, dia tê dubarekirin.   XIZMETKARÊN QUBEYAN MICÊWIRIN   Di qubeyan de her dem malbetek xizmetê dike. Di malbatê de jî kesek derdikeve û her 3 salan carek jî rolê xwe dide yekî din. Di vê xizmetê de jin jî cihê xwe digirin. Navê xizmetkaran micêwir e. Micêwir her roj li qubeyan dimîne û tê de jiyan dike. Gelên ku ji bo ibadetê tê, çiqas pare bixwaze dide micêwir. Perên ji bo xêrê tên dayîn jî di ketina beşa navendî ya qubeyê de kortik ji bo wê hatiye çêkirin û pereyan davêjin hundirê wê kortikê. Dîsa di holên qubeyê de sûretên micêwirên ku xizmet kirine tên daliqandin. Pereyên ji xêrê tê, Micêwir wî pereyî ji bo pêwîstiyên qubeyan xerç dike. Yê dimîne jî ji bo pêdiviyên xwe hildide.   QUBE BÛN PARAZGEHÊN HERÎ MEZIN   Qubeyên êzidiya piranî li Çiyayê Şengalê ne. Di fermana 73’yan de roleke mezin a qubeyan derketiye pêş. Der barê vê mijarê de micêwirên Qubeya Pîrê Ewra Şêx Mirad Xwedêda Hesen (65) û ji Qubeya Şêx Mend Xêrî Mirad Huseyîn (48), agahî dan. Micewiran diyar kir ku di dema fermanê de bi hezar êzidî ber bi qubeyan de meşiya ne û heta korîdora mirovahiyê tê vekirin, gel di wan qubeyan de ji komujiyê xilaz dibin. Li gorî agahiyên welatiyan, bi hezaran êzidî bi saya Qubeya Şerfeddîn ji komkujiyê rizgar dibin. Dema fermana li dijî êzidiyan dest pê dike, gerîlayên HPG'ê (12 şervanên azadiyê) bi hewara wan diçin, gel di wan qubeyan de bi çekên ferdî di dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin. Ev qubeyan di "Fermanaa 73’yan" de ji bo civaka êzidî bûn cihên parastin û berxwedanê.   Hinek Qubeyên civaka êzidî û taybetmendiyên wan:   Qubeya Amadîn: Dikeve rojavayê bakurê Çiyayê Şengalê. Gelê herêmê vê derê wekî Geliyê Şêx Mend pênase dike. Ji ber ku li vê herêmê karxezal pir in, li rexê qubeyê peykerê karxezalê hatiye çêkirin. Li gorî baweriya êzidiyan, di nav civakê de kî/ê dizîyê bike, wî dibin ber Qubeya Amadîn û sondê bi wan kesan didin xwarin ku careke din dîsa vî sûcî neke. Tê gotin ku yên dizî dikirin, dikare ji hêla Amadîn ve bê kuştin jî. Di fermana 73’yan de ev qube ji bo gel bû parastgehek mezin.   Qubeya Şêx Mend: Qubeya Şêx Mend jî dikeve rojavayê bakur ê Çiyayê Şengalê. Ev herêm jî di nav Geliyê Şêx Mend de cih digire. Li gorî baweriya êzidiyan, Şêx Mend stûna cîhanê ye. Ev stûn jî di navbera esîman û erdê de wekî zelqê ye. Qube bi hezar sal e li cîhê xwe ye. Lê dîroka çêkirina wê bi teşedayîna niha re wekî 1955 hatiye diyarkirin. Di hundirê hola qubeyê de peykera mar heye. Li gorî baweriya êzidiyan eşîra Hewêtin dixwaze bibe misilman, lê Şêx Mend bi teşêya mar hatiye ser rûyê erdê û nehiştiye ev eşîr bibe misilman. Ev qube jî di fermana 73’yan de ji bo gelê êzidî bo parazgehek mezin.   Qubeya Pîrê Ewra: Dikeve rojhilatê başûr yê Çiyayê Şengalê. Piştî gundê li ser rêya Zorava, li gundê Zêrwayê ye. Di sala 1989’an de hatiye sererastkirin. Di baweriya êzidiyan de Pîrê Ewra milyakete ku ewra qontrol dike ye. Li gorî micêwirê qubeyê ê bi navê Şêx Mirad Xwedêda Hesen, di fermana 73’yan de DAİŞ xwe negihandiye qubeyê. Di vê qubeyê de jî bi hezar mirovan xwe parastiye û beya korîdora mirovahiyê ji bo wan hatiye vekirin û ji fermanê rizgar bûne.   MA/Selamî Aslan- Nazim Daştan